Gotûbêj:Kîmyaya nukleer
Xuyakirin
Ev rûpela gotûbêjê ji bo nîqaşên li ser pêşvexistina Kîmyaya nukleer e. Ev ne forumek e ku li ser mijara gotarê nîqaşên gelemper li dar bixin. |
Polîtîkayên gotaran
|
Çavkaniyê lê bigere: Google (kitêb · nûçe · zanyarî · wêneyên azad · WP çavk) · JSTOR · NYT · Kitêbxaneya WPyê |
Ev level-4 gotara bingehîn li gorî mîzana Wîkîpediyayê ya nirxandina naverokan hîn nehatiye sinifandin. |
Wîkîdane û standartkirina sernavan
[çavkaniyê biguhêre]Roj baş @Penaber49 , @MikaelF , @KelêÛxelfetî Ev gotar bi zimanên din jî he ye . Lê mixabin gotara bi kurdî bi tenê li ser Wîkîdaneyê tomarkirî ye . Her wiha ez difikirim ku sernav formel bibe wizeya atomî an jî wizeya navokî . Gotar û kategoriya Wize he ye. Em dikarin enerjiya atomî ji wek hemwate binivîsin . Ji ber ku sernav werin standardkirin û serên bikarhêneran tevlihev nebin. Silav û rêz https://www.kurdistan24.net/kmr/news/e1e80dab-ef19-4c44-ba47-82bbc61cfcae
https://www.dengeamerika.com/a/Iran-iaea-agreement-/6223274.html Avestaboy (gotûbêj) 09:07, 26 gulan 2023 (UTC)
- Silav hevalno @MikaelF ,@Penaber49 , @KelêÛxelfetî û @Xaneqînî hûn çawa difikirin? Avestaboy (gotûbêj) 11:55, 27 gulan 2023 (UTC)
- Silav Avestaboy, enerjî peyveke hind û ewropî ye. Di vê pêvajoyê de divê wîkîpediya di derbarê peyvan de neyê şidandin. Ez wiha difikirim navê gotaran bi navê ku herî hêsan ji aliyê xwendevanan ve tê zanîn bimîne êdî çêtir e. Di naveroka gotarê de, di nav despêka gotarê mirov dikare navên alternatîv lê zêde bike. Mînak: Enerjiya atomê yan jî wizeya atomê . Penaber49 (gotûbêj) 12:06, 27 gulan 2023 (UTC)
- Dembaş! Gelo wize (power) hevmaneya enerjî (energy) ye? Gelo Nuclear Power (wizeya nukleer) heman Nuclear Energy (enerjiya nukleer/atomê) ye yan na? Silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 16:34, 27 gulan 2023 (UTC)
- Êvar baş hevalno @Penaber49 , @MikaelF
- Enerjî peyveke yewnanî ye ku bi form û riya zimanê fransî derbasî zimanên din dibe. Erê rast e hevalê Penaber49 ku zimanên kurdî , fransî û yewnanî zimanên hind û ewropî ne . Lê dîsa jî ew peyveke fransî/yewnanî ye .Peyvên hindûewropî peyvên ku serî de di zimanên hindûewropî de bûne . Mesela peyvên nû (bi inglizî new) an jî stêr ( bi inglizî star ) peyvên hindûewropî ne . Peyva enerjî di sedsala 18an de ji zimanê fransî derket. Mesela ew peyv derbasê zimanê tirkî jî bûye . Lê zimanê tirkî dîsa jî ne zimaneke hindûewropî ye . Ez naxwazim peyva enerjî qedexe bikim . Ji bo min hemû 3 peyv wize , enerjî an jî vejen
- weke hevok û navên alternatîv û beralîkirin derbasdarin. Ez tenê dibêjim ku ji bo sernav , rastnivîs û paşgiran standartkirin pêwîst e . Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 17:55, 28 gulan 2023 (UTC)