Guhar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jineke Massayî bi guharan

Guhar, goşare, guşîwar an gar ji zêr û ziberan e ku bi guhan ve (guş, goş) ve dikin. Heger ji kevirên biqîmet bin, dibin gewher. Pirranî bo xemlê dikin guhan. Hin cureyên guharan jî ji nîşaneyên ol û baweriyan in. Li Kurdistanê beriya ola Îslamê him xemla mêran bû, him jî ya jinan. Kurd guhên keçzarokan qul dikin lê van salên dawiyê guharên tên şidandin, kîpkirin jî derketine. Pispor bal dikişînin xetereyên bikaranîne. Werzişkar dema werzişê de pirranî guharan dertînin.

Demên antîk de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Guharên herî kevn ên hatine vedîtin 7500 heya 8200 salî ne û li Mongolyayê hatine dîtin. Li Mezopotamya cara pêşîn hatiye bikaranîn. Li Egîptê (misir) di dirûvê heyvê de hatine bikaranîn. Jinên grekîyan guharên rengîn bikaranîne. Jinên kurd guharên lajwerdî, çermî û ji hestiyên ajalan hatine çêkirin bikaranîne.

Guharên jinên kurd ne pirr mezin bûn û forma xwe de azad bûn. Îro yên mezin jî bikartînin. Glover, di dirûvê hermî, heyv, çerxe, pelika beybûnê, duxelekî, masî, guşiya tiriyê ûêd de ne. 20 salên dawiyê de guharên polîtîk jî derketin. Bo mînak rengên neteweyî yên kurdî, nişane û logoyên partî û rêxistinên kurd hwd.

Hin awayên sereke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]