Gotûbêj:Dîroka Tirkiyeyê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Navê gotarê[çavkaniyê biguhêre]

Silav KelêÛxelfetî di navê vê gotarê de çewtî heye û heman çewtî li ser wîkîpediya îngilîzî jî dûbare bûye. Agahiyên ku li vir bi navê dîroka Tirkiyeyê hatiye nivîsandin di wîkîpediya tirkî de jî tineye. Pêwîst e nav bê guhertin. Girê Mirazan di warê erdnîgariyê de li Kurdistanê ye. Di gotarê de behsa erdnîgariya Kurdistanê çima tuneye?? Çima erdê Kurdîstanê rasterast wekê erdê Tirkiye hatiye hatiye nivîsandin yan jî naverok nehatiye guhertin? Gelo di serdema pêşdîrokê de jî Tirkiye hebûye? Ev hemî divê bêne serrastkirin. Penaber49 (gotûbêj) 17:26, 8 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]

ya din ev rast e bi termînolojiya kesên ku Kurdistanê înkar dikin hatiye nivîsandin. Ji xwe li wîkîpediya Tirkî têra xwe ev ziman heye. Ji kerema sererast bike. Penaber49 (gotûbêj) 17:50, 8 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav KelêÛxelfetî, di derbarê vê mijarê de çi dibêjî? Li benda bersiva te me. Penaber49 (gotûbêj) 18:01, 8 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav KelêÛxelfetî "dîrokatî" çi ye? Ez fem nakim. --MikaelF (gotûbêj) 18:07, 8 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@KelêÛxelfetî: berî çêkirina komara Tirkiyeyê gelo Tirkiyeyeke kevnar hebû? Ez bi @Penaber49: re me, navê gotarê ne baş e. Dîroka Tirkiyeyê di 1923an de dest pê dike. Silav. --MikaelF (gotûbêj) 18:19, 8 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav MikaelF, çawanî baş î? Bi awayekî balkêş ev çewtî li wîkîpediya îngilîzî jî hatiye kirin. Ya din bi mehane ku ez ji bo vî çewtiya hevalê kelêûxelfetî bang dikim mixabin kesê dengê min seh nekir. Kelêûxelfetî vî gotare rasterast ji wîkîpediya îngilîzî wergerandiye lê serastkirin tineye. Penaber49 (gotûbêj) 18:28, 8 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
Min hinek naverokên kontrolkir hemî dagirkirinan wekê feth nivîsî ye. Zanîn a ku ez dizanim ku mirov here welatê netewek din ev nabe feth kirin, dibe dagirkirin. Feth kirin peyvek qirêj ku rê ber dagirkeriya welate xelkê vedike. Penaber49 (gotûbêj) 19:04, 8 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav KelêÛxelfetî, ji ber ku te bersîv neda min şablona jibirinê li gotarê zêdekir. Mixabin tevgerên teyê vê dawiyê dide nişan ku tu ji navê Kurd û Kurdistanê aciz dibî û li vir dixwazî propagandaya Tirkkirinê bikî. Ger tu wiha dewam bikî ezê vê yekê û tevgerên teyê dawiyê bi civaka wîkîpediya kurdî re parvekim. Ev der wîkîpediya kurdî ye û ev der giringî dide erdnîgarî û dîroka Kurd û Kurdistanê. Ger ku tu ji vî yekê acizê dest ji vir berde here cihê ku dikarî lê propagandaya xwe bikî. Pêwîst e naveroka gotaren ku te li vir bi hinceta piropagendayê nivîsiye yek bi yek were kontrolkirin û ger ku ev di çend gotaran ev yek bê tespîtkirin tu werî hişyar kirin ger dewam bikî piştre bê astengkirin. Ez hê jî li ser vê biryarê me, pêwist e hemî gotarên kêm kalîte ku tu li vir dinivîsî hemî werin jêbirin. Penaber49 (gotûbêj) 22:02, 8 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
Di Pêşî de silav hevalên @Penaber49 û @MikaelF, ez ji tiştê ku li vir diqewime pir aciz im. Ez bi eşkere û rast qebûl dikim ku ez neteweperwerekî Kurd im û li ser van hikûmetên ku Kurdistanê bi rê ve dibin de gotineke min a baş nîne. Lê Wîkîpediya cîhekî bêalî ye, li vir nerîn û dîtinên me nayên pirsîn, lê li vir rast tên gotin û bi rastî jî rojhilatê Tirkiyê mixabin ne Kurdistan e, ne di destê min de ye û hûn jî bi vî awayî neçar in. wek ku ez vê qebûl dikim.
Ev gotara ku li jor hatiye nivîsandin ji bo dîroka Tirkiyê an jî sînorên îroyîn ên Tirkiyê ye, gelê tirk ne ji aliyê ziman ve, lê ji aliyê genetîkî ve ji dûndana we tê, gelê tirk tevliheviya encamên koçberî û împeratoriyên dîrokê yên cihêreng e. “Tirkiye” û “Tirk” her du jî ji hev cuda tên fêmkirin. Wîkîpediya cihê bêalîbûn û heqîqetê ye. Li vir nêrînên siyasî ne hewce ne. Di nebûna bersivek ji we de ez ê gotarê vegerînim guhertoya wê ya orjînal.
Her weha: propaganda li vir nayê destûr kirin an ez neçar dibînim ku wê ragihînim. Ez bi xwe neteweperwerekî Kurd im û gelek xizmên min di hin rêxistinên Kurdan de hene, lewra ev ne argumanek e ji bo afirandina rûpelên raman û dîtinan. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 22:26, 8 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@KelêÛxelfetî Na tu xwe şaş kiriye û şaş difikirî. Dema ku Kurdîstan hatiye perçe kirin ji kîjan kurdê hatiye pirsîn. Ev bû sed sal e şer û pevçunên ji bo azadiya Kurdistanê nesekinî ye û heta Kurdistan azad nebe dê nesekinê. Her çiqas bi zorê xistine Tirkiye ev der Kurdistan e yanî erdnîgariya Kurdistanê ye. Penaber49 (gotûbêj) 22:32, 8 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
Ez ditirsim tuyê gotara mîsakî mîllî jî li vir binivîsî. Çûyîna te qet û qet baş nîne. J xeynî te kesên ku li vir bibe pirsgirêk jî tune ye. Gotarên ku ji bo propagandaye dinivîsî li ser wîkîpediya tirkî jî tuneye yanî ew jî wekî te propagandaya tirkkirinê nakin. Penaber49 (gotûbêj) 22:38, 8 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
Hevalê min @Penaber49, tu heqaretê li min dikî, dema ku tu dibêjî ez propagandaya tirkan dikim, niha ez ji te dixwazim ku dev ji vê yekê berde. Hûn xelet in. Wîkîpediya platformek bêalî ye, di vê gotarê de tiştek tune ye, xalên we tenê li gorî dîtinên we yên kesane ne ji ber vê yekê nayê kirin. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 22:46, 8 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@KelêÛxelfetî Derdê min ne heqaret li tu kesê ye ev nêzîkê çar sal e ku ez li vir im ez bi tu kesê re neketim nîqaşan ji xeynî te. Ez di jiyana xwe yê rastîn de jî ji kesên ku ji welat û axa xwe hez nakin nefret dikim. Min tu carê bi kesên wusa re hevaltî jî nekiriye. Binêr gelek kesên tirk ku ez nasdikim dema ku mijara rewşa Kurdan tê axaftin yan xwe qer dikin yan jî ji rastiyê narevin rastiyan qebûl dikin. Zêde ne berê çend hefteyek ez li cihekî runiştîbûm polêsek tirk hate wir pêşî em di derbarê rewşa aborî ya Tirkiyê de axavîn ew jî ji deshilatiya Erdogan gelek aciz bibû û di dawiyê de peyvek wiha ji min re got: Pêwîste axa Kurdan radestî destê kurda bê kirin. Ew jî dizanin ku ew di rêyekî rast de nînin, ez çima dest ji fikr û ramanên azadiya Kurdistanê ber dim. Penaber49 (gotûbêj) 23:03, 8 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49, ku hûn di jiyana xwe ya taybet de ji komek mirovan hez nekin, girêdayî we ye, naha hûn dixwazin li vir li dijî rêwerzên ku dibêjin li vir tenê nêrînên bêalî hewce ne biaxivin? Bi rastî niha, hevalê min, tiştê ku efserekî polîs ji te re gotiye an nebêje, bi vê yekê re tune ye. Rêyeke şaş e. Li vir li ser vê platformê, niha ji bo cara 10emîn, bêalîbûn girîng e. Ger ez bi bişkojka. Ez dixwazim ji Qonya heta Deryaya Farisî Kurdistaneke zêdetir bibînim, lê nêrîna min ev e, cihê wê li vir nîne. Ji ber vê yekê, bêyî ku aramiya we xera bike, ez daxwaz dikim ku hûn vê gotara betal nekin. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 23:10, 8 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49 û @MikaelF, hevalên hêja, ji ber ku bersiv tine ye, min naha ev gotar vegerandiye guhertoya kevn kir, ez daxwaz dikim ku heke pirsek hebe an kesek ku bi rêwerzên li vir re negunca be, ji kerema xwe berî ku ew tavilê tevbigerin bi min re têkilî daynin. Spas dikim û êvareke xweş ji we re hebe. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 00:49, 9 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
Divê hûn bi awayekî vekirî qebûl bikin ku tişta li vir tê kirin qedexe ye. Tu an hûn dîtin û ramanên xwe yên kesane li vir, di gotarek ku ji hêla pirtûk û akademiyan ve hatî belge kirin de tînin vir. Tu ji vê re çi dibêjî? KelêÛxelfetî (gotûbêj) 23:02, 8 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@KelêÛxelfetî Çi qedexeya?? Penaber49 (gotûbêj) 23:04, 8 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49, Bêyî îsbatkirina gotara bi bikaranîna ramanên wî qedexe ye. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 23:12, 8 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49 û @MikaelF, ger sedemek din ji bo argumana alîyê we tune be, ez ê vê gotarê bi forma xweya orîjînal nûve bikim. Ne ku ew paşê dîsa pirsgirêkek e, ez difikirim ku ew li vir bi dadwerî hate derman kirin. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 00:11, 9 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49, bi dîtina min divê êdî em werin çareseriyeke ramanî ya bêalî, ya ku li dijî vê gotarê ye, ku li gorî dîroka sînorên îroyîn ên Tirkiyeyê ne û ne gelê tirkî ye. Yanî heta dibêje "Hatina Tirkan" jî, ez li wir tuh pirsgirêkê nabînim, tuh propagandayê jî nabînim. tenê ji bo agahdariyê. Propagandaya pro-Kurdî jî heye, lê cihê wê li vir nîne. Bi qasî ku ez ê ji bo wê bim. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 23:21, 8 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@KelêÛxelfetî Jeb Kurdistana dîrokî hatiye dagirkirin sinorên dewletan eek pirsgirêk dibînim. Erdnîgariya Kurdistanê axa tu welatekî nîne. Penaber49 (gotûbêj) 04:57, 9 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49, Ev gotar îro li ser sînorên tirkan e, ne li ser gelê tirk, hûn dibêjin hemû Wikipedia xelet in? Yaw @Ghybu, de hinek min fêm bike. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 16:12, 9 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF , @Ghybu û @Penaber49 Ez di hin tiştan wek hevalê @KelêÛxelfetî difikirim . Ez jî ji bo Kurdistanekê me. Lêbelê, Kurdistan têgîheke nakokî ye. Berevajî Iraq û Îranê, li Tirkiyeyê jî bi awayekî fermî peyva Kurdistanê nayê pejirandin. Ji ber vê yekê divê em li ser Wîkîpediyayê bêalî bin. Lê eger mirovek kurd be, divê em her tim vê yekê binivîsin. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 11:52, 10 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
Merheba @Avestaboy divê wîkîpediya wek malpera fermî ya dewletan tevnegerê. Binêr her çiqas zext hebin jî wîkîpediya tirkî jî ji sedî sed wek îdeolojiya fermî tevnagere. Kurdistan welatekî serbixwe nîne lê welatek jeoçandî ye ku erdnigariya Kurdistanê bi giranî Kurd e bê navber Kurdan li vir jiyan kirine. Ya din bi hezar salan e ku Kurd li Kurdistanê dijîn Kurd lê cihek din nehatine vê erdnîgariyê. Gelek neteweyên din hatine erdnîgariya Kurdistanê piştê demekê çûne lê Kurd her tim li vir bûne. Penaber49 (gotûbêj) 12:21, 10 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF, di ferhengên kurdî de jî, „Dîrokatî“, bi tirkî „tarihi“, an bi elmanî „Geschichte der/des/vom“. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 00:13, 9 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav @Gomada û Ghybu: ku hûn vê kesê asteng nakin her ku diçe cesaret distîne hemî zirar dide wîkîpediyayê û hem jî li vir dest bi bi propagandaya dewleta tirk kiriye. Ji kerema xwe çareseriyeke ji vê yekê re bibînin spas. Penaber49 (gotûbêj)

Dîroka Tirkiyeyê di sala 1923an de dest pê dike, ev gotar ne li ser Dîroka Tirkiyeyê ye. Navên van komkujiyan: Nîjadkujiya ermeniyan, suryanî, en:Greek genocide, kurd (ezîdî, Komkujiya Zîlanê 1930, Komkujiya Dêrsimê, ...) qet nehatine nivîsandin. Tirkiye bi komkujî/asimilasyona gelên din ên ne misilman û ne tirk ava bûye: gotar qet qala vê yekê nake. Herwiha di nav gotarê de peyva "kurd" yek carê derbas bûye :)
@KelêÛxelfetî: Te li vira jî hatibû agadarîkirin (li ser rastnivîsa kurdî): [1]. Te guh nada: [2]. Ez difikirim ku min gelek wext ji te re hişt...--Ghybu (gotûbêj) 14:44, 9 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu, ma hûn xebera wî li Penaber49 nabînin ku ew pêşî tenê li ser ramana wî ya şexsî bû? Erê, qetlîamên kurdan û ermeniyan û kêmneteweyên din tune bûn, lê divê herêm ji bo gotara "Dîroka Komara Tirkiyeyê" were plankirin, ev gotar tenê ji pêşdîrokê diçe sala 1923-an, ma hûn nabînin. ? KelêÛxelfetî (gotûbêj) 15:21, 9 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu, Di vê gotarê de ne daxuyaniyên dijminatiya Kurdan û ne jî tiştekî din heye. Ez fêm nakim çima em hemî nikarin bêalî bimînin. @MikaelF wek propagandaya tirkan heqaretê li min dike, ji ber ku min di şerê li dijî artêşa tirk de gelek ji malbata xwe winda kir min aciz dike. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 15:23, 9 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu, @MikaelF, @Penaber49, Hûn bi xêr hatî ku qetlîamên dewleta Tirk lê gotar zêde bikin, lê wek min got, plana min a gotareke din jî ev bû. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 15:25, 9 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu, @Penaber49 qey tenê ji min hez nake û ez difikirim ku ew ji tirkan nefret dike, lê bi ya min em ne hukûmet in, em mirov in. Û mafê min jî bi qasî her kesî heye ku li ser gotarên tirkî binivîsim. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 15:26, 9 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu, Ew gotarên min tehdîd dike ku bê sedem werin jêbirin, bi vî rengî nabe, çima kes alîkariya min nake? KelêÛxelfetî (gotûbêj) 15:27, 9 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu, Ew bi vî rengî naxebite, yê ku divê bi rastî hişyariyek bistîne @Penaber49 e KelêÛxelfetî (gotûbêj) 15:28, 9 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@KelêÛxelfetî ez werim hişyar kirin? çima ez sempatîzanên dijminê kurda me wekê te? Wîkîpediya ne cihê niqaşên bi vî rengê ye lê niha mecbûr mame. Binêr Ghybu behsa rastiyek baş kiriye, doh qet nehate bîra min. Gelo gotara dîroka Tirkiyeyê çima behsa Komkujiya Dersimê, Zîlanê nekiriye. Gelo ew kî bûn ku li Dêrsimê 30 hezar li Zîlanê 15 hezar kes kuştin?? ha bibore tu kesek Ak partiliyi û sempatîzanê dewleta dagirker û qirkek Osmanli Împaratorî ya ku demek li Ewropayê eziyet li xelkê kiribû û wan ji warên wan sirgûnê daristanê Stenbolê kiribûn ku ji birçiyan qirbin bimirin. Tu behsa tişta wiha nakî. Bawer bike ev niqaş hemî ji bo xêra te ye ku tu gelek di rêyek şaş de yî û tu zirarek mezin ji vî rêyê dibînî. Di destpêka de dest ji wîkîpediya kurdî berde. Ez evê rasterast dibêjim; ez naxwazim ku bi jargona dagirkerên Kurdistanê li vir propagandaya wan bê kirin û wîkîpediya ne cihê pesn û propagandaya kesî ye.Penaber49 (gotûbêj) 15:49, 9 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49, Ji min re bêje tu hîn baş î? êdî ji min re nebêjin Akpartili an jî tiştekî wisa, hûn heqaretê li min dikin!!! De raweste, êdî bes e! Min ji bîr kir, ev gotar bi tenê wergerek e, tiştek ji serê min nayê, di dawiyê de bes e! Di vê gotarê de tiştek xelet tune, heke hûn difikirin ku tiştek winda ye, hûn dikarin lê zêde bikin. Ev ne argumanên bêalî ne, ez tenê li vir nefret û nefretê hîs dikim. Ne hewce ye ku hûn ji min re bibêjin ka dev ji karanîna Wîkîpediya berde an na, ez ê rapor bikim. Ji min re bes e, ez li benda çareseriyeke normal im û li vir wek parçeyek faşîstên tirk heqaret li min tê kirin. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 16:10, 9 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu, Her weha dê vebijarkek hebe ku gotarê wekî Dîroka Anatolyayê binav bike. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 15:33, 9 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49: Ji kerema xwe islûba xwe dikat bike, min pêşta jî te re gotibû. Herwiha, ez ê Penaber49 (g · b · a) hefteyek û KelêÛxelfetî (g · b · a) jî du mehe asteng bikim. Spas! pîng @Gomada, MikaelF, Avestaboy, Balyozxane, û Bikarhêner: Ghybu (gotûbêj) 18:22, 9 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav Ghybu di warê de ez îslûbê de ez hinek neçar mam, ji ber min berê jî di derbarê xeletiyan de ez gelek bi KelêûXelfetî de ketim feyde nekir. Ji xeynî vê gotara xelet hinek caran min ji bo serrastkirinan alîkariya Kelêûxelfetê jî dikir. Bawer bikin ku ez dixwazim bi her kesî re bi zimanek xweş pirsgirêk hebe çareser bikim, pirs yan daxwazên xwe jê re bêjim. Ji xeynî niqaşek du niqaşan pêştir bi kesî re jî neketime niqaşên tundî, ji xwe armanca min jî ne ev e. Ger ku acizbûyînek jî çêbûye ez lêborînê ji ji we û cikava wîkîpediya kurdî dixwazim, serkevtin ya me bî spas. Penaber49 (gotûbêj) 19:13, 9 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu, Ez nerazî me ku ez bi tenê 2 mehan hatim asteng kirin ji ber ku ez tenê beşdarî nîqaşa ku dixwaze rûpela min jê bibe ji ber ku ew bi helwesta siyasî ya kesê têkildar re nagunce beşdar bûm. Spas. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 22:46, 9 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
Şêv baş @Ghybu, her cara ku ez li argumana normal geriyam, ez ji kesî re tiştekî xirab naxwazim, nabe ji ber ku min ji bîr kir ku di gotarê de behsa tiştekê bikim ku heqaret li min kirin, bêyî ku heqaretê li min dikin, her wiha ez 2 meh tem asteng kirin. Ji kerema xwe, min her tim argumanek normal hilbijartiye, min di gotaran de nêrînên siyasî yên ku dibe ku kesên din aciz bikin bikar neanîn, min nexwest ez kesî aciz bikim, ez her dem ji nîqaşek bêalî re vekirî me, @Penaber49 li şûna min heqaretê li min dike û min yek jî ceriband. Dîtina çareseriyek normal, min çi xeletî kir, çima kes naxwaze min fam bike, çi xerab e ku wextê min bide ku ez vê gotarê biguherînim da ku li şûna ku 2 mehan min asteng bike, bêtir Kurdistanî bikim. PS: Ez ji her lêborînê re vekirî me û bi kêfxweşî qebûl dikim. Spas. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 22:27, 9 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav. Min bersivên we xwendin, edî bersiv medin. Bila bikarhênerên din nêrînên xwe parve bikin! Ghybu (gotûbêj) 23:00, 9 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@KelêÛxelfetî, Penaber49, û Avestaboy: di rûpela gotûbêjê ya gotara Wîkîpediya bi zimanê inglîzî de jî nîqaşeke geş li ser vê mijarê hebû. Xuya ye ku hemû gotarên wê Wîkîpediyê jî ne ewqas tekûz in. Sernavê vê gotarê hêj jî bi min sosret tê, lê çare çi ye, ez nizanim, ez ne dîroknas im, amator im û çavkaniyên min tine ne. Sernavên wek Dîroka Iraqê yan Dîroka Spanyayê jî sosret in, lê gotarên wisa di Wîkîpediya bi inglîzî de hene. Dîroka Tirkiyeya îro, Dîroka Tirkiyeya nûjen, Dîroka Anatolya û Trakyayê... silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 14:06, 10 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav @Ghybu û @Bikarhêner, hevalên @MikaelF û @Penaber49 rûpelê bi biryarên rûpela axaftinê yên bêserûber xera dikin. Wek mînak, bi şablon "Yekkirin"ê niha hewil didin ku rûpelê jêkin û bi gotara "Tirkiye"yê ve girêbidin, Penaber49 jî beşên mezin ji gotarê bê hincet û bê maf li ser nîqaşên ku berê hatibûn derxistin rakirin. di rûpela gotûbêjê de cih girtiye. Ez daxwaza alîkariyê û çalakiya lezgîn dikim. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 13:15, 10 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Ghybu, @Bikarhêner, di dora nîqaşê de, her duyan nekarîn xwe bispêrin. Ji ber vê yekê ez ê naha rast bibînim ger van her du bikarhêneran jî pê ve girêdayî bin. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 13:17, 10 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
Min li jor ji we re behsa komkujiyên ku hatine kirin ji bo avakirina Komara Tirkiyeyê kir: ji ber vê yekê hûn dixwazin navê gotarê biguherînin? Ji bo ku behsa wan bûyeran nayê kirin? Belkî ez şaş fêm dikim... Ez ne li dijî gotarê me feqet her tişt li ser Dîroka Tirkiyê bêalî were nivîsandin (bê jibîrkirinê). Ghybu (gotûbêj) 13:41, 10 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu, Ez dixwazim wiya lê zêde bikim, lê heke malper bi domdarî di bin êrîşê de be, tiştek ku ez nikarim li ser wê bikim tune. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 13:53, 10 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Ghybu, Min qala qetlîamên komara tirkan kir, çima blokê di carekê de biguherîne? KelêÛxelfetî (gotûbêj) 14:31, 10 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav KelêÛxelfetî xeman nexwe, "Yekkirina" her du gotaran pêşniyaza min e, ji ber ku gelek agahî li ser selcuqiyan û hwd di herdu gotaran de tê dubarekirin. Ez bi ti tişt "hewl" nadim, pêşniyazek e. Baş e? Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 14:14, 10 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF, bibore, ev xeletiyek ji aliyê min ve bû, min dît ku te û Penaber49 ji nişka ve gotarên min di pêş de çêkirin, bi mebestên mîna wan edîtorî kirin. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 14:47, 10 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
Jêbirina beşên ku min jêbir dîroka Anatolyayê, Kurdistanê, Selçûqiyan, Hîtîtan, Bîzansan Romayan û pêşdîrok a ku heta berê zayînê diçe min ji gotarê derxist. Min tenê beşên xapînok derxist, tiştekî xirab nekir. Silav @MikaelF: ji kerema dengê xwe ya jêbirinê bikar bîne ku ev gotar li Wîkîpediyayê nesekine, spas. Penaber49 (gotûbêj) 06:30, 11 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
Hevalê @Penaber49, hûn jixwe bi rastî dizanin ku guherandinên we yên berê diyar in? Eşkere ye ku hûn bibînin ku we tevahiya gotarê 2-3 caran jêbirin. Ger hûn bixwazin gotarek îngilîzî ya ku bi amatorî nehatiye damezrandin rexne bikin û bi tevahî xelet binav bikin, ez jî nizanim. Di gotara dîroka Îranê de, dewletên ne îranî jî hene, ez edî ji wateyê fam nakin. -- KelêÛxelfetî (gotûbêj) 00:40, 13 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu, MikaelF, KelêÛxelfetî, Penaber49, û Avestaboy: Merheba, Ghybu di serî de divê vê yekê diyar bikim ku ev çendek e ku vê nivîsa jorî dixwînim, lê tenê ji sedî 60ê nîqaşê fam dikim, çimkî KelêÛxelfetî zimanê kurdî nizane. Ev însanê ku hêj kurdî nizane çend wext e ku li ser Wîkîpediya kurdî beşdariyan dike û tevlî nîqaşan dibe.
Di nîqaşa min a bi Avestaboyê re de jî raya xwe dabû. Kesekî ku hêj kurdî nizane tê û di qadeke akademîk de bi sedan beşdariyan dike. Divê KelêÛxelfetî demildest bi kêmanî ji bo salekê were astengkirin. Ji bo ku nebêje "tarîxî", peyveke "sallamasyon" jî nivîsiye ku di ti ferhengekî de tine (Bnr. nîqaşa "[Guhertina peyvan]" û nîqaşên eleqedar). Bi vê nezanîna xwe peyvan çêdike û tevlî nîqaşên ku ez tê de me dibe.
Ya diduyan, tiştekî din ê eleqedarê isûlê heye ku divê bibêjim. Li dîroka rûpelê dinêrim, KelêÛxelfetî teqrîben 20 caran rûpelê guhartiye. Madem ku rûpel temam nebûye, ev şexs çima rûpelê bêyî temambûn diweşîne? Ji ber ku ew bêyî temambûn diweşîne kesê ku bixwaze binêre ka kî çi kiriye di çavlêgeranê de zehmetî dikişîne. Eynî tişt dîsa Avestaboy jî dike. Di rûpelan de her carê guhertineke biçûk dike ku rûpelekî bi temamî deh caran diguhêrin. Ev jî kontrolkirina rûpelê û kontrolkirina "Guhertinên dawî" yên li ser Wîkîpediyayê zehmettir dike. Divê ev kes bên hişyarkirin.
Heta vî qismê ne ji ber vê rûpelê lê ji ber nezanîna wî ya kurdî min fikrên xwe nivîsî. Li vî qismê jî eleqedarê nîqaşê fikrên xwe bêjim. KelêÛxelfetî li jor gotiye ku nabe ku li ser Wîkîpediyayê fikrên pro-kurdî bên parastin.
Di vê mijarê de jî di serî de divê em vê yekê bibêjin ku li ser Wîkîpediyaya tirkî jî ya îngilîzî jî ji ber ku hejmara tirkên li ser wê platformê zêdetir e, hakimiyet bi wan re ye û fikrên xwe yên faşîzan ên li ser kêmnetewan didin qebûlkirin, ku bi saziyên xwe jî bi hezaran kitêb dane nivîsandin li ser van mijaran. Lewma em kurd marûzê fikrên faşîzan jî dibin li ser Wîkîpediyaya tirkî û îngilîzî. Lê bila van fikrên xwe yên faşîzan qenebe di serî de li ser Wîkîpediyaya me (kurdî) nikaribin li ser me ferz bikin. Ger di Wîkîpediyaya îngilîzî de wisa hatibe nivîsîn, ev nayê wê maneyê ku ji sedî sed rast e, û divê em jî wisa bikin. Helbet em ê jî kêmtir be jî li gor metodolojiya Wîkîpediyayê û li gor metoda îlmî bi çavkaniyên kurdî an kurdan çêkin û ji wan çavkaniyan fêde bigirin. Di vê meseleyê de jî KelêÛxelfetî neheq e. Û Penaber49 jî gotinên hişk dike. Penaber49 xêra xwe nermtir hereket bike. Helbet ku yekî tiştekî xelet kir, em ê jî dengê xwe derînin. Divê tu wekî ku tenê tu rastiyê diparêzî hereket nekî. -- Bikarhêner (gotûbêj) 06:38, 15 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner Bi rastî bêjim, pesindan û qurrekirina te min aciz dike. Pirsgirêka te bi karê min re tune lê bi kesê min re bi xwe re. Kesek ji me kurdî mikemel nizane. Min hin gotarên te û @Penaber49 jî sererast kir. Dîsa jî ez wek te qurre nakim. Avestaboy (gotûbêj) 10:16, 15 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav hevalê @Bikarhêner, spas ji bo bersiva tê. Ez ne li dijî hizra kurdparêziyê me, ez tenê li dijî nêrîna @Penaber49 bûm ku min çîrokên jiyana taybet wek argûman nîşan da ku ev gotara nebaş e, li ser vê yekê min got ku dîtinên taybet di Wîkîpediya de cih nagirin. Ji ber ku Wîkîpediya Îngilîzî bi bikarhênerên xwe re pirsgirêkên xwe hene, nayê wê wateyê ku em jî neçar in. Di heman demê de ez dikarim bi kurdî bipeyivim, ez dizanim ku ez xeletiyan dikim, lê kesên wek @MikaelF an @Avestaboy tavilê li wir in û di gotarên min de tiştên piçûk hebin jî hene û pêşde diçin. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 12:20, 15 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner, PS:PS: Di gotarên Penaber49 de jî xeletiyên rastnivîsînê hene. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 12:22, 15 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner, Her wiha ez her dem ji bo nêrînên kesên din vekirî bûm, wek ku hûn di hin nîqaşan de jî dibînin, Penaber49 piştî çend caran bang li min kir ku dev jê berde, min wekî propagandayek tirkan an jî „Akpartili?“ dike. Hûn dikarin heqaretê li min bikin, lê tenê min asteng bikin? KelêÛxelfetî (gotûbêj) 12:26, 15 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
Hevalê @Bikarhêner, Ez li vir rast dibêjim, ez niha pir aciz im, min gelek sebir kir, lê her tiştê ku hûn li ser min difikirin yekser rast tê pejirandin. 2 çavên min jî hene, ez dibînim ku Penaber49 di gotarên wî de çiqas xeletî hene, di nav tiştên din de, ez dibînim ku hema hema kes bi zimanê kurdî baş nizane, û her dem tenê li ser min e, ez hêdî hêdî personalî tomar dikim ji bêr vê yekê. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 12:40, 15 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Bikarhêner, spas ji bo bersiva te. Di derbarê bersivên tund de min jî tê derxist ku hinek min bi tundî nivîsiye. Ya rastî jî tişta ku pê hêrs bibûm ku ev gotar bi jargona kesên ku Kurdan înkar dikin hatiye nivîsandin. Di derbarê nivîsandina Kelêûxelfetî kêmasî gelek hene. Çend caran di derbarê vê mijarê de bi Kelêûxelfetî re axivîm lê mixabin hêj jî di derbarê xeletiyên xwe de hêj jî berdewam dike. Dibe ku kêmasiyên herkesî hebin lê ev nayê vê wateyê ku mirov herdem bi kêmasiyên xwe re xeletiyên xwe berdewam bike.
Hemî cihan dizane ku Tirkiyê sansûrek bê exlaqî li dijî zimanê kurdî pêk tîne. Hemî saziyên zimanê kurdî hatin girtin û ewqas bê exlaqiyên mezin hene ku heta konserên sitrannêjan jî asteng dikin. Qebul kirina vê yekê ji bo kurdek felaket û nezanînek mezin e. Wîkîpediya cihê siyasetê nîne lê cihê propagandaya dewletan jî qet nîne. Di gotarek de ku mirov rabe diroka gelek neteweyan wekê diroka dewletek bide nişan bide ev rasterast dibe propagandaya wî dewletê.
Ya din ji ber ku min û MikaelF me naverokên xapînok ji gotarê derxist me wek vandalîst binav kiriye. Divê ji bo vî jî were hişyar kirin. -- Penaber49 (gotûbêj) 07:25, 15 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]