Gotûbêj:Kesên jicihûwarkirî yên navxweyî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dembaş @Penaber49 tu çawan î? "Kesên jicihûwarkirî yên navxweyî"/"penaberên navxweyî" bi kurdî aware (IDP) ne. Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 18:45, 5 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]

Silav MikaelF, spas dikim başim. Ger ku dixwazî em navê gotarê biguherînin ji kerema navê gotarê li binivîse ku piştî bidawî bûna gotarê ez biguherînim. Penaber49 (gotûbêj) 19:10, 5 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF û @Penaber49 Gelo kelîmeya "derbider" ne berbelavtir e. Ez vê kelîmeyê ji strana Aram Tîgranî dizanim di strana Penaber de. Aware ji soranî hîn nû ketiye kurmancî, tam nerûniştî ye. Loma ez dibêjim derbider baştir e. --Balyozxane (gotûbêj). 19:21, 5 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF. Min xelet fêm nekin, ez dijmintiya kelîmeyên soranî nakim. Tenê derdê min ew e eger kelîmeyeke berbelav di nav xelkê de hebe, divê em kelîmeyeke din ya ku xelk nizane bi kar neyînin. Derdê kurmancî giran e jixwe gelek devok û zimanê "aqademîq" heye îcar em jî derdekî din çênekin ji vî zimanî xweşik re. --Balyozxane (gotûbêj). 19:41, 5 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane, @Penaber49, dembaş, çitkin, çi nakin? Ez ne çewt bim, her sê bêje aware, derbider û penaber farisî ne û di zimanê tirkî de ne (avare, derbeder, *penahber), di kurdiya soranî de jî ne (aware, derbeder û penaber). Lê bi dîtina min, sê peyvên cuda ne, îro li Kurdistanê kempayên awareyan hene, wek mînak, awareyên êzdî yên ku IDP ne. Li Ewropayê gelek penaberên kurd hene, penaber in, ne aware. Derbider jî, gava ez wêneyên cenosayda ermaniyan û dêrsimiyan dibînim, derbider tên bîra min. Îro bi kurdiya modern IDP wek awareyan tên pênasekirin. @Balyozxane ez hestên te jî bi temamî fem dikim. Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 10:00, 6 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Silav @MikaelF û Balyozxane:, wek ku hevalê Balyozxane behs dike dema ku mirov li zimanê bi navê kurdiya akademîk dinêre bi rastî hezîmetekî giran dibîne. Ev kêmasî an çewtî qebehetê me nîne lê em dikarin van çewtiyan mînîmalîze bikin. Ez nabêjim em ji sedî sed kelîmeyên soranî qebûl nekin lê dema ku mirov kelîmeyek tevlê kurmancî dike divê bi caran bifikire û lêkolîn bike ku ev peyv an kelîme çikas nêzîkî kurmancî ye. Lê mixabin diyare ku ji bo pêşketina kurdiya kurmancî xebat tune ne yan jî di xebatên ku têne kirin de kêmasî hene. Di vî mijarê de fikrê min ev e: divê em ji sedî sed peyvên soranî red nekin bi kêmasî jî be em dikarin bikarbînin li gel vê yekê jî em çawa kurmancî bi hêz dikin hewl bidin. Ji bo xebatek bihêz derkeve holê di gotarên xwe de car heye ku ji bo yek kelîmeyek bi caran lêkolîn dikim. Penaber49 (gotûbêj) 10:39, 6 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49, @MikaelF. Problemeke din jî ew e ku kurmanceke ku soranî û kurdiya "aqademîq" nizanibe eger kelîmeya "aware" bibîne, pêşî bibêje ev tê maneya "eware" bi maneya "bêkêr, netewa" - Ferhenga Mîr Celadet Alî Bedirxan r. 130
  1. Eware : Kalitesiz, düşük seviyeli. Her şey için kullanılır. - Ferhenga Yusuf Ziyaeddin Paşa ya sala 1894, Transkrîbekirin: M. Emin Bozarslan r.84
  2. eware: avare - Ferhenga Musa Anter r. 49
  3. Avare dolaşmak: Eware eware gerîn. Betal wetal gerîn. - Deyimler Sözlüğü - Ferhenga Biwêjan - Dilawer Zeraq, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê r. 101
  4. eware kirin: Meşgul etmek, zahmet vermek; Efû bike, min tu heya vê derê eware kir: Bağışla, seni buraya kadar zahmete soktum. - Ferhenga Mustafa Gazi r. 42
Herçiqas bi kurdiya "modern" an "aqademîq" kampa awareyan were bikaranîn jî, ez dibêjim bikaranîna aware gelek dê xelet were fêmkirin. Gelek çavkanî bo bikaranîna "kampên derbideran" jî heye. --Balyozxane (gotûbêj). 11:10, 6 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Eynî problem bi rûpela Lîsteya korên ziman ên cîhanê jî heye. Kurmanceke ku soranî nizanibe wextê navê "korên ziman" bibîhîze "kesên kor" were fikrê wî. --Balyozxane (gotûbêj). 11:14, 6 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF Te jî got "Derbider jî, gava ez wêneyên cenosayda ermaniyan û dêrsimiyan dibînim" jixwe IDP jî eynî ev tişt e. Kesên ku ji cihê wan bi zorê hatine derxistin. --Balyozxane (gotûbêj). 11:17, 6 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]