Hesenê Qizilcî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hesenê Qizilcî
Jidayikbûn15ê tebaxa 1914an
nêzî Mehabadê
Mirin?ê ?a 1985an
nediyar
PîşeNivîskar
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd
Şêweyê wejêyîÇîrok
Berhemên navdar
  • Pêkenînî Geda (çîrok, 1984)
biguhêreBelge

Hesenê Qizilcî, ankû Hesenî Qiziłcî (z. 15ê îlona 1914an - m. 1985[1]), siyasetmedar û nivîskarekî kurd bû ku di 15ê îlona 1914an de[2] li gundekî di navbera Bokan û Mehabadê de hatiye dinyayê.

Hesenê Qizilcî di nav malbatek zana de mezin bû. Li ber destê mamê xwe hînî farisî û erebî bû, lê meletî nekir. Piştî avakirina PDKê bû endamê partiyê. Di dema avakirina Komara Mehabadê (1946) Qizilcî sernivîskariya kovara Helale kir û di kovara Kurdistanê de nivîsî. Piştî hilweşandina komarê, derbasî Kurdistana Iraqê bû, li wir bi nihênî jiya.

Kurteçîrokên Hesen Qizilcî di kovarên Bexdayê de, û nemaze di kovara Hîwa (1957-1963)a ku Hafez el-Qadî derdixist, de belav dibin. Piraniya wan bo zimanê erebî tên wergerandin. Di sala 1963an de ji Iraqê derdikeve û diçe Sofyayê, cem malbata xwe. malbata xwe. Li wê derê, bi saya zanîna zimanên bulgarî û rûsî, di Radyo Bulgarîstan de dixebite. Di ber de jî ji kovarên kurdî yên Iraqê re nivîsaran dişîne.[3]

Bi ketina rejîma Şah re, di 1979an de vegeriya Îranê. Ew endamê Tudeh û berpirsiyarê rojnameya Namêyê Mardom bû. Di sibata 1984an de hat girtin. Li gorî nivîskar Firat Cewerî, ji roja girtina wî û vir de kesî tu xeber jê nestand, kes nizane çi pê hat[4].

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Pêkenînî Geda. Bexda, 1985[1].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b A History of Persian Literature: XVIII (2010). I.B. Tauris & Co Ltd, London û New York.
  2. ^ BLAU, Joyce (1985). "Mirina Hesenê Qizilcî" (PDF). Hêvî, Kovara Çandiya Giştî. Hejmar 4: 7 – bi riya Kitêbxaneya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê.
  3. ^ BLAU, Joyce (1985). "Mirina Hesenê Qizilcî" (PDF). Hêvî, Kovara Çandiya Giştî. Hejmar 4: 9 – bi riya Kitêbxaneya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê.
  4. ^ Firat Cewerî (2003). Antolojiya çîrokên kurdî (1856-2003). Nûdem-Avesta, Stembol.