Grevên birçîbûnê yên kurdan
Di vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in.(adar 2024) |
Grevên birçîbûnê yên kurdan, ew grev û rojî bûn ku berê di destpêka salên 80î de li girtîgehên Tirkiyeyê bi girtiyên siyasî yên kurd re dest pê kirine ji bo maf û rûmeta xwe. Îro jî di vê demê û salê de, greva birçîbûnê û rojiya mirinê, ji bo maf, rûmet û statûya gelê kurd e.
Di salên 1980-1990î de grevên birçîbûnê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di vê deme sale 1980´î û hinekî weke piştre bi du salan re gireva birçîbûnê ya li zindanê di pêşengiya Kemal Pir, Akif Yılmaz, Mehmet Hayri Durmuş, Ali Çiçek û girtiyên siyasî yên din de dest pê kir. Greva birçîbûnê ya vê demê, bi mirina van mirovên ku heta roja me di dilê gelê kurd de dijîn re bi encam bû. Piştre, bi wan re, kevneşopiyeke greva birçîbûnê di nava kurdan de bi wan re dest pê kir. Piştî wan re, dem bi dem li zindanan hertimî girêvên birçîbûnê bûn û ketina rojavê de. Greva herî zêde ku ket rojevê de ya di salên 1996 û hwd[çavkanî hewce ye] bû ku di encama wê de 12 mirovan jiyane xwe ji dest da.[çavkanî hewce ye]
Piştre jî, hertimî ji ber ku di zindanan de hêrîşên rûmetşikandinê li girtiyan dibûn, êdî wan jî, ya ku ji destê wan dihat ew bû ku bikevina greva birçîbûnê de. Ji wê û pê de, ti tiştek di destê wan de nebû ku bikin.
Rojiya mirinê ku di 12ê îlona 2012an de dest pê kir
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Greva birçîbûnê ên di 12ê îlona 2012an de ku dest pê kirin di zindanan de, bi hezaran kurd ketibûbûnê de. Ev girêvên birçîbûnê bêdembûn. Piştî ku gihişt 40 rojê, êdî di çapameniye cihanê û ya netewî de jî hin bi hin cih girtin. Lê rayadarên tirk û çapameniye tirk, hertimî li hemberî wan bêdeng ma.
Xwestekên çalakvanên girêvên birçîbûnê, bi sereke ew bûn ku tecrîde li ser serê serokê rêxistina PKKyê Abdullah Ocalan rabibê, qadaxaya li ser zimanê kurdî were rakirin û kurd bi zimanê xwe yê dayikê mafê yê perwerdehiya bizimanê dayikê bidest bixin bû. Bi vê rengê, çalakiya girêva birçîbûnê siyesî bû. Piştî pêla girêva birçîbûnê ya di dema 12ê îlona 1980an, weke pêla diduyan ya herî mazin ya greva birçîbûnê ku kurdan dabûbû dest pê kirin.
Bi dehan xwepêşandan û mitîng ji bo piştgiriya ji çalakiyan û çalakvanan re hatin li darxistin ji aliyê kurdan ve. Lê hêzên dewleta tirkî jî, di pirraniya wan mitîng û xwepêşandanan de zor bikarhanî li dijî kurdan û gelek kurd birîndar kir in. Lê dîsan kurdan di ya xwe de isrer kir ji bo xwestekên xwe yên mirovî.
Armanca rojiya mirinê ya kurdan a sala 2012an
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Kurdistanê bi taybetî di destpêka sala 2012an de dest pê kir û belav bû. Li Kurdistanê, bi hezaran kurdên ku di zindanê de bûn, pêşî dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştre, her bajar, navçe, gund û hwd, li her deverê Kurdistanê grevên birçîbûnê, belav bû. Piştre li Ewropa jî li Strasbourgê di roja 1´ê adara 2012´an de destpêkir. Armanc û xwestekên ku têde hatina ser ziman:[çavkanî hewce ye]
- Şerê Kurdistanê tê meşandin were bidawî kirin,
- Statûya kurdan were nasîn û mafên wan yên ji hebûna wan dihat werina radestkirinî li wan
- Tecrîde li ser serê serokê rêxistina PKKyê Abdullah Ocalan were rakirin û muzakareyên çareserkirina pirsgirêka kurd pêre carek din were dest pê kirin.
Berî vê demê ku girêvên birçîbûnê, hevdîtinên ku weke muzakare dihatin dîtin bi wî re bûbûn. Lê piştre Dewleta Tirk bi carekê re ew hhevdîtin birrîbûn.
Kurdan, ji van girêvên birçîbûnê re gotin "çalakiyên grevên birçîbûnê". Karakterê van grevên birçîbûnê, weke Neîtaatiya sivîl ya gel bû. Bi teybetî, di demeke kin de li kurdistanê, hemû kurdistanî tevlî van girêvên birçînbûnê bû. Dewleta tirk jî, di wê navbarê de girtina kurdan û şandina wan ya li Zindanê didoma. Hemû sazi û dezgehên kurd, tevlî van girêvên birçîbûnê bûn. Parti, şaradar, dernekê zimên û yên civatî hemû tevlî bûn. Bi girseyî ev girêvên birçîbûnê doman.
Dewleta Tirk, di vê dema ku kurdan ev çalakiyên sivîl dikirin de, hêzên wê jî yên leşkerî di operasyonê de bûn. Hêzên polîsî jî di biserdegirtina malên kurdan de bûn. Heta, vê dema ku kurdan grevên birçîbûnê li darxistin, bi hezaran kurd hatibûbûna girtin û di zindanê de bûn. Heta vê deme grevên birçîbûnê, li gor agahiyên fermî, ser 12 hezar kurdan re ku nav wan de şarîdar, parlamenter, rewşenbîrên kurd û rêveberên kurd û hwd hebûn, hatibûn girtin.
12´ê îlona 2012an
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji 12ê îlona 2012an û pê de, girtiyên kurdan bidest girêva birçîbûnê ya bêdorver û bêdem kirin. Girêv, piştî ku dest pê kir û pê de, heta ku gihişt 40 rojî, çapameni li dijî wê bêdeng ma. Bi teybetî, çapameniya tirkiye, weke ku ji xwe ti tiştek neyî tevgeriya û heya xwe jî ne hanî. Serok wezîrê tirk, di 31 kevçerê de çû Almanya, di ziyerete xwe de, tevî ser 640 girtiyî re di greva birçîbûnê de bû, got "ti kesek di girêva birçîbûnê de nîn e".[çavkanî hewce ye] Ev gotina wî rastî pir bertekên gel hat.
Piştî ku girêva birçînê ya bêdem û bêdorveger destpêkir, piştre dem bi dem her hefetê tevlîbûnên nû ên lê zêdedibûn bûn. Bi wê yekê, hijmara girtiyên ku gi rivêa birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dem bi dem zêdetir dibû. Xwestekên girtiyan, bi sereke yek "tecrîde li ser Abdullah Ocalan were rakirin û muzakarekêyên bi armanca çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên aşîtiyan bê dest pê kirin. Xwesteka din ew ev bû ku qadaxaya li ser zimanê were rakirin û kurd bi zimanê xwe yê dayikê perwerde xwe bibin in bû. Lê dewletê, ji bo ku mafê zimanê dayikê û kurdî nedê, li berxwe dide. Bi wê re jî, ji dêla ku li ser van xwestekan nîqaş werina kirin, bi zanebûn, rayadarên dewletê, nîqaşn li ser awa û şeklê girêva birçîbûnê dana dest ol kirin.
Grev, heta ku gihişt, 50 rojiya xwe, hem di çapameniya kurd û hem jî di çapameniya cihanê de cihekî fireh girt. Rayaderên tirk ji bo ku wê heyîdariya çapameniyê jê dûr bike, bidest gotina "ti kesek di grevê de nîn e." Lê tevî wê jî, di çapameniyê de cih girt.
Piştgiriya ji gelê kurd û dordorên demokrat a ji girêvên birçîbûnê û xwestekên wan re
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî ku girtiyên kurd bidest girêva birçîbûnê kirin, êdî kurdan li derve jî bi girêvên birçîbûnê ên bi dorveger ên 3 rojî bidest girêvê kirin bo piştgiriyê. Li her bajarên kurd, xwepêşanên girseyî ji aliyê gel ve li her bajarê Kurdistanê bûn. Lê hêzên dewletên ên polîs jî, di her xwepêşandinê de hêrîşî girtiyan kirin. Ne dihiştin ku kurd xwepêşandinan li dar bixin. Lê tevî wê jî, gel bi biryarî xwepêşandinên xwe li dar xistin tevî ku li wan hêrîşên hêzên dewletê dibûn jî.
Ji aliyê akadamisyen û rewşenbîran ve jî piştgirî ji wan re hat dayin. Her kesekî digot ku divê ku xwestekên wan bê herê kirin. Divê ku tecrîde li ser serokê rêxistina PKKyê Abdullah Ocalan were rakirin û qadaxaya li ser zimanê kurdî were rakirin. Rewşênbirîên ku bi aslê xwe kurd in ên weke Yaşar Kemal piştgiriya xwe dane nîşandin. Yaşar Kemal got ku "dixwezin ku nifşekê tune bikin.[1]" Her wusa weke rewşenbîrî bi vî rengî bertekên xwe li dijî bêdengiya dewletê û bi armanca piştgiriya ji girtiyan re helwesta xwe hanî ser ziman.
Nêzîkatiya dewleta tirk ya li ber grevên birçîbûnê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dewleta tirk, ji dêla ku xwestekên girtiyan ên mirovê bibîne û wan herê bike, li dijî wan helwesta xwe na nîşandin. Piştre jî, bi gotinên qirêt bide hêrîşê li girêvêa birçîbûnê kirin bi armanca bê qiymetkirina wê di çavên mirovan de. Lê rayadarên dewletê di serî de T. Erdogan, gotinên ku bi wan berteke xwe bi rengê mudaheleyê hanîn ser ziman bi lev kirin. Ji dêla ku ji xwestekên girtiyên kurd re bêjin herê, bahse "mudahele kirinê" dikirin. Rayadarên dewletê, li bendî wê bûn ku girtî hişê wan ji wan herê û mudahele li wan bikin bûn. Bi vê armancê, helwestan xwe bi navê "mudaheleyê" hanîn ser ziman.
Lê hemû akadamisyen û rewşenbîran jî, hertimî hanîn ser ziman ku her mudahele wê armancên wê xirab bin. Wê mudahele bi xwe re çareseriyê neyêne. Bi vê yekê, hemû dordorên demokrat li dijî gotina Mudaheleyê berteke xwe dan nîşandin. Heman dordorên demokrat û kurdan xwestekên xwestekên girtiyan ên mirovên werina bicihhanîn. Xwestin ku qadaxaya li ser zimanê kurdî were rakirin. Bi wê re jî, xwestin ku tecrîda li ser serê Abdullah Ocalan weere rakirin.
Ji 5ê çiriya paşîn û pê de deh hazar girtiyên kurd ketin greva birçîbûnê de
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Heta ku dem hat 5ê çiriya paşîn a 2012an, girêvên birçîbûnê bi hijmaraka ser 700 mirovî bi awayê bêdorveger û bêdem hat domandin. Lê ji 5ê çiriya paşîn û pê de, êdî girtiyên hemû bi hev re bi heman rengî ketina girêva birçîbûnê de. Ji 5ê çiriya paşîn û pê de, ser ser deh hezarî re kurd li zindanan ketina girêva birçîbûnê de. Bi vê rengê, girêv êdî gihişt ast û merheleyeke nû.
Bi wê re jî kurdan jî, êdî rabûna ser xwe. Bi xwepêşandin û çalakiyên bi heman rengî gelê kurd jî ket tevgeriyê de. Dewlet jî, bi hemû sazî û radayadarên xwe de hewl dide ku li dijî wê girêva birçîbûnê bisekin ê. Bi armanca ku çalakiyan bide şikêninan, diçîûna bi ser kurdan û girtiyan de. Lê hem girêva birçîbûnê û hem jî çalakiyên kurdan ên li derve ên ji bo piştgiriyê doman.
Di çapameniya cihanî de girêva birçîbûnê ku girtiyên ji bo maf û azadiya xwe kirî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di çapameniyên cihanê de bi awayekî giring li ser sekin in. Ta ku girêva birçîbûnê ne çû bi ser 40 rojî de ti kesekî ne hilda rojava xwe ji çapameniya kurdan pêve. Lê piştre ku girêva birçîbûnê a girtiyên kurd derket ser 50 rojî re çapameniyê cihanê jî bidest cihdayina wê kirin. Telewizyona ´El-Jazeera ingilizî´ bi ser nivîsa "bi girêva birçîbûnê tekoşîna bo mafan"[2] nûçeya xwe weşandin. Rojnema "The Ermanian Weekly" bi ser nivîsa "Girêvên birçîbûnû û weyne modelî" bi heypeyvînaka bi Bilgin Ayata re kirî cihda.[3] Her wusa rojnemaya "Tha Gardian" jî bi ser nivîsa "Kurdên tirkiya li dijî hikimeta T. Ardogan bo mafê xwe di girêva birçîbûnê de na".[4]Telewizyona Ingilizî ya "CMN Internetion" jî bi ser nivîsa "Girêvîn birçîbûnê di zindanên Tirkiyê de gihiştina 52 rojan".[5] Telewizyona `"BCC News" ji bi ser nivîsa ku "kurd, bi tirkiye di cengê de na bi girêvên birçîbûnê re".[6] Rojnemaya Emrikî jî ya bi navê "foreign Policy" bi ser navê "rewşa kirîtîk ya girêvên birçîbûnên kurdan li Tirkiyê"..[7]Rojnemeya "Teh Gardian" di roja girêvên birçîbûnê roja 60´min de nivîsek bi sernavê "Xetera mirina girtiyên kurd, T. Ardogan çî dike", nivîsek weşand..[8] Her wusa "Chicago tribune-news" ji bi ser nivîsa "sîtesetmederên kurd bo piştgiriyê di girêva birçîbûnê de na", nivîsek weşand.[9]Bi wê re "The ekonomist" jî bi ser nivîsa "Bi girêvên birçîbûnê re tansiyona bilind bûyî di nava kurd û tirkan de".[10] nivîsek weşand.
15ê çiriya paşîn a 2012an: rojiya mirinê di 65 rojiya xwe de ye
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Grevên birçîbûnê di 65 rojiya xwe de buhur in. Lê rayadarên tirk li ber wan hertimî bêdeng man. An jî, dema ku diaxiftin, dikirin ku ´manipule´ bikin. Piştî 65 rojiyê, tenê bi gotina "parastina bi kurdî re xwestin bikina rojevê de û li ser dana mafê parastina bikurdî re bikin dawî li wan were hanîn. Bahse mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û rakirina tecrîde li ser serê rêveberê gelê kurd nekirin.
Dewletê, di çapameniyê de, hertimî hewl da ku rojêve bide guharandin. Lê di wê de jî, zêde bi serneket. Bi gotinên weke ku "şovê dikin" û hwd, xwestin ku manîpûla bikin. Kurdan, di 30 çiriya pêşîn de jiyan da sekinandin bo ku bal û hey were ser girêvên birçîbûnê. Di navbera wê demê de hertimê û demê xwepêşandan li darxistin. Hêzên dewletê ên polîsiya hertimî û demê hêrîşî xwepêşandanan kirin.
Lê dewletê, di çapameniya xwe de, hertimî gotina xwe li ser tehdîdkirin girtiyan re hanî ser ziman. Hertimî ku rayadarên dewletê ku gotina xwe digotin di temenê gotina "mudahele kirinê" de gotina xwe hanîn ser ziman. Di roja greva birçîbûnê ya 64 çaremin de li Amedê ket rojevê de ku hêzên dewletê "tatbîqate mudahale kirinê li grevên birçîbûnê" kiriya ji aliyê welîtiyêî ve. Girtiyan jî, ji zindanê bi nameyan bersiv dan ku ew mudahale bikin, wê "dunyayê li ser serê wan bidina xirûxandin." Di rojên xwepêşandanê de, hertimî her sê xwestekên girtiyan ên ku wan hanîbûn ser ziman hatin nîqaşkirin. Xwestekên yê pêşî "mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, yê duyemin rakirina tecrîde li ser serokê rêxistina PKKyê Ocalan û yê sêyemin jî ku karibin li dadgahan bi zimanê xwe yê dayikê yanî bi kurdî parastina xwe bikin.
Bi wê re jî, li her bajar û bajarokên Kurdistanê û li her der û devera ku lê kurd hene li wir xwepêşandan û grevên birçîbûnê ên bi dem û dorveger hatina kirin bi armanca piştgirîkirina girtiyan. Bi wê re jî, bi armanca ku balê kişênina ser girêva biçîbûnê û di dema kin de xwestekên girtiyan werina li cih û girêv bêî ku ti mirin têde bibin bê bi dawî kirin. Lê rayadarên dewletê, hertimî zimanekî bi tahrikî bi karhanîn. Ev zimanê rayadarên dewleta tirk, di nava kurdan û raya giştî de wilo hat fahm kirin ku dewlet dixwezê ku mirin bibin, wusa hat fahm kirin. Recep Tayyip Erdoğan, nîqaşa "îdamê di çapameniyê de da dest pê kirin. Bi vî rengê û bi nîqaşa wê re, Îdam li cijî girtiyan û kurdan weke "şantajê" hat bikarhanîn.
Bidawîbûna girêva birçîbûnê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêva birçîbûnê piştî gihişt 67 rojan di 18ê çiriya paşîn a 2012an de, bi banga Abdullah Ocalan re dawî lê hat hanîn. Banga serokê rêxistina PKKyê Ocalan ev bû, "Kesên ketine greva birçîbûnê, kar û barê kesên li derve ku bikin dane ser milê xwe û pêk anîne. Kesên li derve jî bila kar û barê xwe li ser girtiyên ku di nava çar dîwaran de di nava şert û mercên giran de dijîn bar nakin. Greva birçibûnê, bi awayekî şêwazê ne rast e. Ger ku dê greva birçîbûnê pêk bê, divê ne kesên li hundir kesên li darve têkvin grevê. Greva birçîbûnê pir bi wate ye. Çalakî gihiştiye armanca xwe û wateya xwe dîtiye. Bêyî ku têkevin nava fikaran û ramanan bila zû dest ji çalakiya greva birçîbûnê berdin. Ez li vir ji hemû kesên ketine greva birçîbûnê bi taybetî kesên koma ewil û duyemîn yek bi yek silav dikim. Barkirina karê li ser milê girtiyan ne sincî û mirovane ye. Ne wijdanî ye jî.".[11] Piştî vê bangê re di roja 67 min de girêva birçîbûnê ku di zindanan de girtiyên kurd dabûn destpêkirin û li derve jî bi deh hezaran bi armanca piştgirî ketibûbûnê de dawî lê hanîn.
Hikûmeta tirkî, ji destpêkê heta ku dawiyê bêdengî bijart û ti tiştek ne got. Di dema ku rayadarên dewletê di axiftin jî di serî de Serokwezirê tirk T. Ardogan jî di nav de, hemûyan hêrîşî nirxên kurdan û girêvên birçîbûnê dikirin. Bi armanca reşkirinê, çî ji wan kirin û gotin.
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ 'Bir nesli yok edecekler'
- ^ Aljazeera; Kurdish hunger-strikers fight for rights
- ^ The Ermanian Weekly; Of Hunger Strikes and Role Models: An Interview with Bilgin Ayata
- ^ The Gardian; Turkish Kurds' jail hunger strikes fails to move Erdogan government
- ^ CNN: Mass hunger strike in Turkish prisons enters 52nd day
- ^ BCC; Kurds clash with Turkish police over hunger strikers
- ^ "Foreign Policy; Turkey's Kurds' critical hunger strike". Ji orîjînalê di 10 çiriya paşîn 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 çiriya paşîn 2012.
- ^ The Gardian; Will Erdogan do nothing to save the lives of Kurdish hunger strikers?
- ^ Chicago Tribune-news; Kurdish politicians join militants' hunger strike in Turkey, ji orîjînalê di 23 gulan 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2012
- ^ The Ekonomist; Turkey and the Kurds: Hunger and thirst; A hunger strike causes new tension between Turkey and its Kurds
- ^ Mehmet Ocalan agahiyên berfireh ên hevdîtinê aşkere kir[girêdan daimî miriye]