Gotûbêj:Xelata Nobelê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Silav, bi min baş e ko navê rûpelê bibe Xelata Nobelî. Ji ber ko Nobel ne naznav anko wesfa xelatê, lê xwedîyê xelatê bi xwe ye û navekê nêr e. Ew xelat ya kî ye? Ya Nobelî, Alfredê Nobel e.KurdoChali (gotûbêj) 20:12, 11 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Xelata nobelê[çavkaniyê biguhêre]

Di vê be xelata Nobel. Çunke regazê nêr û mê bes di havoka de tên. Û her wesa navê nobel têkldar bi alfred ve nîne. Hemû navek di mesla nêr û mê de hisba xwe ya teybet heye. Herwa her dû navên xwlat û nobel di mêne.

Min nobel wergirt (Na naskirî) Min nobela Aştiyê wergirt ( naskirî) Dilovan Gervan (gotûbêj) 21:22, 11 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Silav Keko, Te çend tişt tevlihev kirine. Hevoka "Wê nobela fîzîkê wergirt" dirist e, lê "Min xelata Nobelê wergirt" şaş e. Referans û struktura hevokan û peyvan ne yek e. Dîsa silav û rêz. KurdoChali (gotûbêj) 10:19, 24 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Xelata Nobel[çavkaniyê biguhêre]

Bi dîtina min, xelata [bi navê] Nobel [e]; xelata [bi navê] Saxarov; xelata [bi navê] Mark Twain; xelata [bi navê] Rafto; qatjimara [bi navê] Gini û hwd e. Wekî din navên biyanî ne. Em xelata Saxarovê/Saxarovî, xelata Mark Twainê/Mark Twainî, ya Raftoyê/Raftoyî nanivîsin, kî dikare ronî bike çima? Bi silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 08:37, 21 adar 2021 (UTC)[bersiv bide]

Wekî din ev xelat jî hene: xelata Pulitzer, xelata Mûsa Anter; ne xelata Pulitzerê/Pulitzerî, ne xelata Mûsa Anterê/Mûsa Anterî... Silav --MikaelF (gotûbêj) 08:54, 21 adar 2021 (UTC)[bersiv bide]