Gotûbêja bikarhêner:Penaber49
Arşîv | |||
---|---|---|---|
| |||
Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî!
[çavkaniyê biguhêre]Wîkîpediya, ensîklopediya azad a bi kurdî,
- Wîkîpediyaya kurdî projeyeke navneteweyî û azad e. Armanca wê komkirina zanyariyan a bi alîkariya çavkanî û jêderan û bi şêweyê ensîklopediyê ye. Hewleke hevbeş e ku ensîklopediyeke azad derkeve holê. Her kes dikare tevlî nivîsandina vê berhemê bibe. TU nivîskarê/a vê ensîklopediyê yî! Gavên pêşî gelek hêsan in.
- Berî ku tu dest bi karê xwe bikî, ji kerema xwe re li vir binêre. Heke te alîkariya bikarhênerên din hewce be û tu bixwazî ji bikarhênerên Wîkîpediyayê re binivîsî, here rûpela gotûbêja mijarê û dû re li jor « Mijarekê lê zêde bike » bitikîne.
- Ji ber sedema mafên telîfê em li Wîkîpediyayê nivîsên di çavkaniyeke din de li vir nanivîsin, lê bikarhêner dikarin bi gotinên xwe û bi nîşandana çavkaniyê ji çavkaniyên din sûd werbigrin. Ji kerema xwe re agahiyên peyv bi peyv ji malper, pirtûk an jî kovaran li ser Wîkîpediyayê kopî neke. Tu nivîskar î û divê tu gotarên xwe bi peyvên xwe binivîsî!
- Heke alîkarî ji te re hewce be tu dikarî rûpela Alîkariyê bixwînî û pirsên xwe li Dîwana Wîkîpediyayê an jî Kurdîgehê binivîsî.
- Dema ku tu di gotarekê de tiştekî biguherînî, divê tu bi nêrîneke bêalî û bi zimanekî ensîklopedîk binivîsî. Çavkaniya agahiyê jî ji bir neke!
- Îmzeya xwe li nava gotarê nexe û di gotaran de reklamê neke an jî e-mail û hejmara telefona xwe nenivîse. Ji bo danasîna xwe tu dikarî di rûpela xwe ya bikarhêneriyê de bi bikaranîna şablona Babîlê agahiyan bidî.
- Dema te ji bikarhênerên din re peyam nivîsand, ji kerema xwe li gorî hîmên rêzgirtinê tevbigere û wisa bifikire ku her kesê li vir weke te dixwaze ji bo pêşvexistina Wîkîpediyayê beşdar dibe û wan weke kesên niyetbaş bihesibîne. Pênc hîmên sereke yên Wîkîpediyayê jî bixwîne.
- Divê mirov xwediyê/a tenê yek hesabî be! Hinga çend hesabên heman kesî an jî çend hesabên mirovên cuda yên ku di gotûbêjan de ji bo bidestxistina avantajê bi hevre tevdigerin, di Wîkîpediyayê de weke kuklabaziyê tê binavkirin û ev dibe sedema astengbûnê.
- Heke te rê û rêbazên Wîkîpediyayê xwendibî, êdî tu dizanî bikarhêner çi dikin û bi çi awayî gotaran diguherînin. Wîkîpediyaya kurdî her roj di nava pêşketinê de ye. Niha 84.091 gotarên bi zaravayên dimilî, kelhûrî, kurmancî û soranî yên bi tîpên latînî hene.
Kurterêbera rastnivîsînê ya Wîkîpediyaya kurdî
|
|
Klavyeya kurdî: Kurdî-h • Kurdî-tr (metod ji bo klavyeya tirkî)
--MikaelF (gotûbêj) 19:22, 17 adar 2020 (UTC)
Komun an şaredarî
[çavkaniyê biguhêre]Silav bira. Kategorî:Komunên parêzgeha Alessandriayê li ser en.wîkiyê wekî en:Category:Municipalities of the Province of Alessandria hatine qeydkirin loma ez dibêjim em jî bar bikin Kategorî:Şaredariyên parêzgeha Alessandriayê. Dibe? --Balyozxane (gotûbêj). 18:50, 17 hezîran 2024 (UTC)
- Dibe bira wek ku dibêjî êdî baştir e.Penaber49 (gotûbêj) 18:51, 17 hezîran 2024 (UTC)
Translation request
[çavkaniyê biguhêre]Hello, Penaber49.
Can you translate and upload the articles en:1668 Shandong earthquake (the deadliest earthquake in the 17th century and the most powerful earthquake in East China) and en:1976 Tangshan earthquake (the second deadliest earthquake in history and the deadliest earthquake in the 20th century) in Kurdish Wikipedia?
Yours sincerely, Oirattas (gotûbêj) 17:11, 21 tîrmeh 2024 (UTC)
- Hello Oirattas, Thank you for your suggestions. There are a few article lists that I want to complete right now. When I finish these, I will translate them as soon as possible. Penaber49 (gotûbêj) 17:33, 21 tîrmeh 2024 (UTC)
- I understand. Thank you for the reply. Oirattas (gotûbêj) 18:02, 21 tîrmeh 2024 (UTC)
- Hello, Penaber49.
- Can you translate and upload the articles en:1668 Shandong earthquake and en:1976 Tangshan earthquake by 31 December 2024, when you have time?
- Yours sincerely, Oirattas (gotûbêj) 20:40, 21 îlon 2024 (UTC)
Çalakvan û aktîvîst
[çavkaniyê biguhêre]Silav hevalê @Penaber49 Li gorî min guhertina sernavê kategoriya Çalakvanên kurd wek Aktîvîstên kurd ne lazim bû . Li gorî te sedem ew bû ku wateya çalakvan û aktîvîst cuda ne . Ferhenga min a D. Îzolî wek PDF heye . Li gorî vê ferhengê yek ji wateyên peyva çalak aktîv (aktîf) e . Li gorî ferhenga 2 bergî (Kurdî -Almanî , Almanî -Kurdî) ya Amîrxan yek ji wateyên peyva çalakvan aktîvîst e. Lî gorî sepana O-ferheng jî çalakvan tê wateya aktivist û eylemci. Herdu hemwate ne . Merheba @MikaelF, @Ghybu , @Balyozxane@Gomada, @Biyolojiyabikurdi hûn li ser vê çawa difikirin ? Avestaboy (gotûbêj) 16:01, 17 tebax 2024 (UTC)
- Silav Avestaboy, aktîvîst û çalakvan heman wate hilnagirin. Dibe ku li hinek ferhengan heman peyv bê bikaranîn lê divê mirov hinek li gorî wateyên rastîn bifikire. Li gorî wateya peyvê aktîvîst ev kesên ku ji bo karên xêrxwazî yan jî dilxwazî de xebatan dimeşînin. Çalakvan bi hevwateya tirkî eylem yan eylemci, yanî kesên ku li kolanan ji bo tiştekî meş lidardixe an jî di tevgerê de ye. Wek mînak saziyên medyayê ya kurdî ji hinek şêwazên şer re dibêje çalakî. Ez di vê fikrê de me divê em ji kesên aktivîstre nebijên çalakvan. Çalakvan ew kesin ku ji bo armanceke bi awayekê fizîkî di tevgerê de ye. Penaber49 (gotûbêj) 16:20, 17 tebax 2024 (UTC)
- @Penaber49@MikaelF
- Kesê ku ji bo tiştek li ser kolanê dimeşe xwepêşandêr (protester, gösterici) ye . Heke ez şaş nebim eylemci û aktivist bi tirkî hemwate ne . Yek peyveke xwemalî û yek jî peyveke latînî ye . Avestaboy (gotûbêj) 18:45, 17 tebax 2024 (UTC)
- Silav Avestaboy, di zimanê tirkî rasterast peyveke ku peyva aktivîst rave bike tineye. Eylem ji kesên ku ji bo tişteke ketiye tevgerê dibêjin. Li vir pirsgirêk ne peyv e ravekirina peyvê ye. Ez wiha difikirim dema ku em ji kesên aktivîstre bêjin çalakvan ew kes bi çi awayê çalak e nayê fem kirin. Di nav ravekirina çalakiyê de kesên xwepêşandan, kesên şervan û kesên ku di warê tiştek de aktîve yanî gelek tişt di nav yek peyvek de kom dibe. Dema ku em bêjin aktivîst ew dem mirov dizane ku ev kes rasterast ji bo tiştekî têkoşîn dike. Penaber49 (gotûbêj) 19:02, 17 tebax 2024 (UTC)
- @Avestaboy, @Penaber49, @Balyozxane: Xuya ye ku di gelek malperên kurdî de û nemaze li ser înternetê peyvên aktîvîst, çalakvan û çalakdar wek hevmane tên bikaranîn; çalakvanên siyasî, jineçalakvaneke alman, aktîvîstên siyasî, çalakdarên parastina xwezayê, çalakdarên çanda kurdî û hwd. Di şûna aktîvîst, çalakvan û çalakdar de mirov dikare "endamên çalak, kesên çalak, mirovên çalak, kurdên çalak, jinên çalak"... jî binivîse. MikaelF (gotûbêj) 10:22, 18 tebax 2024 (UTC)
- Silav MîkaelF, divê em yek naveke standard bikarbînin. Çalakvan an aktivîst her du jî pak e. Navê din dibe ku tevlîhevî çêbike. Penaber49 (gotûbêj) 12:54, 18 tebax 2024 (UTC)
- Silav, dibe ku ez çewt bim, lê ez îro aktîvîst, çalakdar (çalakvan?) û neberdkar wek hevmane dibînim. Silavên germ. MikaelF (gotûbêj) 17:59, 17 tebax 2024 (UTC)
- Silav Avestaboy min çend caran ceriband ku ez navê kategoriyê vegerînim navê berê lê xeta dide nîşan. Ev çawa tê sererastkirin? Penaber49 (gotûbêj) 09:17, 18 tebax 2024 (UTC)
- Merheba hevalê @MikaelF Gelo tu dikarî guhertina kategoriyê betal bikî ? Avestaboy (gotûbêj) 17:48, 28 îlon 2024 (UTC)
- P.S. @MikaelF,@Ghybu ? Avestaboy (gotûbêj) 09:38, 29 îlon 2024 (UTC)
- Silav @Balyozxane, @MikaelF , @Ghybu, @Gomada Avestaboy (gotûbêj) 08:15, 30 îlon 2024 (UTC)
- Silav Avestaboy, nav nayê guhartin ez texmîn dikim ku pirsgirêke teknîkî heye. Penaber49 (gotûbêj) 08:21, 30 îlon 2024 (UTC)
- Silav! Çêbû Ghybu (gotûbêj) 00:27, 1 çiriya pêşîn 2024 (UTC)
- Silav Avestaboy, nav nayê guhartin ez texmîn dikim ku pirsgirêke teknîkî heye. Penaber49 (gotûbêj) 08:21, 30 îlon 2024 (UTC)
- Silav @Balyozxane, @MikaelF , @Ghybu, @Gomada Avestaboy (gotûbêj) 08:15, 30 îlon 2024 (UTC)
- P.S. @MikaelF,@Ghybu ? Avestaboy (gotûbêj) 09:38, 29 îlon 2024 (UTC)
- Merheba hevalê @MikaelF Gelo tu dikarî guhertina kategoriyê betal bikî ? Avestaboy (gotûbêj) 17:48, 28 îlon 2024 (UTC)
Bot ji bo gund û bajaran
[çavkaniyê biguhêre]Silav kek @Penaber49, tu cawa yî? Min dît ku tu hinek "bot" bikar tînî ji bo cêkirina gotarên li ser gund û bajarên welatên cûda. Ez jî dixwazim fêr bibim û bi vî rengî Wîkîpediya kurdî zengîntir bikim. Gelo tu dikarî li ser vê mijarê alîkar bî? Ti Template hene ku ez yek bi yek copy-paste bikim û bidim xebitandin? :P Silav û rêz ji te re. Ferrus (gotûbêj) 09:01, 20 tebax 2024 (UTC)
- Silav Ferrus, spas dikim baş im. Min rasterast botan bikar neaniye. Tenê ji bo girêdana navzimanî bota Balyozxena heye ew jî bi awayekê otomatîk dixebite. Wek mînak çêkirina gotarên Komunên Ewropayê ji çend xebatan pêk tê. Pêşî lîsteya gotaran (li ser wîkîpediya îngilîzî heye) bê çêkirin û piştre jî li gorî agahiyên komunê (parêzgeh, herêm, welat û hwd..) bê nivîsandin û paşê bi şablonên ku navan bi awayekê otomatîk bicih dike mînaka temamî tê amadekirin. Ji bo bi dehan gotar tê çêkirin ji bo xeletî çênebe divê mirov bi caran naveroka çêkirî kontrol bike.
- Ji ber ku şablon lê bê nivîsandin hinek naverok winda dibin mînakek heyî hesaba Instagramê ku ez birêve dibim tu li wir heyî ji te re dişînim. Penaber49 (gotûbêj) 09:50, 20 tebax 2024 (UTC)
- Peyama te yê Instagramê girtî ye. ji kerema xwe ku dikarî veke an jî li vir e-maîl a xwe binivîse. Penaber49 (gotûbêj) 09:55, 20 tebax 2024 (UTC)
- Êvara te bi xêr, spas ji bo bersiva te. Tu dikarî li ser Instagramê ji min re bişînî, hesaba min ev e: ferrus63 Ferrus (gotûbêj) 20:29, 20 tebax 2024 (UTC)
- Peyama te yê Instagramê girtî ye. ji kerema xwe ku dikarî veke an jî li vir e-maîl a xwe binivîse. Penaber49 (gotûbêj) 09:55, 20 tebax 2024 (UTC)
Hamidreza Ghorbanî (stranbêj)
[çavkaniyê biguhêre]Slav Kerem bikin rûpela gotûbêjê ya gotara Hamidreza Ghorbanî (stranbêj) bibînin. spas Soheilst (gotûbêj) 04:00, 12 çiriya pêşîn 2024 (UTC)