Gotûbêj:Şaxan Beg

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ev mirov û Şahin Bey yek in?—Gomadapeyam 13:23, 1 pûşper 2012 (UTC)

Kekê erê yek in. Min dema Qereyilan û gelekên nivîsî, bi prînsîba ku kesên kurd in navê wan bi kurdî tên nivîsandin, nedizanî. Bi ya min çêtir e, em Qereyilan jî bi navê kurdî bikin. Hevalê Gomada ev Şaxan ji sêwîxaneyê girtine, nizanim çima Wîkiya romîkî behsa wê nekirine. Wan jî nivîsîne "ap mezin kiriye". Gelo ew ap kî bûye? Ne midûrê sêwîxanê ye ew ap? Ev, Mihemedê Kurdelîfê (gundê Bazarcixê) (Qereyilan) gelekên din wekî îtîrafkarên niha bûne. Bi navê ol li aliyê dewleta Romê li dijî ûris, balkanî, file û heya ereban şer kirine. Paşê rûyê rastîn ê dewletê dîtine û poşan bûne, vegeriyane ser gelê xwe. Yan bi dizî hatine kujtin, an serên wan di xewê de jêkirine yan jî wekî şehîd tomar kirine. Dîrokzanên me jî xebat nekirine. Bi mînak ji binê her klamê Bozan Beg derdikeve lê zanayên me zehmet nakin hema pirtûkekê jî li ser wê binivîsînin. Xx (Xebat xweş).. --Bablekan (gotûbêj) 14:11, 1 pûşper 2012 (UTC)
Nazim Hikmet destana xwe ya bi navê Karayilan de miroveke xeyalî diafirîne. Lê Mihemedê Bazarcixê jî, Şaxan jî ne xeyalî ne, rastîn in. Nazim Hikmet digotî qey bi rastî jî bi derketina Ataturk a Samsunê şerê azadiyê destpê kiriye. Feqîro nedizanî û kesê jî nedipirsî ka di nava 1919-23'yê de bi kê re şer bûye. Osmanî ji xwe di şerê Yekem de (1918) têk çûbû. Ew e şer ku gundêb yewnan, asûrî, ermenî, balkaniyan hatine rûxandin, ji Anatoliyayê hatine derxsitin. Ew Qereyilanê destana Nazim jî ne tirk, kurd e. Û gelek jî welatparêz e. Bavê ermenî dikujin, ji zaroktiyê de dibe dijminê xrîstiyanan, ew motîvasyon e wî digihîne heya Kazim Karabekir. Rastiyê dibîne lê êdî dereng e. Tevlî birakujiyê jî bûye bi xapandin û nezanî. Niha lehengê neteweyî yê Romê. --Bablekan (gotûbêj) 14:26, 1 pûşper 2012 (UTC)
Em di warê dîplomasiyê de her tim qels dimînin. Lewma her car hinekên biyanî çand û dîroka me dane nasandin. Li ser wîkiyê jî bi pirranî, tirk, fars û ereb hemû tiştên me dikine malê xwe. Mînak li ser wîkiya îngilîzî, yekî ereb bi du hesaban, û yekî fars jî bi du hesaban xebatên guhertinê dikin. Dera ku kurdî lê nivîsandîbe, bi awayekî guhertinan çêdikin. Jixwe ne hewceye em li ser wîkiya tirkî bisekinin. Çi tiştê di derbarê kurdan de heyî, tê jêbirin an jî guhertin. Mînak di navê wî de Al Kurdi heye, lê naxwazin bibînin. Hemû ev bikahêner ji wan re dibêje. Bi zimanê şêrîn dixwaze mirovan bi xapîne. Lê min li hemû deran meyzand, li ser her gotara di derbarê kurdan de guhertinên wî hene. Wextê wî heye, ji bo tirkîtiyê li tevahiya wîkiyê dixebite. Ketiye pey qehweya kurdî de jî (: Ev jî nexweşekî din e. (: Hê li pey guhertina kodên wîkiya me ye. Nizanim çima ji wan re derd e. Mebesta min ji dîplomasiyê ev e. Mirovên ku ji bo me vî karî dikin nîn in. Lê yên li dijî me dikin pirr in.—Gomadapeyam 14:18, 5 pûşper 2012 (UTC)
Em navê Şahîn Beg jî lê zêde bikin?—Gomadapeyam 14:19, 5 pûşper 2012 (UTC)
Heval nebûna dîplomasiya me jî, xurtiya xelkê jî ne tesaduf e. Nîjadkujiya spî ev e. Dihêlin bila kurd hêdî hêdî bihelîn, asîmîle bibin. Kes ji şerê kurdan ne aciz e û natirse jî. Lê ji berxwedana zimanê kurd, ji hişyarbûna wan a bîrayî û çandî ditirsin. Binêre Google, Microsoft jî cih nasin kurdî, bi taybetî kurmancî. Ev serketina romiyan-ecem-ereban e. Dijberên mafên kurdan karên xwe dikin, em nikarin jê lomeyan bikin. Nebûna, qelsiya me jî bi zanebûn e. Heger ti xwedî li ziman û kûltûra kurdî bibî, navendên kurdan serê te dixwin. Niha li gundên serê çiyan zarok bi tirkî diaxivin. Kê gotiye partî, hêzên kurdan li dijî asîmîlasyonê têdikoşin? Naxwazim bikevin rola van kurdperweran a asîmîlekirina kurdan. Bi kurtî ev ne ji tenê teraliyan e, bi zanebûn e. Dibêjin bila kurd ji xwe re strana bêjin, govendê bigirin, bên kujtin, meş û cejnan bikin, lê xwe ji ziman û welatê xwe dûr bigirin. Dê roj were li Kurdistanê hejmara kurdan kêmtir bikin, kes nemîne ku kurdî dizane. Armanc û plan ev e. Nikarin viya di carekê de bikin, bi xapandin û dek-dolavan nîjadkujiya spî (ango dirêjdemî) dikin. Hêj ev çiye, di qada navneteweyî de bi dehan zimanan û sîstematîk kurdan reş dikin. Şahîn Beg jî lê zêde bikin, rast e. Xx.. --Bablekan (gotûbêj) 15:58, 5 pûşper 2012 (UTC)
Temam, spas. Ezê lê zêde bikim. Bimîne di xweşiyê de.—Gomadapeyam 17:02, 5 pûşper 2012 (UTC)