Celaledînê Rûmî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Celaledînê Rûmî an Mewlana Celaledînê Rumî an jî Mewlana Celaledînê Belxî (bi farisî مولانا جلال الدین محمد رومی‎, Mowlānā Jalāl ad-Dīn Muḥammad Rūmī) di 30'ê rezberê 1207'an da li bajarê Belxa Afxanistanê ji dayik bûye. Rûmî, ligel Senayî û Etar yek ji helbestvanên sofî yên mezin ên faris e. Malbata wî bi malbata mîrê Xarizmê mnirovântî danî bû. Hî di temenekî biçûk de Rûmî bi bavê xwe re li dinyayê geriyaye û çûye Bexda, Meke û Şamê. Tê gotin ku di van geran de wî sê salî (di sala 1210'an de) Etarê kal dîtiye û wî jî bo Rûmî gotiye ku ew dê bibe mirovekî gelekî bi nav û deng û mezin. Dîsa tê gotin ku wî berhemeke xwe diyariyî Rûmî kiriye. Bavê Rûmî Behaedîn Weled sala 1227'an li Qonyeya Anatolyayê niştecî dibe. Siltanê selçûqiyan bavê wî kire profesor, piştî mirina bavê xwe di sala 1230'an de Rûmî cîhê wî girt û heta mirina xwe di 17'ê berfanbarê 1273'an de li Qonyayê jiya. Berhema wî ya here bi nav û den mesnewiya wî ye.

Çavkanî[biguherîne]

  • Barks, Coleman (1996). The Essential Rumi. HarperSanFransisco.
  • Cyril Glassé (1991). The Concise Encyclopedia of Islam. HarperCollins, San Francisco. ISBN 0-905743-65-2 (sererastkirinên bikarhêner MikaelF).