Gotûbêj:Rêhesin

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Celadet Bedir xan di pirtûka gramera kurdî de wiha dibêje:"peyvekê ku bi tîpa ê dawî lê hatiye, qertafekê ku bi tîpa y dest pê bike, dengdêra dawî ya peyvê dadigere tîpa e. Mesela reya min an jî diya min ". Di ferhengên kurdî de jî ji bo van peyvan wiha dibêje: diya keçikê an jî riya rast. Her wiha li amedê riya duçerxeyê heye û li ser wê jî RIYA DUÇERXE dinivîse. Di heman katî de jî rûdaw û basnews ji bo bikaranîna peyva rê wiha nivîsandine: Rûdaw-"Balafira balhiger a Rêya Hewayî ya ACT a Tirkiyê", Basnews-"bi rêya deriya Semelka"..Hun di vê mijarê de dibêjin çi?--QazîKurd (gotûbêj) 16:33, 19 rêbendan 2017 (UTC)

Bi dîtina min, Riya Teze, diya min, li ser piyan rast in. Navê rojnameya kurdî Riya Teze bû, ne Rêya Teze. Mamosteyên min ev in: Celadet Bedirxan & Roger Lescot, Samî Tan, Zana Farqînî, Husein Muhammed û gelekî din. --MikaelF (gotûbêj) 08:30, 20 rêbendan 2017 (UTC)
Husein Muhammed Bikarhêner:Ferhengvan e.--Ghybu (gotûbêj) 11:48, 20 rêbendan 2017 (UTC)