Gotûbêj:Koendama demarê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

hevalên hêja peyva reh di zimanê kurdî de tê wateya demar.Dr.Huseyin Bektaş li gor çi kiriye sîstema rehîn ez fam nakim.Min di sosyal medyayê jî pirsî,ti kesî negot tê wateya nerve.Ji bo peyva nerve jî çi alternatîf nehatin.Lê em dikarin tiştek wiha bêjin : Sîstema Esebî,Sîstema Nerve... ? Mohajeer (gotûbêj) 21:26, 5 rezber 2013 (UTC)Mohajeer

Rehî ne rehîn (ez şaş bûm) rengdêr e ji bêjeya reh (bi îngilîzî nerv), eger bi wateya kok û damar an demar tê ye.[1]

Nerve ji îngilîzî hatiye û esebî ji eseb عصب ya erebî ye.

Girêdanên derve[çavkaniyê biguhêre]

Ramî (gotûbêj) 23:37, 5 rezber 2013 (UTC)

Bi kurdî bifikrin[çavkaniyê biguhêre]

Bi kurdî bifikirin, ma bi rastî bikaranîna rengdêrê pêwîst e? Sîstema rehî, demarî, temarî, tûreyî û hwd, bi ya îngilîzîaxivan e. Sîstema (pergala) rehan, rehikan, temaran, demaran, tûreyan, birikan ne çêtir e? Silav --MikaelF (gotûbêj) 07:14, 6 rezber 2013 (UTC)

Min sernavê gotarê guherand.

Silav

Ramî (gotûbêj) 07:43, 6 rezber 2013 (UTC)

hevalên hêja mebesta min reh,rehîn an jî rehan nîne.Min xwest ez bêjim ku peyva reh hevwateyê nerve nîne.peyva damar bi tirkî ye,li hemberî wê di zimanê me de reh heye.ji bo nerve ti tişt di zimanê me de nayê bikaranîn.mebesta min ewe ku sîstema rehîn,sîstema reh,sîstema rehî xelet e...wateya nerve nade. :https://ku.wiktionary.org/wiki/reh Mohajeer (gotûbêj) 10:26, 6 rezber 2013 (UTC)Mohajeer
Li gorî hin ferhengan, Zana Farqînî (2011): sîstema rehikan, pergala tûreyan; Î.O. Farîzov (1957): sîstema temaran (sîstêma temara). Bi behdanî, sîstema demaran. Bi soranî, koendamî demar. Huseyin Bektash sîstema birikan û sîstema rehikan jê re dibêje. Ji bo vê yekê, ne pêwîst e ku em peyveke nû biaferînin. Kîjan ji wan bi gishtî tên fehmkirin? "Birik" li kîjan herêmê tê gotin? --MikaelF (gotûbêj) 14:47, 6 rezber 2013 (UTC)
destên te xweş mamoste Mikael.Te gelek baş kir ku bi hemû zaravayan got.Li vir baş xuyaye ku reh ji bo nerve nayê bikaranîn.Ev tespîta yekem e.li vir demar û reh hevwate ne.ev tespîta duyemîn.Lê demar peyveke ji zimanê tirkî ye.damar bi soranî û feylî jî rege,bi farisî jî reg e...Brayê Mikael ez mereqdarê çêkirina peyvan nînim.Lê dixwazim li gor rastiyên zimanê Kurdî werger bên kirin.Bi fikra min kekê Zana wiha difikire: Reh=demar,vessel..rehik=nerve...lê ev jî xelet e...li gor çavkaniyên we dan reh tune ye,û çavkaniyên Zana Farqînî û Huseyin Bektaş jî nediyar in.pêşniyarên min :ji bo nervous sîstem:sîstema esebî,sîstema nervos,sîstema nerve...Mohajeer (gotûbêj) 17:52, 6 rezber 2013 (UTC)Mohajeer
Ji bo peyva nerve tenê bikaranînek diyar e û bi zaravayê Şahzenî ye.Jê re dibêjin nerv,nerw.binêr: https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/568742913183055/?comment_id=569162453141101&notif_t=like Mohajeer (gotûbêj) 18:05, 6 rezber 2013 (UTC)Mohajeer

Silav ji we re, di serî de dixwazim bêjim "sîstema esebî, sîstema nervos, sîstema nerve" ji bo famkirinê bipirsgirêk in. Jixwe ev peyva "eseb" li bakur bi bandora tirkî weke tiştekî nedîtbar (abstrakt) tê fêhmkirin. Nerve û nervos jî ji bo kurdan nû ne. Tenê kesên ku tib xwendî (an jî îngilîzî dizane) ji wan fêhm dikin. Hin tişt hene ku bi sedî sed ne rast bin jî tên bikaranîn. Di vir de heman tişt dikare were pejirandin. Lewma li gorî min "Sîstema rehikan" ne xirab e. Herwiha ger bi behdînî "Sîstema demaran" tê bikaranîn, bila ew jî di gotarê de hebe. Hem ji bo nêzîkbûna soranî û hem jî êdî bi behdînî li başûr jiyanek heye, ango behdînî li wir zindî ye û çendek mirov nikarin tenê li ser înternetê ji bo behdînî biryarê bidin. Herwiha em nikarin her peyvê ji bo ku bi tirkî ye jixwe dûr bikin. Nerve û eseb jî ne bi kurdî ne. Xx—Gomadapeyam 07:04, 7 rezber 2013 (UTC)

Hevalê Gomada tu naxwazî fam bikî,gelo ma kengî zimanê Kurdî bûye,zimaneke zanistî da ku peyvên rast bên bikaranîn? raste ku baş nayên famkirin ew peyv,bawer bike peyvên tu bikartînî pejirandin,gotar nayêne zanîn lê ew nayê wê wateyê ku em dê van peyvan jibîr bikin.Xelkê tirk jî gelek peyvên tibbî nizane lê dema hewcebûnê wê peyvê,jiber dikin,fêrî dibin.Demar ew tişte ku xwûn tê de heye,lê di nav nerveyan de xwûn tune ye.Belkî xelkê başûr nizanin,ma nabe ?Jixwe Newzad Hirorî jî xelkê başûr e û dibêje eseb. Ji bo nêzîkbûna zaravayan jî ez piştgirê te me.Mînak bi soranî ji bo sîstemê dibêjin koendam lê em peyva ingilîzî bikartînin.Ev dûrbûna zaravayan e.Xwedîderketina ziman ne tenê nivîsîn û xwendin e,rastkirin jî xwedîderketin e.Spas ji bo mamê Mikael ku gelek pirs ji kesan kir.Mohajeer (gotûbêj) 09:18, 7 rezber 2013 (UTC)Mohajeer

Silav!

Min dîsa navê gotarê guherand..

Spas

Ramî (gotûbêj) 13:25, 7 rezber 2013 (UTC)

Silav û êvarbash û gelek spas ji bo keda we. --MikaelF (gotûbêj) 15:47, 7 rezber 2013 (UTC)
Siheta te xweş brayê Ramî bo qetilkirina Kurdî...Mohajeer (gotûbêj) 15:56, 7 rezber 2013 (UTC)Mohajeer
Birêz Mohajeer, ji kerema xwe pênc hîmên sereke yên Wîkîpediyayê bixwîne. Herwiha hêvîdar im tu xwe ji gotinên ku dikarin bikarhêneran xemgîn bikin dûr bixî. Spas.—Gomadapeyam 16:53, 7 rezber 2013 (UTC)

Gelo meriv nikarê ji bo sîstem pergal binivîse ? Avestaboy (gotûbêj) 14:08, 4 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]

Sîstem an jî pergal ?[çavkaniyê biguhêre]

Silav bikarhênerên hêja ! Bi helwesta min rinde ku meriv sernavan ku bi sîstem destpê dikin li ser pergal biguherînin . Mesela gotarên pergala rojê , Pergala xebitandinê, Pergala Gloverandî ya Peywendiyên Gerok û Pergala nivîsê he ne . Bi pêşniyara min paşê Wîkîpediya û Zimanê Kurdî wisa standart dibin. Avestaboy (gotûbêj) 20:35, 5 gelawêj 2019 (UTC)