Herodot

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Heredot hat beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Bustê Herodot

Herodot an jî Herodotê Halîkarnasosî (bi yewnaniya kevn: Ἡρόδοτος Ἁλικαρνᾱσσεύς, lat. Herodotos Halikarnāsseús, bi kurdî tê wateya: "Herodotos Halîkarnasosî"; bi latînî: Herodotus), (rawejî 484 b.z.), † (425 b.z.) dîroknas û nivîskarek yewnanî bû. Qasî ku tê zanîn Herodot dîroknasê herî pêşî ye, Marcus Tullius Cicero ji bo wî gotîye "Bavê Dîrokê". Ew bi pirtûka xwe ya bi navê Dîroka Herodot tê naskirin.

Jiyan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Herodot li Halîkarnasosê, Bodruma îro li Tirkiyeyê, hatiye dinê. Li gorî ensîklopediya bîzansî ya Sûda (Souda), li ser Dîrokê, wî hewldaye hukûmeta stemkar bide erdê, lê bi ser neketiye. Ji ber vê yekê, ew çû Girava Samosê xwe li wir veşart. Paşê ew derkete gerekê û çû welatên farisan, Misir, Babîl, Ûkrayna, Îtalya, Sîcîlya, Atînayê. Ew careke din venegeriya Halikarnasosê. Dema çûyî Atînayê wî bi kesên mezinên wê demê re pêwendiyên xurt danîn û di nav van kesan de Sofokles û Perîkles jî hebûn.

Pirtûk[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Herodot pirtûkekê li ser dîrokê û gerên xwe bi nave Dîroka nivisand. Ev pirtûk para bêhtir li ser împeratoriya Farisan, Misira kevnare, Med û jiyana rojane ya gelên wî dîtî bû.

Binêre[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Dîroka

Çend gotinên wî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Giredanê Web[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  • [1] Dîroka Herodot.
  • [2] Li ser Herodot di About.com de.
  • [3] Li ser Herodot di Livius.org de.
  • [4] Pirsyarên li ser Herodot .
  • [5] Dîroka Herodot bi yewnanî û îngilîzî.
  • [6] Dîroka Herodot.