Hûr û rodî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hûr û rodî (rovî, loqle) di gelek xwarinên kurdî de tên bikaranîn. Têkirina (tijekirina) wan, benî, sosîs, şirdan ûêd. Li rojhilatê Kurdistanê, Mûş, Sêrt, Qers, Çewlîg, Bidlîs û Wanê pirranî rodiyan tijedikin. Serhedî ji wan xwarinên cudareng çêdikin. Lê dîsa jî gorî gelekan têkirinên herî çêjdar ên Botanê ne. Helbet ev nêrînek e, tehma devê her kesê ji xwe re ye. Hûr û rovî berkeliyeke (melzemeyê xwarinê) girîng e di pêjgeha kurd de û li tevahiya herêman tê xwarin.

Ferhengok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Loqle, rodiyên ajalan, rodiyên herwiha hevwateya rodî (zimanzanên kurd kîjan kîjan e, standaed nekirine)
  • Rodî, rodîk (her hinekê hûrik an ziravik be)
  • Rovî, rêvî, rûvî ji devokan e, hevwate bi rodî re
  • Rovî, rêvî, ajalek e, boçika wê dirêj e
  • Mûmar, şirîta rodiyan
  • Hûr, madeya ajalan
  • Hûr, biçûk, hûrik
  • Hur, cureyek tiriyê ye, gûşîdirêj e
  • Hûrek, çavbirçî, kesên têr naxwin
  • Hûrgir, bizik, kesên zikên wan mezin bûne

Berkeliya (melzemeyê) têkirina botaniyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2 SA (stekena-qedeha avê) riz (birinc)
  • 1 kg loqle (rodî, rovî)
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) pûjan (tihtavik)
  • Xwê (solin)
  • 1 KX mergeya îsotê
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) îsota reş
  • 1 KÇ îsota sor (îsora tûj, îsota pûlpelî)

Bo tîrkirinê (terbiyekirin);

  • 2 KÇ pûjan
  • 1 KX xwê
  • 1 KX rûnê nivîşkî
  • 4-6 SA av

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Badî yan teştekê de merge, riz, pûjan, xwê û biharatê (biharbêhn) tevlîhev bikin û tevdin, têkela dagirtinê amade bikin. Verok an quşxaneyeke din de, di nava şoravka kelî de roviyan pakij bişon, bila bakterî bêziyan bibin.

Rodiyan bi wê têkela we amadekiribû tijebikin, dabigirin. Roviyên tijekirî di nava şoravkê de bişon. Berkeliya bo terbiyekirinê (tîrkirinê) di quşxaneyekê de tevlîhev bikin, paşê roviyan jî têkin navê. Bi qasî 50-70 deqeyê (li ser agir e) bikelînin. Ev xwarin bi germî tê ser destexaneyê (sifre).

Gotin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hûr û pizûr para xezûr.