Kêste

Kêste
Gundê Kêste
Kargêrî
Welat Başûrê Kurdistanê
Dûgel Îraq
Parêzgeh Dihok
Navçe Zaxo
Erdnîgarî
Koordînat 37°15′25″Bk 43°09′38″Rh / 37.25694°Bk 43.16056°Rh / 37.25694; 43.16056
Kêste li ser nexşeya Başûrê Kurdistanê nîşan dide
Kêste
Kêste
Kêste (Başûrê Kurdistanê)
Map

Kêste gundekî Başûrê Kurdistanê ku ser bi eşîra Berwarî Joriyan e û dikeve rojavayê eşîreta Berwariya çemê Xabûrê ê ku ji Bakurê Kurdistanê dizê, weke gerdeneke zêrî di ber gund re derbas dibe û xweşikbûneke bêhempa dide gund.

Cihên Kêsteyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Akinciyên gundê Kêste li sê cihan dimînin. Navê van cihan jî ev in: Kêste, Aqarê Milê û Gerimkê, her wiha li gund du cihên ku xiristiyanên asûriyên jî lê dijîn hene. Ew jî ev in: Aqarê Jorî û Aqarê Jêrî. Gundên cîranê Kêste jî ev in: Çelkê û Hirorê dikevin rojhilatê Kêsteyê, li rojava û bakûrê gund jî gundê Nizdorê heye ku dikeve aliyê din yê çemê Xêbûr. Gundê Nizdorê yê eşîreta guliyan e. Çend herêmên gund yên bi nav û deng jî ev in: Zinara Kêste ku çiyayekî asê û ciwan e û li herêmê baş tê nasîn kaniyên avê yên dikevin bakûrê gund û li nêzî sinorê Bakurê Kurdistanê weke kaniya Bêlimbîrê, Ava Sîrtê, Kaniya Berxşoyê li Geliyê Zendorey û Kaniya Hirçînkî.

Aboriya Kêsteyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jiyana xelkê gund ji berê de li ser xwedîkirina terş, pez û mêşên hingiv e. Li gund her wiha wekî din di warê çandiniyê de xelkê gund birinc û fêkiyên cûr bi cûr diçînin û bi taybetî jî sêv û gûz. Kêsteyî heta salên 1970î jî weke nîv koçeran dijiyan. Biharan diçûn zomên ber biharê û havînan jî diçûn Geliyê Zendorey, Geliyê Sîrtê, ser Kaniya Hirçînkî û kaniya Bêlimbîrê û gelek deverên din yên ku weke zozanên Kêsteyan dihatin naskirin.

Gundê Kêste yê mezin yanî gundê jorî Kêste bi xwe cara pêşî di sala 1976an ji aliyê rejîma Iraqê ve hate şewitandin û gundî bi darê zorê hatin koçberkirin. Hin ji wan çûn ber bi Îran û Tirkiyê hin ji wan jî neçar man li wargehên weke kampan ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibûn avakirin bi cih bibin. Gundê Kêste piştî Serhildana Adara sala 1991ê (Raperîna Adara 1991ê) careke din hate avakirin, lê mixabin ne li cihê xwe yê resen, ji ber ku riya maşînan naçe gundê kevin gund vê carê li Gerimkê hat avakirin.

Gund sala 1970î nêzî 140 malan bû, niha nêzî 80 malbatî li gundê Kêste dimînin. Lê hejmar malên û malbatên gundê niha gelekî zêde bûye û bûye nêzî 300 malan lê piraniyan wan ne li gund bi xwe ne û li gund najîn. Ji xelkê gundê Kêste nêzî 50 malbatî li Amerîka û Kanada dimînin û nêzî 50 heta 60 malbatî jî li welatên Ewropayê Swêdê, Almanyayê, Fransayê, Holendayê û Norwêcê dijîn. Her wiha beşekî mezin yê xelkê Kêste li Dihok û taxên Dihokê Malta Jor û Malta Jêr dijîn. Herweha gelek ji xelk gund li bajare Zaxo ji dijin.

Di berxwedana kurdan a li dijî rejîma Sedam de xelkê gundê Kêste ji weke hemû kurdan berdelen giran dane. Ji ber ku gundê Kêste dikeve navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê û xelkê gund ji berê de nîv koçer bûne, xelkê gund hem li herêma Berwariya hem jî li herêma Ertuşiyan şarezane. Xizm û merovatiya wan li her du aliyên sinor heye. Xelkê gund gelek jin dane eşîra Goyîyan, Qeşura, Jîrkiya û Giraviya û her wiha ji wan jî anîne.

Tevî hemû astegiyên li ser sinor heta niha jî hatin û çûna navbera xelkê gund û herêmên Bakûr her heye. Lê wekî qedîm zeman hêsan nîne.

Çand û hunerê Kêsteyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di ware çand û hunerê de, xelkê gundê Kêste di herêmê de weke dawetiyên pir baş, stranbêjên pir baş û di warê kelepûra Kurdî de jî li pêş bûn. Herwiha hunermendê dengxweş Hesen Şerîf xelkê gundê Kêste ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]