Hisamedînê Çelebî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hisamedînê Çelebî
Jidayikbûnc. 1225 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin1283, 1284 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Teolog li ser wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hisamedînê Çelebî, Husamedînê Çelebî, zanyarekî Îslamêkurd e ku di sala 1225an li Qonyayê hatiye dinyayê, Lê bi koka xwe ji Ûrmiyeyê ye. Talebeyê Celaledînê Rûmî ye ji xwe bernavka Çelebî jî Mewlana lê kir.[1][2] Ew di 1284an de mir.

Leqeba wî "Ahî Turk" e ji berku bavê wî bazirganekî mezin yê Qonyayê bû loma lêbûye.[3]

Mewlana di pirtûka xwe a Mesnewiyê de besna wî dide.

Tê gotin ku tornê ewê ku gotiye "Ez raketim Kurdbûm, Hîşarbûm bûm ereb" e[4][5]

Jînenîgar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew li sala 622ê mişextî beranberî 1225ê piştî Îsayî li bajarê Qonyeyê li Anatoliyayê hat dinyayê, lê ji ber ko bavê wî Hesen ji bajarê Ormiyeyê bû, di pirtûka Mesnewîyê da hindek caran navê wî wekî HIsamedînê Ormewî jî hatiye. Bavê wî mezinê yek ji terîqetên sofîtîyê bi navê exiyan bû. Piştî mirina babî, ew bû mezinê wê terîqetê. Lê piştî hevaltîya wî bi Mewlana Celaledînî ra, ew digel hemî mirîdên xwe bû mirîdê Mewlanayî. Eflakî di pirtûka Menaqib el Arifînê da dibêje ko Wî hemî malê terîqeta exiyan jî bi Mewlanayî da.

Mewlanayî li ser daxwaza wî dest bi vehandina Mesnewîyê kir, lê li destêka Deftera Duyê ya Mesnewiyê banî anko jina Hisamedînî mir û ji ber wê karê vehandina Mesnewiyê du salan bi paş ket.

Piştî mirina Selahedînê Zerkûb, xelîfeyê yekê yê Mewlanayî, ew bû xelîfe. lê piştî mirina wî li sala 683ê mişextî beranberî 1286ê piştî zayînê, di navbera mirîdên Mewlanayî da lihevnehatinek peyda bû. Ji ber ko hindek ji mirîdên wî dixwast ko pis anko kurê Mewlanayî, Siltan Weled li şûna Mewlanayî bûba şêxê terîqetê. Lê Siltan Weledî bi xwe got ko Hisamedîn ji wî hejîtir bû. Bi vî awayî tenê piştî mirina Hisamedînî Siltan Weled bû şêxê terîqetê.

Hisamedîn li Qonyeyê mir û li wî bajarî jî hat veşartin.

Tirbeya wî

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Adnan Demircan, Kürtler (Tarih, Toplum) r. 294
  2. ^ http://www.tdvislamansiklopedisi.org/dia/ayrmetin.php?idno=d180512[girêdan daimî miriye]
  3. ^ B. Fürünzafer, Mevlana Celaleddin, werger: Feridun Nafız Uzluk weşana MEB, Stenbol 1997, r. 270
  4. ^ https://islamansiklopedisi.org.tr/husameddin-celebi
  5. ^ Celaledînê Rûmî, Mesnewî cilda I.