Harem

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Li Haremê ji Jean-Léon Gérôme

Harem (bi bi erebîﺣﺮﻳﻢ, bi tirkî: Harem, odalik), di çanda Ereban de cihê taybet ku lê têkiliyên taybet tên kirin e. Bi destê Tirkên Osmanî navdar bûye.

Wekî peyv ji "Heram - qedexe" tê û tê wateya "Cihê qedexekirî, cihê taybet, cihê veşartî hwd". Li civaka Ereban kesên dewlemend in berê xwedî harem bûn lê niha gelek kêm e. Ji bandora Ereban ev tradîsyon derbasî Tirk, Faris, Cihû û civakên misilman ên li Asya nêzîk jî bûye. Civakên ku qîmeta jinan kêm e, mêr serdest e, li wan civakan kesên dewlemend li ser laşê jinan tasarûfê dikin, jinan wekî meta û tişta ku pê dem debasbibe dibînin. Herwekî li wan civakan jî harem an kerxanê hene.

Divê mirov şaşiyekê sererast bike ku Erebên ku xizanin jî peyva haremê bikartînin lê di wateya "nava malê, cihê taybet" de. Ê ku tradîsyona haremê navdar û bipêşxistî kiriye Osmanî ne. Hin keyên Osmaniyan xwedî hezaran jinan bûn û wan di hareman de di bin mercên dîltiyê de dihewandin. Dema ew jinan pîr dibûn, ji haremê dihatin verêkirin û di nava civaka têr feodal de yan dihatin kuştin an jî di jiyaneke awarte de dijiyan. Paşayên Osmaniyan ji Balkan, Qefqas û cihên din bi hezaran keçik dîl digirtin û bi vê yekê pesnê xwe didan. Zarokên ji wan peyda biban dikirin leşker. Kêm ji wan dibûn key an di palasê de cihdigirtin. Tê zanîn ku diyên tevahiya paşayên Osmanî ji hareman bûn. Jinên haremê milkê paşa bûn û herçendî bi hinekan re mara olî çêdikirin jî, hin caran ji mêvanên xwe re jî pêşkêş dikirin. Li ser hareman gelek fîlm û pirtûk hene.

Hemameke Romê (Tirk)

Tirkan wan bi navê "odalik - a hozê", "Kadin - jin" binavdikirin. Kadinên haremê gelek caran di bin êşkenceyê de diman û bi hezaran ji wan dihatin kuştin. Hin zanyar dibêjin bingeha tradîsyona haremê ji Misira antîk derbasî Cihûyan, ji wan jî derbasî Ereb û Tirkan bûye.