Gotûbêj:Qehweya kurdî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gelo hûn dikarin bêhtir agahiyan di derbarê vê gotarê de binivîsin? Çêkirina qehweyê, dîroka wê û hwd. Ez dixwazim li wîkiya îngilîzî gotarekê bi navê Kurdish coffee çêkim. (Hûn çi difikirin)? Lê min li înternetê meyzand agahî pirr kêm e. Herwiha li Amedê ji aliyê Hıdırefendi ve qehweya kurda hatiye derxistin. Em dikarin çawa agahiya çêkirina vê qeheweyê bi dest bixin?—Gomadapeyam 11:01, 26 gulan 2012 (UTC)[bersiv bide]

Qehweya kerengê jî heye :) Niha çênakin (an jî ji bîr kirine) ji ber ku gund hatine valakirin--Ghybu (gotûbêj) 11:37, 26 gulan 2012 (UTC)[bersiv bide]
Min nizanîbû, piştî gotina te min li înternetê meyzand lê di derbarê qehweya kerengan de jî kêm agahî heye. Mixabin, çanda me bi valakirina gundan gelekî winda bû.—Gomadapeyam 16:35, 26 gulan 2012 (UTC)[bersiv bide]
Sipas Gomada bo xebata te. Ez ê jî li agahiyan bigerim. Di dîwanan de hinekê kêm dihatiye vexwarin. Hûn dizanin bo mêvanan tiştên herî biha û moda tên îkramkirin. Kafêya ereban bûye serdest. Ji xwe niha xwarin-vexwarinên herî erzan û çorsane yên kurdî bûne delîkatez, bo mînak serûpê û ev qehweya han jî. Kekê min bihîstiye îngilîz xwedî li şirdana me derdikevin, wekî delîkatezeke neteweyî didin nasandin. Helbet bila bikin, bi ya min xwarin bo xwarinê ye, her kes dikare xwedî lê derbikeve. Lê heger înkar û wekî romiyan (tirk) xwarinên kurdî bipatent kirine wê demê jî divê mirov rastiyan bêje. Xx.. --Bablekan (gotûbêj) 08:39, 29 gulan 2012 (UTC)[bersiv bide]
Silav, qehweya kurdî, yanê qehweya kezwanê, anuha li Amedê bûye moda... ewa ku ez dizanim ev e ku bi şîr, ne bi av, tê çêkirin. Ezê bipirsim.. di warê qehweya kerengê de jî min qet nedîtiye. Xx û bxw --MikaelF (gotûbêj) 07:00, 7 pûşper 2012 (UTC)

Chicorée au Kurde (1880 - 1930)[çavkaniyê biguhêre]

@Gomada û MikaelF: Chicorée Au Kurde (1850 – 1930) / [1]--Ghybu (gotûbêj) 01:58, 21 berfanbar 2018 (UTC)

@Ghybu û Gomada: Ez bawer nakim ku "Chicorée au Kurde" heman tişt be; ne qehwaya kurdî ye. --MikaelF (gotûbêj) 11:24, 21 berfanbar 2018 (UTC)
"Chicorée" eva ha ye: https://en.wikipedia.org/wiki/Chicory. --MikaelF (gotûbêj) 11:31, 21 berfanbar 2018 (UTC)
Erê, ez jî bawer nakim :) Li Fransayê bi vê riwekê qehwe çêdikin: Chicorêe_(boisson) / Chicorée industrielle / Ricoré--Ghybu (gotûbêj) 11:43, 21 berfanbar 2018 (UTC)

Qehweya Kurdî[çavkaniyê biguhêre]

@MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Gomada: Silav hevalno  ! Bi min rind e ku em sernavê gotar wek Qehweya Kurdî biguherînin . Hikûmeta Tirk ji bo zordestiya nasnameya Kurd her tiştî dike. Heya niha nabe ku em piştgiriyê asîmilasyonê bikin. Navê qehwa Kurd berî damezrandina Komara Tirk berê dihat bikar anîn. Wîkîpediyaya îngilîzî jî Kurdish coffee wek sernav nivîsandiye . https://en.m.wikipedia.org/wiki/Kurdish_coffee Avestaboy (gotûbêj) 18:27, 7 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Rast e, niha di nav kurdan de wisa belav dibe û tê bikaranîn.—Gomadapeyam 11:32, 13 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]