Hûrêj

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ev ne hûrêj e lê gelek dişibe wê

Hûrêj, şûrê giran ê siwariyan, cureyekî ji şûrên serdema navîn e. Di sedsala 14em de derhatiye, serdama 17em de hêdî hêdî ji holê rabûye. Bi du destan dihatiye bikaranîn, lewra him manewraya bazîna vê şûrê dijwar e, him jî hinekê giran e. Niha di werzîşkariyê de tê bikaranîn.

Dirêjiya wê 100–140 cm, berayî 5–6 cm, giraniya wê 800-1800 gr bûye. Li Asyayê derhatiye, li Ewropayê navdar bûye. Gelek cureyên wê hebûne. Debana wê bê mertalok e. Mirov dikare bêje şûrekî çorsane û sade ye.

Bi qasî ji wêjeya devkî ya kurdî tê fêhmkirin, di artêşên kurdan de, siwariyan hûrêj bikaranîne. Lêkolînek li ser şûr û şûrbaziya kurdan nehatiye kirin. Agahî ji çanda gelêrî û şîrovekirina wan e.

Ji suhbetên civaka kurd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Siwaro hûrêj di dest de, hefsar berda, hefsar ma di dest de.
  • Şûrbazê me hûrêj girt, hûrê hespê xwe rijand. Hespê bir, kerê anî.