Henry Way Kendall

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Henry Way Kendall
Jidayikbûn9 kanûna pêşîn 1926 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin15 sibat 1999 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wakulla County Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêXeniqîn li ser wîkîdaneyê biguhêre(Qezaya ku mirin tê de)
HevwelatîDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Pîşe
Dê û bav
  • Henry P. Kendall Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
Xelat
  • Xelata Nobelê ya Fizîkê (1990)
  • Leo Szilard Lectureship Award (1981)
  • Fellow of the American Physical Society
  • Panofsky Prize (1989)
  • Fellow of the American Academy of Arts and Sciences Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Henry Way Kendall (jdb. 9ê kanûna pêşîn 1926 li Boston; m. 15ê sibatê 1999 li Wakulla Springs State Park, Florîda) fizîknasekî ji DYAyê bû ku guncavê Xelata Nobel a fîzîkê hatiye dîtin.

Kendall li Deerfield Academy û Amherst College dixwîne û sala 1950 dîploma matematîkê digire. Dûv re ew perwerdeya fîzîkê dibîne li Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts. Li wir sala payeya doktoriyê werdigire.

Berê li ser pozîtronyum xebatan dike. Bi ketina koma Robert Hofstadter a li Zanîngeha Stanfordê û li wir li SLAC xebatê ve, ew jî bala xwe dide cîhana elektron û protonan. Ew di lêkolînên xwe yên li ser fîzîka energiyên mezin de, bi tevî hevalên xwe yên paşê bi hev re Xelata Nobel a fîzîkê werdigirin, Jerome I. Friedman û Richard E. Taylor re dixebite.

Xebatên vê komê bandorek mezin li ser teoriyên qûarkan dike ku ew jî riya naskirina cîhana Hadron, Nûkleon û bi giştî fîzîka dendikî hêsantir dikin.

Kendall sala 1990 bi tevî Jerome I. Friedman û Richard E. Taylor Xelata Nobelê parve dike.

Sala 1989 Panofsky-Xelatê digire.

Kendall hevdamezirenêrê û bi salan jî serokê Union of Concerned Scientists. bû. Herwiha endamê JASON Defense Advisory Group jî. Kendall ji fotograf û sporta çiyageriyê hez dikir. Ew di ceribandinek noqbûna avê de bi giran birîndar dibe li Florîdayê û jiyana xwe jidest dide.