Gotûbêja bikarhêner:Mihemedê Necmedînî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî![çavkaniyê biguhêre]

Penaber49 (gotûbêj) 16:24, 25 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav Mihemedê Necmedînî, jibo hewl û xebatên te yê jibo wîkîpediya kurdî spas dikim lê mixabin kêmasiyên berbiçav li ser gotarên te de heye. Gotar çiqas li gorî standardên wîkîpediya be ew qasî asta kalîteya gotar û wîkîpediya bilind dibe. Di derbarê nivîsandina gotaran de rêbernameya wîkîpediya kurdî li vir e, serkevtin. Penaber49 (gotûbêj) 19:13, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Di çi warî da kêmasî hene? Ji alîyê rênivîsê, zimanî, naverokê? çi? ji kerema min haydar bike. Spas. Mihemedê Necmedînî (gotûbêj) 07:08, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Eger ji alîyê zimanî ve kêmasî hebin, ez ji zimanê xwe bawerim lê min têbînî li ser zimanê pîvankî yê wîkîpediyaya kurdî hene. Ji bo mînakê te nivîsîye "hewl" çima nanivîsî "bizav"? bizav kurmancî ye, û hewl ji kû hatîye?. Te nivîsîye hewl û xebatên.. anko gelek in ne kiteke, lê nizanim paşî çima te nivîsye "yê" û te nenivîsye "yên"..? çinkî di kurmancîyê de yên ji bo komê dibe. jibo mînakê te nivîsîye "kêmasîyên" anko bi rengê "kom" çinkî te nîşana komê "ên" lê zêdekirîye û paşî te li dawîyê gotîye "heye" anko te kirye kit. Ev jî şaşîye. Mihemedê Necmedînî (gotûbêj) 08:43, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav Mihemedê Necmedînî, peyva bizav min zêde nebihîstiye. Hewl, (bi tirkî "çaba") daxwaz a xwesteka xebatekiye. Xebatên te yê li ser gotara Raymond Aron didome nizanim, dema ku gotarê berfireh dike ji kerema xwe şablona

dayine ser gotarê ku mirov bizane xebatên gotarê hê maye. Di vê gotarê gelek xeletiyên bêhnok, noqte û dema ku bi zêdekirina tîpa "û" hevokên bi hevre tên girêdan bêhnok heye ev jî xeletî ye. Ji kerema xwe kontrol bike tu jî dibînî. Gotarek ku li gorî standardên wîkîpediya be, divê li gorî mijaran naverok bê dabeşkirin û herê dawî beşa çavkanî lê bê zêdekirin û li gorî naverok û mijarê jî kategorî lê bên zêdekirin. Mînak niha te di gotara di dawiya de nivîsiye tu çavkanî lê nehatiye zêdekirin. Ya din ji xeynî wîkîpediya min li cihekî din li şûna peya ku, wekî ko tê nivîsandin nedîtiye. Bi silav û rêz. Penaber49 (gotûbêj) 09:40, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav û rêz, Penaber49
1- Peyva "bizav", gelek kurmancî ye û di helbestên kilasîkên me da xweş dihê dîtin û bab û kalên me her gotine "Bizava rizgarîxaz a Kurdistanê..", "hewl" nû ye, û bi rêya soranîyê kevtîye nav me da.
1- Min hindek çavkanî zêdekirin. Cenabê te di wê meseleyê da heq e.
2- Ez "ko" pesendtir dibînim ji "ku".
3- Pirsyar: gelo çima gava ez navê têgehan bi kurdî di nivîsim dihên guherrîn û dibin ingilîzî? bo mînakê ez di nivîsim ketwarbînî ko tivav kurdî ye êksar dibe realism? Şopparêzî dibe Conservatism? dibê em kar li ser wê bikîn ko ev têgehe bihên kurdandin.
4- Çima dema ez navan bi şêweyê kurdî di nivîsim dhên guherrîn; mînak: Mihemedê Elîyê Hesen êkser dikin şêweyê erebî Mihemed Elî Hesen?, kurdan her kevin nav tewandine gotine Hesenê Elî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran. Dibê em navên biyanî jî li ser şêweyê kurdî bi nivîsin bo mînakê: Raymondê Aron, Kênetê Waltiz. çewa bab û kalên me digotin Hafizê Şîrazî ma Hafiz jî ne fars bû? Wekî tirk jî gava navên biyanî dibêjin li ser şêweya tirkî dibêjin.
Gelek spas. Mihemedê Necmedînî (gotûbêj) 10:08, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav û rêz @Penaber49 navê şablona "Karê berfirehkirina vê nivîsarê hê jî berdewam e" çî ye? çewa dikarim danim ser gotarekê? Mihemedê Necmedînî (gotûbêj) 12:17, 21 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]

Navê şablonê xebat e Penaber49 (gotûbêj) 13:35, 21 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]