Hogir Silêvaneyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hogir Silêvaneyî
Navê rastî
Hogir Mohammad Hussein Alsilevanai (Hogir Mihemed Husên Silêvaney)
Jidayikbûn
Hogir Mihemed Hisên

14ê kanûna paşîn a 1987an(1987-01-14) (37 salî) Dihok, Kurdistan
CîwarStockholm, Swêd
EsilKurdistanKurdistan Kurdistan
BernavHogir Alsilêvanai
Hevwelatî Swêd
PîşeRojnamevan, karîkatur, mamoste, hunermend, nivîskar
Salên çalak2005-heta niha
BandorbarTelevîzyonên kurdî
Bejn180 m (590 ft 6+12 in)
Partiya SiyasîAzadî
Endamên destêyêSendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê
DînMisilman (sunî)
Dê û bav
  • Mohammed (bav)
  • Nesrîn (dê)
MalbatSilêvanî
Malperhogirsilevanai.com
biguhêreBelge

Hogir Mihemed Hisên, berniyas bi Hogir Silêvaneyî[1] û Hogir Alsilevanai, rojnamevanekî kurd e. Di 14ê kanûna paşîn 1987an de, li herêma Kurdistana Iraqê bajêrê Dihokê ji dayik bûye. Hogir xwediyê pileya dîploma di taybetmendiya hunerê şêwekar ji Enstîtûya Hunerî li Zanîngeha Dihokê.

Rê û jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hogir kariyera xwe ya medyayê bi kovar û rojnameyên kurdî bi dest pê kirin, yekem pêwendiya wî di destpêka sala 2006ê de, dema ku wî anîmasyon bi riya rojnameya fermî Evro Girêdana arşîvê 2020-01-15 li ser Wayback Machine li Dihokê weşand û dest bi weşandina karên xwe di piraniya rojnameyan li Iraqê kir. Di 2008an de bû endamê Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê. Di 2010an de bû endamê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê[2]. Di sala 2010an de wekî xiwedan franzayek û edîtoriyek ji bo kovareke kurdî bi navê Vaye dest pê kir ko kovarek çandî, hunerî, wêjeyî û rexnegirî, ji ber vê yekê, ew wek ciwantirîn edîtor û xwediyê franchise kovarê li Başûrê Kurdistanê hat bijartin.

Di sala 2011an de, ew bû serpêşanderê sereke li ser Badinsat[girêdan daimî miriye] û bû xwediyê yek ji bernameyên herî çêtir û herî temaşeya televîzyonê.[çavkanî hewce ye] Hogirî weke mamoste dest bi kar kir û di beşê medyayê yê Beşa Perwerde, beşa rojhilatê bajarê Dihukê de xebitî. Di sala 2013an de Hogir çû kanala televîzyonê WAAR û dest bi xebitandinê kir wek serperiştkarekê bernameya televîzyonê bi navê Sor û Sor, li wir, dûv re ewî gelek bernameyên televîzyonê yên taybet pêşkêş kirin, wek mînak, taybetî li ser bona hezretê Mesîh cejna kiristiyan, îslamî û êzîdî û gelek feydeyên din ên bernameya televîzyonê. Ji sala 2006an heya 2011an wî gelek karên hunerî û karîkaturên taybet û hevbeş ji bajarê Dihokê ber bi Bexdayê ve pêşkêş kir.

Di 2015an de Hogirî koçî Swêdê kir. Di hin rojnameyên swêdî de wekî rojnamevanekê bispor di biyavê wênegirtinê de kar dike û endamê dezgeha Kulturhuset ("Mala Çandê") li Stockholmê ye.

Hogir Silêvaneyî îro li welatê Swêdê dijî û li wir weke mamosteyê dersa hunerê kar dike.[3][4][4]

Bernameyên wî yên televîzyonê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Derketinên wî li televîzyonê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kovar û rojnameyên ku wî tê de beşdarî kiriye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2010 li kovara Vaye[5]
  • 2011 li Kovara Hêvî
  • 2014- li Rojnama War berpera Azad himara berperî (10) stîna Teysok
  • 2018 wêneger li heftenameya swêdî (Rojnameya Lerumsê)[6]
  • 2019 wêneger li heftenameya swêdî (Posteya Härrydayê û Rojnameya Partîlê)[7]
  • 2020 wêneger li rojnameya swêdî (Rojnameya Alingsåsê)[8]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Dîdarek taybet a rojnama Evro bi rojnamevan Hogir Silêvanai re
  2. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 13 hezîran 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 hezîran 2020.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ witara Teysok berpera 11ê ko rojane di hat parvekirn di rojnama War de a rojnamevan Hogir Silêvanai re
  4. ^ a b Tabloyê Karîkatorî yê hunermendê karîkatorvan Hogir Silêvanai berperêa domahîyê a rojnama War
  5. ^ https://www.facebook.com/VayeMagazine/videos/194395327291435/?t=0
  6. ^ https://www.pdfire.se/data/9/26/4355/hd/0026.jpg
  7. ^ https://www.pdfire.se/data/9/112/4299/hd/0002.jpg
  8. ^ https://www.buyandread.com/static/thumbnail/alingsastidning/2019/02/21/alingsastidning-20190221_000_00_00_010.jpg