Hêrodot
| |
---|---|
![]() | |
Navê rastî | |
Jidayikbûn |
c. 484 b.z. ![]() |
Mirin |
c. 425 b.z. ![]() Thurii ![]() |
Hevwelatî |
Halicarnassus ![]() |
Pîşe | |
Xebat | |
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîne![]() |
Hêrodot an jî Hêrodotê Halîkarnasosî (bi yewnaniya kevn: Ἡρόδοτος Ἁλικαρνᾱσσεύς; bi latînî: Herodotus), (rawejî 484 b.z.), m. (425 b.z.) dîroknas û nivîskarek yewnanî bû. Qasî ku tê zanîn Hêrodot dîroknasê herî pêşî ye, Marcus Tullius Cicero ji bo wî gotîye "Bavê Dîrokê". Ew bi pirtûka xwe ya bi navê Dîroka Hêrodot tê naskirin.
Jiyan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Hêrodot li Halîkarnasosê, Bodruma îro li Tirkiyeyê, hatiye dinê. Li gorî ensîklopediya bîzansî ya Sûda (Souda), li ser Dîrokê, wî hewldaye hukûmeta stemkar bide erdê, lê bi ser neketiye. Ji ber vê yekê, ew çû Girava Samosê xwe li wir veşart. Paşê ew derkete gerekê û çû welatên farisan, Misir, Babîl, Ûkrayna, Îtalya, Sîcîlya, Atînayê. Ew careke din venegeriya Halikarnasosê. Dema çûyî Atînayê wî bi kesên mezinên wê demê re pêwendiyên xurt danîn û di nav van kesan de Sofokles û Perîkles jî hebûn.
Pirtûk[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Hêrodot pirtûkekê li ser dîrokê û gerên xwe bi nave Dîroka nivisand. Ev pirtûk para bêhtir li ser împeratoriya Farisan, Misira kevnare, Med û jiyana rojane ya gelên wî dîtî bû.
Binêre[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Çend gotinên wî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
“ | Qederka mirov heye û dimire û ji bo we hişên xwe jî hene. | ” |
“ | Kesî wekê bêhiş tune ko, ew şûna aşitîye cengê helbijire. Oudeis gar huto anoétos esti, ostis polemon pro eirénés hairëetai. |
” |
“ | Di aşitiyê de zarok bavên xwe gorî dikin, di cengê de jî bav zarokên xwe gorî dikin. | ” |
“ | Misir Nîl e û Nîl jî Misir e. | ” |