Here naverokê

Gotûbêja kategoriyê:Superlehengên ajal

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Silav @Avestaboy, ajal? MikaelF (gotûbêj) 21:58, 12 kanûna pêşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF
https://m.youtube.com/watch?v=RtZPvHOgp-c Avestaboy (gotûbêj) 22:04, 12 kanûna pêşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Avestaboy, @Penaber49, @Ferrus, @Gomada, @Biyolojiyabikurdi, @Balyozxane, @Guherto, @Bikarhêner, erê, çend canewar/heywan ajal/ajel in, wek mêşin, çêlek, beraz, bizin... (bi tirkî jê re dibêjin "çiftlik hayvanlari"); lê, gelo şêr, hirç, rovî, hespê çemî, mar û canewerên din ên kovî ajal in? MikaelF (gotûbêj) 08:14, 13 kanûna pêşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
Ajal û heywan 2013 --MikaelF (gotûbêj) 08:44, 13 kanûna pêşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF Berê gotarên Ajalên hovî û Ajalên kedî hebûn. Ji ber ku şerê peyvan hebû (ajal û heywan) paşê herdu gotar ji aliyê te wek Zîndewerên kedî û Zîndewerên kovî hatibûn guhertin. Mesela pirtûkeke duzimanî (almanî û kurdî) ji aliyê Susanne Böse û Jens Reinert ve bi sernavê Unsere Haustiere - Ajalên me yên kedî heye. Peyvên wek ajaldarî hene .Heke ema guman hebin em dikarin birêz @Biyolojiyabikurdi jî bipirsin. Avestaboy (gotûbêj) 09:53, 13 kanûna pêşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
https://www.tamakai-books.de/de/Kurdisch/unsere-haustiere-kinderbuch-in-deutsch-und-kurdisch-kurmanci.html Avestaboy (gotûbêj) 10:05, 13 kanûna pêşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]

Silav ji we hemûyan re,

Zîndewerên li ser rûyê erdê di 5 cîhanan de (kingdom) tên polenkirin

1 Cîhana monereyan

2. Cîhana protîstan

3. Cîhana karokan

4. Cîhana riwekan

5. Cîhana ajalan

Ajalên birbiredar û yên nebirbiredar hene.

Îsfenc, kurm, dûpişk, mêşhingiv mînak in bo ajalên nebirbiredar.

Ajalên birbiredar ji 5 polan pêk tên.

1.Masî, 2.Bejavî, 3.Xişok, 4.Balînde û 5.Memikdar

Bi kurtî, heke tiştek zîndewer be, ew tişt yek ji endamê cîhanên jor e. Mirov ajalek memikdar e. Mar ajalek xişok e. Mirîşk ajalek balînde ye.Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 14:08, 13 kanûna pêşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]

Dembaş @Biyolojiyabikurdi, gelo tu etîmolojiya peyva "ajal" dizanî? Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 15:54, 13 kanûna pêşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
Silav @MikaelF, min heta niha li ser etîmolojiya peyvan xebat nekiriye, loma etîmolojiya peyva ajal jî tê de, ez etîmolojiya peyvan nizanim. Di hin çavkaniyan de li dewsa "ajal", "ajel" hatiye bikaranîn, lê ez nizanim ka kîjanê rast e. Ez bi salan e beyî ko etîmolojiya vê peyvê bizanîbim, ji ber ko bilêvkirina wê hêsan e, min di xebatên xwe de "ajal" bi kar anî.
Di ansîklopediya zarokan de (Narayana Press / Danmark 2004 ISBN: 91-89675-32-0) di 21 cihên cuda de peyva "ajel" bi wateya "animal" a înglîzî hatiye bikaranîn.
Di ferhenga Dr Seydo Homan a bi navê "Nûjdarî û ingilîziya nûjdariye" de peyv wekî "ajal" hatiye bikaranîn. Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 17:10, 13 kanûna pêşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
Silav MikaelF. Li ser Wîkîferhengê etîmolojiya peyvê binêre: wikt:ajel#Etîmolojî û wikt:Gotûbêj:ajal#Etîmolojiya peyvê. Ghybu (gotûbêj) 18:26, 13 kanûna pêşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu, ahaa, gelek spas, tu her hebî! MikaelF (gotûbêj) 19:03, 13 kanûna pêşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Biyolojiyabikurdi, gelek spas ji bo bersiva te, mamoste. Bimîne di xêr û xweşiyê de. MikaelF (gotûbêj) 19:01, 13 kanûna pêşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]