Hîvda Koç

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hîvda Koç
JidayikbûnBazîd, Agirî, Bakurê Kurdistanê
NeteweKurd
PîşeMîmar (avahîsaz) stranbêj
AmûrTembûr
Salên çalak2022–niha
Malperhivdakoc.com/
biguhêreBelge

Hîvda Koç, stranbêj û strannivîseke Kurd e ku di sala 2022an de bi yekem albuma xwe ya bi navê "Siya Spî" dest bi muzîkê kiriye.[1]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hîvda Koç li navçeya Bazîd a bi ser parêzgeha Agiriyê hatiye dinyayê û di temenekî biçûk de bi malbata xwe re koçî bajarê Stenbolê bûye.[2] Di temenê zarokatiya xwe de bi muzîkê re eleqedar dibe û temenê zarokatiyê de li navenda saziya perwerdeya muzîkê ya Arif Sağê perwerdehiya muzîka gelêrî û tembûrê wergirtiye. Berê despêkiriya wê ya muzîkê pîşeya wê ya sereke mîmariya hundurîn e û di heman demê de bi muzîkê re jî eleqedar bûye.

Di hevpeyvîneke de dibêje: "Mîna mûcîzeyekê bû ku muzîk piştî demeke dirêj dîsa ket nav jiyana min. Muzîkê wekî sîberek spî dev ji pey min berneda û min bi vê yekê bi albûma “Siya Spî” bi awayek profesyonelî min dest bi karê muzîkê kir."[2]

Piştî demeke dirêj bi albûma xwe ya yekem a profesyonel bi navê "Siya Spî" ku 9 stranan pêk hatiye derxistiye.[1] Albûma "Siya Spî" ku ji 9 sitranan pêk tê de bi sitranên albumê bi sê zaravayên Kurdî, Kurmancî, Zazakî, Soranî hatiye gotin.[1] Hîvda Koç bi vê şêwaza muzîkê armanc dike ku "kompozîsyon û stranên gelêrî yên kevin bigihîne roja îro ku bi vê yekê re nifşên paşerojê çanda xwe nas bikin û biparêzin.[3]

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albûmên studyoyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Siya spî (2022)

Single[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Pullu tepe (bi tirkî)
  • Welat

Klîb[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Heyve ronî
  • Lê dayê
  • Welat

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c Sîya Spî (bi îngilîzî), 24 hezîran 2022, roja gihiştinê 29 adar 2023
  2. ^ a b "SANATÇIMIZ HİVDA KOÇ". Malpera rojnameya Bazîdê (bi tirkî). Roja gihiştinê 29 adar 2023.
  3. ^ "Malpera fermî ya Hîvda Koç".

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]