Gotûbêj:Saziya Zimanê Kurdî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Agahiyên Wîkîdaneyê[çavkaniyê biguhêre]

Silav @MikaelF û @Balyozxane min ji bo gotarê rûpeleke Wîkîdaneyê çêkir . Lê mixabin ez ne hemû fonksiyonan jî nizanim. Gelo hûn dikarin agahiyên din jî li ser Wîkîdaneyê tomar bikin ? Avestaboy (gotûbêj) 21:04, 29 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy Zêde agahî tine mixabin. --Balyozxane (gotûbêj). 22:31, 29 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Gelek spas @Balyozxane . Her wiha hevalê @MikaelF di vê û di gotara Balafirgeha Qamişlokê Qamişlokê nivîsand. Heya ez dizanim guhertoya Qamişlo ji Qamişlok bêhtir tê bi kar anîn.Her wiha di danasîna wêneyê de jî Balafirgeha Qamişloyê
û ne Zanîngeha Qamişlokê hatiye nivîsandin.https://commons.wikimedia.org/wiki/File:P180710_07.320001.JPG#mw-jump-to-license
Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 23:29, 29 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy, tu çawan î? Navê bajêr, ez ne çewt bim, hertim Qamişlo (Qamişlî) ye, lê forma tewangkirî Qamişlokê ye, Qamişloka Evînê, bajarê Qamişlokê, li Qamişlokê û hwd. Xelkê Qamişlokê qamişlokî ne... Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 09:09, 1 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
Silav hevalê @MikaelF Ez baş im . Gelek spas. Gelo tu çawanî  ? Navê Qamişlo îhtîmale ku ji peyva tirkî kamış bi paşgira -li hatiye çêkirin û tê wateya "bi rûlan / qamîşan". Li gorî Wîkîferhengê Qamişlok guhertoyek e. Guhertoya ku herî zêde tê bi kar anîn ema Qamişlo ye .Ez ema ne zimannas im . Heke şibhe û guman hebin em dikarin hêjmara gotarên înternetê binêrin. Silav @Balyozxane,@Penaber49@Biyolojiyabikurdi,@Ghybu, @Gomada û @Ehmedbeg hûn li ser vê çawa difikirin? Avestaboy (gotûbêj) 10:32, 1 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]
Silav Avestaboy, di derbarê navê bajêr de li ser Wîkîpediyayên din jî tu çavkaniyek min nedît. Her çiqas navê bajêr li gorî zimanan biguhere dîsa jî bi yek navekî tê binavkirin. Wateya bi zimanê erebî nizanim lê wateya navê bajêr di kurdî û tirkî de hevwate ne. Kamışlı di zimanê tirkî de tê wateya qada bi bi qamîş bi kurdî jî Qamişlok tê heman wateyê. Qamişlo ji xwe bajarek mezin e ku beşek ji bajêr navçeyê Nisêbînê di nav sinorê Bakurê Kurdistanê de maye. Li gorî fikrê min navê Qamişlok ji ber bajêr, bajarek mezin e ji bo bajêr navekî sivik e. Ji ber ku navekî dinê bajêr jî tuneye navê herî lêhatî Qamişlo ye. Penaber49 (gotûbêj) 11:54, 1 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]