Here naverokê

Kesên jicihûwarkirî yên navxweyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dê û zarokên Okie ku di salên 1930an de li Dewletên Yekbûyî ji ji ber bahoza tozê ya Dust Bowl neçar mane ku cihwarên xwe biterikînin.
Di dema Şerê Kosovayê de penaberên Sirb û penaberên din ên ku albanî nînin. Serbîstan welatê Ewropayê ye ku hejmara herî zêde yê penaber û koçber lê dijîn.

Kesên jicihûwarkirî yên navxweyî kesên ku neçar dimînin ji mala xwe yan jî ji bajarê xwe derdikevin ku di nav sinorên welatê xwe de dimînin.[1] Ev koma jicihwarkirî her çend ew nekevin nav pênaseyên qanûnî yên penaberiyê lê bi gelemperî wekî penaber têne binav kirin.[2]

Di dawiya sala 2014an de hatiye texmîn kirin ku li seranserê cîhanê 38.2 milyon koçber hene ku ji sala 1989an û vir ve ev cureya koçberiyê gihiştiye asta herî bilind.[3] Li gorî daneyên 3ê gulana sala 2022an welatên ku herî zêde nifûsa wan di nav welêt de ji cihwarên xwe bûne ev in: Ûkrayna (8 milyon),[4][5][6] Sûriye (7,6 milyon), Etiyopya (5,5 milyon),[7] Komara Demokratîk a Kongoyê (5,2 milyon),[8] Kolombiya (4,9 milyon), Yemen (4,3 milyon),[9] Efxanistan (3,8 milyon),[10] Iraq (3,6 milyon), Sûdan (2,2 milyon), Sûdana Başûr (1,9 milyon), Pakistan (1,4 milyon), Nîjerya (1,2 milyon) û Somalya (1,1 milyon).[11]

Neteweyên Yekbûyî û UNHCR bi rêya Navenda Çavdêriya Jicihkirina Navxweyî ku navenda saziyê li Cenevreyê ye, piştgiriya çavdêrîkirin û analîza li ser bêwarên li seranserê cîhanê dikin.[1]

Digel pênaseya 'penaberiyê' li gorî Peymana Penaberan a sala 1951ê pênaseyek derbasdar heye, pênaseyek qanûnî ya gerdûnî ya mirovên jicihwarkirî tune ye; li seranserê cihanê tenê peymanek herêmî ji bo welatên Afrîkayê bi navê Peymana Kampala heye. Lêbelê raporek Neteweyên Yekbûyî, Prensîbên Rêvebir li ser Jicihwarkirina navxweyî ev pênase bikar aniye:[12]

kes an komên ku neçar bûne yan jî mecbûr mane ku birevin yan jî mal û cihên rûniştina xwe biterikînin, bi taybetî ji ber yan jî ji bo dûrketina ji bandorên şerê çekdarî, rewşên tundiya giştî, binpêkirina mafên mirovan yan jî karesatên xwezayî yan jî karesatên ku ji aliyê mirovan ve hatine çêkirin û kesên ku ji nav sinorên dewletî yên naskirî yên navneteweyî derbas nekirine.

Digel ku jor du hêmanên girîng ên jicihwarkirina navxweyî (bi zorê û tevgera navxweyî/hundirîn) tekez dike, li cihê pênaseyek hişk, prensîbên Rêbertî "nasnameyek raveker a kategoriya kesên ku hewcedariyên wan di prensîbên Rêbertiyê de ne" rave dikin. Bi vî awayî, belge "bi rastî ber bi nermbûnê ve diçe ne ji rastbûna qanûnî", ji ber ku peyvên "bi taybetî" destnîşan dikin ku sedemên jicihwarkirinê ne temam e. Lêbelê wekî ku Erin Mooney destnîşan kiriye, "statîstîkên gerdûnî yên li ser jicihwarkirina navxweyî bi gelemperî tenê koçberên ku ji ber pevçûn û binpê kirinên mafên mirovan ji holê rabûne têne dîtin. Her wiha di lêkolîneke dawî de tê pêşniyarkirin ku têgîna penaberên navxweyî hinek tengtir were pênasekirin û bi kesên ji ber şîdetê koçber bûne bê sinorkirin." Her çend nakokî bi giştî li ser sedema bingehîn a bêwarên berê be jî, ev nerîn êdî keniv bûye ji ber ku karesatên xwezayî û guherîna avhewa ya bi despêka-hêdî di van salên dawî de bûne sedema sereke ya jicihwarkirina navxweyî. Ji ber vê yekê, ji ber ku di statîstîkan de têne tomar kirin, bi giştî zêdetir bala xwe didin penaberên jicihwarkirî yên bandorên neyînî yên avhewayê. Ji ber vê yekê, tevî sedemên ne temamkirî yên jicihwarkirina navxweyî, gelek penaberên jicihwarkirî wek kesên ku wekî penaber werin pênase kirin, ger ev kes sinorek navneteweyî derbas bikin, tê pênaskirin.

Hêjmara giştî ya penaberên navxweyî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber ku nifûs ne domdar e, ji bo amarên giştî pir zehmet e ku meriv hejmarên rast ji bo kesên jicihwarkirî yên hundurîn were bidestxistin. Dibe ku penaberên navxweyî vedigerin malên xwe dema ku yên din direvin û yên din dikarin dem bi dem vegerin kampên penaberên navxweyî ku sûdê ji alîkariyên mirovî werbigirin. Digel ku rewşa bêwarên li kampên mezin ên mîna Kampa Darfurê ku li rojavayê Sûdanê ye, bi awayekî baş tê ragihandin ku pir zehmet e ku mirov rewşa bêwarên ku direvin bajarok û bajarên mezin binirxîne. Ji bo gelek mînakan hewce ye ku hejmarên fermî bi agahdariya zêde ya ku ji rêxistinên mirovahî yên operasyonê yên li ser erdê hatine wergirtin were temam kirin. Ji ber vê yekê, divê 24.5 milyon wekî texmînek were hesabkirin. Wekê din, piraniya hejmarên fermî bi tenê kesên ku ji ber pevçûnan an karesatên xwezayî jicihwar bûne hene.[13] Penaberên navxweyî ku ji ber pêşveçûnê têne derxistin pir caran di nirxandinan de nayên kirin. Tê texmînkirin ku di navbera ji sedî 70 û 80 ji hêjmara hemî koçberan jin û zarok in.[14]

Di sala 2010an de dihat texmînkirin ku %50 ji mirovên jicihwarkirî û penaberên navxweyî li deverên bajarî bûn ku gelek ji wan demek demdirêj e ku jicihwarên xwe koç bûne û îhtimaleke kêm heye ku ev kes careke din dîsa vegerin malên xwe. Lêkolînek ku di sala 2013an de hatiye lêkolînkirin diyar kir ku ev kesên jicihwariyên bajarî yên demdirêj ji hêla arîkariyên navneteweyî ve ji ber ku rêveberiyên navneteweyî di dîrokê de tenê bal kişandiye ser jicihwarkirina gundan, ji aliyê rêveberiya navneteweyî ve zêde hatine paşguh kirin.[15] Lêkolîn amaje dike ku ev jicihwarkiriyên bajarî ya demdirêj pêdivî bi guhertinek bingehîn ji bo kesên malavaniyên ku penaberan licihwarên xwe bicihkirine bê kirin. Ew destnîşan dikin ku ji nû ve sererastkirina bendên ji bo jicihwarkirina bajaran û di heman demê de aktorên mafên mirovan û pêşkevtinê û hikûmetên herêmî û neteweyî jî beşdar bibin.[15]

Nifûsa penaberên navxweyî ya herî dawî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tabloya jêrîn lîsteya welat û herêman li gorî hejmara Kesên Jicihwarkirî yên navxweyî ye. Li gorî Navenda Çavdêriya Jicihwarkirina Navxweyî (IDMC), hejmarên jicihwarkirina navxweyî hejmara tevgerên bi darê zorê yên di nav sînorên welatê wan de ku di nav salekê de hatine tomar kirin û dibe ku hêjmara kesên ku ji carekê zêdetir ji cih û warên xwe bûne jî di lîsteyê de hebin. Hejmara giştî ya bêwaran tomarek hemdemî ye ku ji hemû kesên ku di dawiya salê de di nav jicihwarkirina navxweyî de dijîn û bi giştî hejmara bêwarên şer û awareyên karesatê ne.

Daneyên Navenda Çavdêriya Jicihwarkirina Navxweyî (IDMC) (2022)[16]
Welat / Herêm Pevçûn Jicihwarkirinên Navxweyî Koçberên ji ber pevçûnan Karesata Jicihwarkirina Navxweyî Koçberên karesatê Bi tevahî koçber
Efxanistan 32.000 3.444.000 220.000 2.482.000 5.926.000
Albanya 320
Cezayîr 2.000 1.500 1.500
Samoaya Amerîkî 59 26 26
Angola 1.800
Arjentîn 730
Ermenistan 7.600 8.400 8.400
Awistralya 17.000 9.900 9.900
Azerbaycan 659.000 190 659.000
Bangladeş 560 427.000 1.524.000 8.600 435.600
Belçîka 100
Belîze 5.100 820 820
Benîn 1.200 1.200 6.900 6.900 8.100
Bolîvya 3.000 650 650
Bosniya û Herzegovinya 91.000 78 58 91.058
Brezîl 5.600 5.600 708.000 44.000 49.600
Bûlgarîstan 900 14 14
Bûrkîna Faso 438.000 1.882.000 2.400 1.882.000
Bûrûndî 600 8.500 13.000 67.000 75.500
Kamboçya 28.000 3.900 3.900
Kameron 139.000 987.000 66.000 23.000 1.010.000
Kanada 15.000 280 280
Komara Navendî ya Afrîkayê 290.000 516.000 77.000 516.000
Çad 80.000 300.000 158.000 300.000
Şîlî 1.500 1.500 1.500
Çîn 3.632.000 146.000 146.000
Kolombiya 339.000 4.766.000 281.000 41.000 4.807.000
Kongo 27.000 42.000 201.000 228.000
Giravên Cook 7
Kosto Rîka 1.600
Peravên Diranfîl 302.000 2.500 302.000
Krowatya 100 38 38
Kûba 90.000
Qibrîs 246.000 54 246.000
Komara Demokratîk a Kongoyê 4.004.000 5.686.000 423.000 283.000 5.969.000
Danîmarka 20
Cîbûtî 6.100
Komara Domînîkî 54.000 7.900 7.900
Ekwador 6.400 2.200 2.200
El Salvador 73.000 52.000 4.600 52.000
Eswatînî 360 360 360
Etopya 2.032.000 3.852.000 873.000 717.000 4.569.000
Fîjî 4.800 400 400
Fînlenda 8
Fransa 45.000 44 44
Polîneziya Fransî 17
Gambiya 7.800 5.600 7.000 5.600
Gûrcîstan 308.000 430 31.000 339.000
Almanya 630
Gana 2.700 5.900 5.900
Yewnanistan 710 60 60
Guadeloupe 140
Guatemala 5 242.000 74.000 7.900 249.900
Gîneya Ekwatorê 340
Guyana 120
Haîtî 106.000 171.000 15.000 24.000 195.000
Hondûras 260 247.000 46.000 3.900 250.900
Hong Kong 330
Îzlenda 56
Hindistan 1.000 631.000 2.507.000 32.000 663.000
Endonezya 7.100 72.000 308.000 68.000 140.000
Îran 42.000 390 390
Iraq 32.000 1.169.000 51.000 69.000 1.238.000
Îrlenda 26
Îsraêl 1.100
Îtalya 4.100 300 300
Japon 51.000 45.000 6.000
Qazaxistan 120 120 4.000 14 134
Kenya 15.000 30.000 318.000 373.000 403.000
Kosovo 16.000 120 16.000
Kuweyt 14
Qirgizîstan 166.000 4.000 1.700 4 4.004
Laos 560 560 560
Latviya 27
Libnan 35
Lîbya 360 135.000 135.000
Medagaskar 2.800 291.000 68.000 70.800
Malawî 297.000
Malezya 156.000 680 680
Maldîves 370
Malî 154.000 380.000 24.000 32.000 412.000
Giravên Merşalê 28 28 28
Morîtanya 23.000 23.000 23.000
Morîtyûs 140
Mayotte 8 8
Meksîk 9.200 386.000 11.000 3.600 389.600
Mongoliya 75 75 75
Moroko 9,500
Mozambîk 283.000 1.030.000 113.000 127.000 1.157.000
Myanmar 1.006.000 1.498.000 13.000 3.000 1.501.000
Nepal 93.000 58.000 58.000
Nû Kaledonya 150 170 150
Nû Zelanda 2.800 150 150
Nîkaragûa 77 16.000 11 88
Nîjer 101.000 372.000 248.000 5.100 377.100
Nîjerya 148.000 3.646.000 2.437.000 854.000 4.500.000
Koreya Bakur 200
Makedonyaya Bakur 110 110
Norwêc 170
Oman 45
Pakîstan 680 21.000 8.168.000 1.025.000 1.046.000
Filistîn 1.800 12.000 250 12.000
Panama 460
Papûa Gîneya Nû 64.000 94.000 9.600 190 94.190
Perû 73.000 24.000 29.000 102.000
Filîpîn 123.000 102.000 5.453.000 533.000 635.000
Portûgal 4.500 3 3
Porto Rîko 49.000 58 58
Romanya 160
Rûsya 7.100 7.500 2.700 28 7.528
Riwanda 7.800 3.600 3.600
Samoa 14
São Tomé û Principe 240
Senegal 8.400 12.000 460 8.860
Serbiya 195.000 1 195.000
Sierra Leone 3.000 800 3.000
Slovenya 500
Giravên Solomon 1.000 11 11 1,011
Somalî 621.000 3.864.000 1.152.000 3.864.000
Afrîkaya Başûr 62.000 220 220
Koreya Başûr 30.000 5.100 5.100
Sûdana Başûr 337.000 1.475.000 596.000 665.000 2.140.000
Spanya 31.000 10 10
Srî Lanka 12.000 11.000 23 12,023
St. Lûkya 560
St. Vînsint û Gronûdîs 3 3 3
Sûdan 314.000 3.553.000 105.000 227.000 3.780.000
Sûrînam 1.500
Swîsre 66 4 4
Sûrî 171.000 6.865.000 21.000 6.865.000
Taywan 1.700
Tacîkistan 260 18 18
Tanzanya 4.200 2.200 2.200
Tayland 41.000 22.000 680 41.680
Togo 2.300 2.300 16.000 4.700 7.000
Tonga 2.400 260 260
Trinîdad û Tobago 40 7 7
Tunis 2.000
Tirkiye 1.099.000 6.900 52 1.099.052
Giravên Turks û Kaîkos} 160
Ûganda 2.000 4.800 34.000 38.000 42.800
Ûkrayna 16.870.000 5.914.000 1 5.914.000
Keyaniya Yekbûyî 1.900 80 80
Dewletên Yekbûyî 675.000 543.000 543.000
Ûrûgay 800
Ûzbekîstan 170
Vanûatû 390
Venezuela 13.000 9.900 9.900
Viyetnam 353.000 2.200 2.200
Yemen 276.000 4.523.000 171.000 4.523.000
Zambiya 3.600 3.600 3.600
Zîmbabwe 1.300
Giştî 28.270.385 61.476.565 32.541.165 8.978.169 70.454.734

Nifûsa penaberên navxweyî ya dîrokî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî UNHCR li welat û herêman hêjmara kesên jicihwarkirî yên navxweyî yên di navbera salên 2007 û 2014an de.

Welat/herêm 2007 2008 2009 2010 2011 2012 2013 2014
Efxanistan 129.300 153.700 230.700 297,100 351.900 447.500 486.300 631.300
Azerbêycan 686.600 686.600 603.300 586.000 592.900 599.200 600.300 609.000
Bosna û Herzegovinya 135.500 131,000 124.500 113.600 113.400 113.000 103.400 84.500
Bûrûndî 13.900 100.000 100.000 100.000 157.200 78.800 78.900 78.900
Komara Afrîkaya Navend 147.000 197.000 197.000 197.000 192.500 106.200 51.700 894.400
Çad 112.700 178.900 166.700 170.500 231.000 124.000 90.000 19.800
Kolombiya 3.000.000 3.000.000 3.000.000 3.304.000 3.672 100 3.888.300 3.943.500 5.368.100
Kongo 3.500
Qeraxên Diranê Fîlê 709.200 709.000 686.000 519.100 517.100 126.700 45.000 24.000
Krowatya 4000 2.900 2.500 2.300 2.100
Komara Demokratîk a Kongoyê 1.075.300 1.317.900 1.460.100 2.050.700 1.721.400 1.709.300 2.669.100 2.963.800
Gûrcîstan 246.000 271.300 329.800 352.600 360.000 274.000 279.800 257.600
Iraq 1.834.400 2.481.000 2.647.300 1.552.000 1.343.600 1.332 400 1.131 800 954.100
Kenya 250.000 404.000 399.000 300.000 300.000
Qirgizîstan 80.000 163.900
Libnan 200.000 70.000
Lîbya 93.600 59.400 53.600
Malî 227.900 254.800
Montenegro 16.200 16.200
Miyanmar 58.500 67.300 67.300 62.000 239.200 339.200 430.400 372.000
Nepal 100.000 50.000
Nîjerya 360.000
Pakistan 155.800 155.800 1.894.600 952.000 452.900 758.000 747.500
Fîlîpîn 139.500 159.500 1.200 117.400
Rûsya 158.900 263.700 91.500 79.900 75.400
Sirbîstan 227.600 226.400 225.900 224.900 228.400 228.200 227.800 227.500
Somalî 400.000 1.000.000 1.277.200 1.392.300 1.463.800 1.356.800 1.133.000 1.133.000
Sûdana Başûr 223.700 209.700 345.700 331.100
Srî Lanka 469.000 459.600 504.800 434.900 273.800 138.400 93.500 42.200
Sûdan 1.325.200 1.225.000 1.201.000 1.079.100 1.602.200 2.033.100 1.873.300 1.873.300
Sûrye 2.016.500 6.520.800
Tîmora Rojhilat 155.200 62.600 15.900
Ûganda 1.814.900 1.236.000 853.000 428.600 125.600
Yemen 77.000 100.000 250.000 193.700 347.300 385.300 306.600
Zîmbabwe 54.300 57.900 60.100
Welat/herêm 2007 2008 2009 2010 2011 2012 2013 2014

Parastin û alîkarî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirsgirêka parastin û alîkariya koçberan ne mijareke nû ye. Di hiqûqa navneteweyî de hikûmetên welatan berpirsyar e ku alîkarî û parastinan ji bo koçberên li welatê xwe peyda bike. Lê belê ji ber ku gelek ji awareyan (penaberên navxweyî) ji ber encama pevçûnên sivîl û tundûtûjiyê ne yan jî li cihê ku desthilatdariya dewleta navendî di gumanê de ye, tu desthilatdariyek herêmî tinene ku bixwaze alîkarî û parastina penaberan bike.[17] Tê texmînkirin ku li 11 welatan nêzîkî 5 milyon koçber "alîkariya mirovî ji hikûmetên welatan wernagire." Di bin van şert û mercan de, divê polîtîkayên rehabîlîtasyonê yên li ser bingehên mirovahî ji bo kêmkirina newekheviya derfetan di nav van komên xizan de bi entegrekirina wanên di nav karûbarên civakî yên herêmî de û hişt ku ew bigihîjin kar, perwerde û derfetên tenduristiyê; wekî din dibe ku nakokiyên nû derbikevin holê.

Berevajî rewşa penaberên derveyî welatan tu saziyeke mirovî ya navneteweyî ku berpirsiyariya giştî ya parastin û alîkariya kesên jicîhûwarkirinanên navxweyî bine cih tineye. Tenê çend sazî di derbarê hinek şert û mercên taybet de xebatan pêk anîne.

Ofîsa Komîsyonera Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ofîsa Komîsyonera Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) bi biryara Civata Giştî ya 428 (V) ya di 14ê kanûna sala 1950an hatiye erkdar kirin ku "rêveberî û hevrêzkirina çalakiyên navneteweyî ji bo parastina penaberan li seranserê cîhanê û çareserkirina pirsgirêkên penaberan... xebatên di derbarê rewşa penaberan de ji aliyê Peymana Neteweyên Yekbûyî ya sala 1951ê û ji aliyê Protokola saziyê ya sala 1967an ve hatiye bi rêve birin." UNHCR bi kevneşopî angaşt dike ku ew ne xwediyê erkek taybetî yê ji bo penaberên navxweyî tevî ku bi kêmanî jî be ji sala 1972an vir ve bernameyên alîkariyê û rehabîlîtasyonê ji bo kesên jicîhûwarkiriyên navxweyî hebûn.[18] Heya nîvê salên 2000an de sazî bi tevlêbûna dozên ku daxwazek taybetî ji aliyê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ve hebe û bi razîbûna dewleta têkildar re ew amade bû ku di rewşek diyarkirî de ji bo alîkariya penaberên navxweyî bersivê bide.[17] Sazî di sala 2005an de alîkariya 5.6 milyon kesên jicihwarkiriyên navxweyî kiriye ku ji van penaberan 1.1 milyon penaber li Afrîkayê ne.[19]

Di sala 2005an de ji aliyê UNHCR ve bi saziyên din ên mirovahî re peymanek hatiye îmze kirin. "Li gorî vê peymanê, UNHCR divê berpirsiyariya sereke ya parastinê, stargeha acele û rêveberiya kampê ji bo kesên jicîhûwarkiriyên navxweyî bigire ser xwe." Di sala 2019an de UNHCR polîtîkayeke ji bo kesên jicîhûwarkiriyên navxweyî ya derxist ku pabendbûna xwe ji bo tevlêbûneke bi biryar û bi pêşbînîkirî di rewşên koçbûnên navxweyî de dubare dike.[20]

Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor xwedî erkeke ku di dema şerê çekdarî de bandorên neyînî li sivîlan dike dikare li gorî qanûnên mirovî yên navneteweyî tevbigere û qanûnan bîne cih. Sazî bi awayekî kevneşopî cudahiyê naxe navbera sivîlên ku di hundir de jicihwar bûne yan jî di li malên xwe de mane. ICRC di daxuyaniyeke polîtîkaya sala 2006an de wiha dibêje:[21]

Xaye û armanca giştî ya ICRC ew e ku êşa mirovên ku di pevçûnên çekdarî û rewşên din ên tundûtûjiyê de têne girtin sivik bike. Dema ku kiryarên rêxistinên mirovî yên din li ber çavan digire, ew kesên çi ji cih û warên xwe bin jî û ne bin jî, ji bo vê armancê rêxistin hewl dide ku alîkarî û parastina bi bandor û bikêrhatî ji bo kesên wiha pêşkêşî bike. ICRC li ser bingeha ezmûna xwe ya dirêj ên li deverên cihêreng ên cîhanê nêzîkatiyek operasiyonel li hember xelkê sivîl bi tevahî destnîşan kiriye ku ji bo peydakirina hewcedariyên mirovahî yên bilez ên hem ji bo kesên jicîhwarkirî û hem jî ji bo civakên xwemalî û mêvandar hatiye çêkirin.

Lêbelê Rêvebirê Operasyonê ferq kiriye ku bêwar "ji penageh û pêwîstiyên wan ên wekî xwarin, av, derman û ji diravan bêpar dimînin û girîngiya pêdivî yên wan ên aborî yên cihêreng pejirandiye."[22]

  1. ^ a b "Internally Displaced People". UNHCR US (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 18 adar 2024.
  2. ^ "Asylum & the Rights of Refugees". International Justice Resource Center (bi îngilîziya amerîkî). 10 çiriya pêşîn 2012. Roja gihiştinê 18 adar 2024.
  3. ^ "Global Internal Displacement Database". IDMC - Internal Displacement Monitorning Centre (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 adar 2024.[girêdan daimî miriye]
  4. ^ "Мировые новости". www.demoscope.ru. Roja gihiştinê 18 adar 2024.
  5. ^ "UNHCR: Ukraine, other conflicts push forcibly displaced total over 100 million for first time". UNHCR (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 adar 2024.
  6. ^ "Needs Growing for Over 8 Million Internally Displaced in Ukraine". International Organization for Migration (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 adar 2024.
  7. ^ "Response to Internal Displacement in Ethiopia Fact Sheet - January to March 2022 - Ethiopia | ReliefWeb". reliefweb.int (bi îngilîzî). 19 gulan 2022. Roja gihiştinê 18 adar 2024.
  8. ^ "Global displacement figures 2023". NRC (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 adar 2024.
  9. ^ "Yemen". Global Focus (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 adar 2024.
  10. ^ "Afghanistan situation". Global Focus (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 adar 2024.
  11. ^ "UNHCR Global Trends 2014". UNHCR (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 adar 2024.
  12. ^ "OCHA". www.unocha.org (bi îngilîzî). 18 adar 2024. Roja gihiştinê 18 adar 2024.
  13. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 gulan 2014. Roja gihiştinê 18 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  14. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 gulan 2014. Roja gihiştinê 18 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  15. ^ a b "Sanctuary in the city? Reframing responses to protracted urban displacement | Publication | Overseas Development Institute (ODI)". web.archive.org. 3 kanûna pêşîn 2013. Ji orîjînalê di 3 kanûna pêşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 adar 2024.
  16. ^ "Global Internal Displacement Database". IDMC - Internal Displacement Monitoring Centre (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 sibat 2024.
  17. ^ a b Goodwin-Gill, Guy S. (1998). The refugee in international law (Çapa 2. ed., paperback repr. with corr). Oxford: Clarendon Press. ISBN 978-0-19-826019-6.
  18. ^ "Refugees Magazine Issue 103 (IDPs) - Interview: Dr. Francis M. Deng, advocate for the uprooted". UNHCR (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 adar 2024.
  19. ^ White, James Daniel; Marsella, Anthony J. (2007). Fear of Persecution: Global Human Rights, International Law, and Human Well-being (bi îngilîzî). Lexington Books. ISBN 978-0-7391-1566-4.
  20. ^ "UNHCR and internally displaced persons: UNHCR's role in support of an enhanced humanitarian response to IDP situations". UNHCR (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 adar 2024.
  21. ^ "International Committee of the Red Cross". International Committee of the Red Cross (bi îngilîzî). 3 çiriya pêşîn 2013. Roja gihiştinê 18 adar 2024.
  22. ^ "We Should Have Humanitarian Access to Displaced Civilians". web.archive.org. 25 çiriya paşîn 2006. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 çiriya paşîn 2006. Roja gihiştinê 18 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)