Gotûbêj:Billie Burke

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ez nizam bi ji kuva keta di vê hevokê de. ( Dinav temşevana de bi navdarbû. Dema ku rola xwe ya bi navê (Billie Burke) gêrandî) ev (bi) bi çu renge nabit û çênebit bê karînan di vî cihî de ji 20 miliyon kurmance kes vê bi nekit di vî cî de. Bi enku digel. Bi mînek ez bi tera hetim. Anku ez digel te hati. Her wes bi karê ...with.. englizî jî diket. He comes with the care Anku ewê bi tirmbêlê bêt. Ez hêvî dikim ku ev (bi) di vî cihî de li havokê de nêt bikarînan. Çunka bi temamî me'na hevokê tevrobela diket. Digel rêzgirtinê.

@Avestaboy:

Bi silav û rêz, @Dilovan Gervan: Erê, gotina te ye, ev "bi" çi ye? Tu ji makîneya wergêr çêtir dizanî, tu kurd î û zimanê te kurdî ye. Bi dîtina min, heke zehmet nebe, bi vî awayî binivîse:

Niha gotar wisa ye: Mary William Ethelbert Appleton Burke (7.8.1884 - 1970). Akter û modêlvaneka Amerîkî ye. Dinav temşevana de navdarbû. Dema ku rola xwe ya bi navê (Billie Burke) gêrandî, li ser Radiyoyê wek Aktera dengî. çêtir tê zanîn wekî Billie Burke Aktervanek Amerîkî bû ku li Broadway, li radyoyê, fîlimê bêdengiya dirûskir bûn. Ew ji temaşevanên nû re wek (Glinda The Witch the Good of the North in the Metro-Goldwyn-Mayer) fîlma muzîkê (The Wizard of Oz (1939) tê zanîn.

  • 1) Mary William Ethelbert Appleton Burke (7.8.1884 - 1970) --> Mary William Ethelbert Appleton Burke (z. 7 tebax 1884 - m. 14 gulan 1970). Wîkîpediya kurdî wisa tê nivîsandin. Min bo te jdb. çêkir ji ber ku kêfa te ji z. re nayê û tu dîsa "ji dayikbûyê (...)", "(ji dayikbûya...)" dinivîsî û tu gotinên bikarînerên din piştguh ve davêjî.
  • 2) Dinav temşevana de navdarbû --> Di nav temaşevanan de navdar bû. Eva ha kurdiya standard e.
  • 3) Dema ku rola xwe ya bi navê (Billie Burke) gêrandî --> Dema ku rola xwe ya bi navê Billie Burke gêrandî... yanî tu wek ereban kevanekan bi kar tînî "bi navê (Billie Burke)" erebî ye, bi latînî kevanekan piştguh bike! "Bi navê Billie Burke" û bes.
  • 4) Bêjeya "akter" badînî ye, bi ya min çu problem tune ye, lê bi standard "aktor" e. "Aktervan" bi nihêrina min, afirandina te ye. Di badînî de min qet nedîtiye.
  • 5) Wîkîpediya kurdî ensîklopediyeke kolektîv e, yanî çend rêbazên wê hene, divê hêdî hêdî tu hînî wan bibî. Gotarên te gotarên min in, gotarên min gotarên te ne, divê em vî karî pevre çêkin, xizmetkarên zimanê kurdî bin.

Bi silav û rêz --MikaelF (gotûbêj) 18:46, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Silav. Rexna

Dinav temşevana de navdarbû --> Di nav temaşevanan de navdar bûn. Eva ha kurdiya standard e.

........... Çawa çê dibe tû bêjî navdarbûn. Tuyê behas yek mirovî dikî. 1. Pêtra di nav temşevana de Navdarbû . 2.pêtra û susan di nav temaşevan de Navdarbûn . ________________ Lê herçawa bit xalên din baş bûn. Dest xweş. Lê ewa min gotî ji boy çi ez navdarbû bi gorim bikim navdarbûna. Xwe ez behisa yek kiçê dikim? Dilovan Gervan (gotûbêj) 19:13, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Sebart wergêrê ji her yek ji zimanê englizî û almanî ez dizanim. Lê diysan jî ez makîna wergêr di hinek pirsan da bi kardiynim û wergêrs ektronî tiştek gellek başe . Xwe peyva navdar ji bo mînak em li duhokê dibêjin binavûdeng bes ji berkû bakur piranî (navdar) bikar diynin ez jî her wesa dikim. Û ya dûyê jî tu yê wesa behsa bahdînî dikî her wekî ew ne kurmancin û kurmancên jimara 2 bin. Silav u rêz ❤ Dilovan Gervan (gotûbêj) 19:28, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Silav Dilovan Gervan ez dikarim bêjim min bi ciwantiya xwe re dest bi fêrbûn, nivîs û axaftina Kurdî ya standard kir. Bi salan li ser platformên cûda cûda jibo zimanê kurdî min gelek ked da. Zimanê ku tu li vir bikar tînê ne Kurdî ya standard e, devoka herêmeke. Ez bi tu kesê re nakevim niqaşê lê ez her dem piştevanî karê serkeftî me. Li vir bi sedan bikarhênêrên çalak hene li karê wan binêre û li gorê wî kêmasîyên gotarên xwe sererast bike. Bila armanca me hemîyan bibî karê baş, kurdî zelal û xizmeta wîkîpediya kurdî. Êvar baş. Penaber49 (gotûbêj) 19:32, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Zîndî peyveka kurmancî ye. Her heman tişte li bahdînan jî te gotin. Bes bawrbikin min qed ne dizanî gava hun z bo mînek wesan (z 1970) bikar diynin. mebesta we zayina. Min gut dibie ev pîta peyveka englizi bit. xwe xizamta Wikipedia kurdî ji 2004 wera heye bi tinê 30.000 hezar gotar hena ma gello ne kêmin. ez bi tinê dixazim jimar gotra zêda be, wek din ez hind giringiyê nadim wê yekê ka îla çawa bê nivêsîn, silav û rêz.

Ev nivîsa mina dawyê gellek xelat hate nivêsîn muşkîla min ew ez her keybordê arbî bikar diynim gava bi kurdi dinvêsim hinek car wes xelat dinvêsim. Li qisoriyê negirin. Bes bixwinin her hûnê ji min fahim bikin. Tima'a min ewa gotra zêda bin ez li sar çawaniya nivêsînê nafikirim. Dûbara Seilav û rêz Dilovan Gervan (gotûbêj) 20:13, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Silav Dilovan Gervan, di derbarê nivîsandin û standartî ya zimanê tu şaş difikirî. 40 hezarî zêdetir endamên wîkîpediya kurdî heye ev hêjmar her ku diçe zêdetir dibe. Zimanê ku em li vir bikar tînin gelek sazîyên kurdî û xebatkarên wan agahî û vê zimanê ku em li vir bikar tînin ji xwe re referans dibînin. Ji ber vê yekê standardtî ya ziman li vir gelek girîng e. Penaber49