Gotûbêj:Hogir Silêvaneyî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ji rûpela gotûbêjê ya Hogir Silêvaney:

Gelo ev hevalê Hogir çima pêwistî ya tiştek wiha dîtîye nizanim. Eger ku Hogir keseke Ensîklopedîk be, em gotara Cîzrelî Memet jî çêkin ew êdî bi navûdeng e :)

Qisûramin bibaxşînin ji doh de ez hinek şaş mame :) Penaber49 Penaber49 (gotûbêj) 07:07, 17 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy, Mohajeer, Xwedêda, Gomada, Bikarhêner, Rasti, û Ghybu: û hemû hevalên din, Silav Penaber49 Erê, gotina te ye. Min carekê ev nivîsar vala kir, lê dîsa hatiye çêkirin bi tîpên latînî. Birêz Hogir karekî xweş dike û egoya wî mezin e, lê gelo ensîklopedîk e? Ji xeynî rûpelên xwe yên Facebook, Twitter û Instagramê, ti çavkaniyeke din tune ye. Wekî din, bi dîtina min, gelek wêneyên wî hene (kê wêne girtine û destûr û lîsans heye?) û eşkera ye ku ji bo bernameyên xwe reklam dike. --MikaelF (gotûbêj) 08:57, 17 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Tu car karê serkevtî bi hêsta hegoîstbûnê çênebû ye. Eger hevalê Hogir van şîroveyan bixwînê eger ku xwedê bixe nesîb, du şertê min heye şerta yekem pêşî dest ji vê egoîstbûne berde. Şerta duyem di kêjan beşê hûnerî dibe bila bibe karî sekevtî û hêja derxê holê ez bi destê xwe jêre gotara wî çêkim. Fikrê hevalên din nizanim lê ez dibêjim geleke ev gotar bê jêbirin. Silav û serkevtin Penaber Penaber49 (gotûbêj) 10:04, 17 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy, Mohajeer, Xwedêda, û Gomada: @MikaelF, Penaber49, Rasti, û Ghybu: Ew tenê du bernameyan çêkiriye. Bi ya min ne ensîklopedîk e. Krîterên çêkirina gotarên însanan bi awayeke rênîşander li vir hatine diyarkirin: https://en.wikipedia.org/wiki/Wikipedia:Notability_(people) Gor qenaeta min divê gotar jê were birin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 15:09, 17 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hogir Silevanai û Sajad shingali1: Kerem bikin, ji bikarhêner û xwendevanên wîkiya kurdî re bidin fêhm kirin, ka çima ev gotara we hêjayî ensîklopediyê ye. Qewet be!—Gomadapeyam 17:54, 17 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
roj baş. @Avestaboy, Mohajeer, Xwedêda, Gomada, Bikarhêner, احسان أحمد, û Ghybu: bi mîn ev gotar, gelekî xweşîk û rek û pek e. Dî derheqê rojnamevanande gelek gotar di wîkî ya tirkî û îngîlîzîda heye. di derheqê gelek kesên ku xebatên hindik kirine da gotar hene. Hogir ji bo zimanê şirîn/zimanê Kurdî karên xweş dike. Ger neyê betalkirin wê rînd be. lê belê hun ji min rintir dizanin. bimînin di xêr û xweşîyê da.
https://tr.wikipedia.org/wiki/Kategori:T%C3%BCrk_gazeteciler
https://en.wikipedia.org/wiki/Category:Journalists
https://en.wikipedia.org/wiki/Category:Journalists_by_nationality
Rasti (gotûbêj) 09:36, 15 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rasti: Ez bi fikra Rastî re me, camêr xwedî xebatan e, kirinên wî li pêş çav in, bila bimîne Mohajeer (gotûbêj) 10:06, 15 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy, Mohajeer, Xwedêda, û Gomada:@Bikarhêner, Rasti, Ghybu, û Penaber49: Bi dîtina min eşkera ye ku Hogir Silevanai, Sajad shingali1, Hogir Alsilevanai, Hogir Silêvaney, Hogir Silêvaneyî reklam dike. Rojnamevan û medyakarekî jêhatî û delal û profesyonel e, lê li Wîkîpediya Kurdî reklam dike û bi awayekî alîgir gotara xwe pêşkêş dike. Ez Hogir wekî mirov rexne nakim, daxwaza min ne ew e, lê belê şêweyê ku pê gotara xwe pêşkêş kiriye rexne dikim. Bi çar navên cûda yên bikarîner kete Wîkîpediya Kurdî, guherandinên Wîkîpediyayê piştguh kirine û armanca wî wekî li ser Facebook, Twitter û Instagram reklama hunera xwe ye. Reklam li Facebook, Twitter û Instagram ne pirsgirêkek e, lê angorî rêbaz û prînsîpên Wikipedia, li vir reklam nayê pejirandin. Reklam nikare bêalî be û bingeha hemî ensîklopediyan ew e: bêalîbûn û nivîsandina gotarên bi çavkanî. Hemû wêneyên Hogir bi copyright parastî ne (Copyright Hogir Alsilevanai year 2020 - designed by Aziz Kamal). Di dawiyê de Wîkîpediya bi zimanê îngilîzî jî hê gotara Hogirî qebûl nake (https://en.wikipedia.org/wiki/Draft:Hogir_Alsilevanai). Bi silav û rêz --MikaelF (gotûbêj) 15:57, 16 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Wekî din, pêdivî ye ku em van rûpêlên agahdariyê wergerînin zimanê kurdî: https://en.wikipedia.org/wiki/Wikipedia:What_Wikipedia_is_not Wîkîpedî çi nîne?, https://en.wikipedia.org/wiki/Wikipedia:Notability_(people), https://en.wikipedia.org/wiki/Wikipedia:Autobiography, https://en.wikipedia.org/wiki/Sockpuppet_(Internet). Gelek spas. --MikaelF (gotûbêj) 16:22, 16 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy, Mohajeer, Xwedêda, û Gomada:@Bikarhêner, Rasti, Ghybu, û Penaber49: Bi silav û rêz bo hemî xebatkarên Wîkîpediya Kurdî, min gotara Hogir Silêvaneyî guherandiye. Li gorî min nuha gotareke derbasdar e. Hûn çi dibêjin? --MikaelF (gotûbêj) 09:04, 17 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

Slav birêz MikaelF, Bi min ev gotar bi armanca reklamê hatibû amadekirin. Bila gotar vê demê bisekine. Lê daxwaza min ji hemî rêveberên wîkîpediya kurdî ev e, bila tû tawîzekî reklamê û gotarên ne ensîklopedîk nedin. Çend kes li vir heye wîkîpediyayê wek cîhê reklamê dibîne ev fikir ne raste û etîk jî nîne. Dema ku ez gotarek dinivîsim dûbare dûbare kontrol dikim ka gelo bêje yan jî peyvên alîgir tê de heye. Pêwiste hemî gotar bi vê fikrê bê amadekirin. Bi rastî jî Hevalê Hogir kesekî jîrhatî ye û di qada karê xwe de jî gelekî serkev tî ye. Xwezî dema ku hevalê Hogir gotara xwe amade dikir krîterên wîkîpediya yê bixwenda îro ev pirsgirêk çênedibûya. Ez dibêjim bila bisekine. Penaber49 (gotûbêj) 09:33, 17 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy, MikaelF, Xwedêda, û Gomada:@Bikarhêner, Rasti, Ghybu, û Penaber49: Hevalên hêja, xebatên camêr li pêş me ne, danasîna kanalekê an rojnamevanekî ne reklam e, lê reklamê jî dihundirîne. Gelek gotar hene ku danasîna fikr û ramanên cûrbecûr dikin ew nayê wê wayteyê ku em reklama wan dikin. Kurd bê dewlet in, her tiştê kurdan jî ji bilî kurdan kes qebûl nake. Heta em nirxê nedin mirovên xwe, dîroka xwe, mûzîka xwe..hwd kes qîmetê nade. Ez niha gotara Dîroka Kurdistanê amadde dikim. Lê li gorî fermiyeta cîhanê Dewleta Kurdistanê tune. Hemû wîkîyên din dîroka Kurdistanê wek Dîroka Kurdan dinivîsin. Ma divê çavkaniyên me wîkîyên din bin? Ez niha di proseya çêkirina netewbûna kurdan de ne. Her tiştê bi kurdî ji bo me girîng e. Gotara vî kesî jî bila bimîne, jixwe rekûpêk çêkiriye. Ez pirsgirêkê tê de nabînim Mohajeer (gotûbêj) 11:10, 17 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

@احسان أحمد:, silav Hogir, tu kengî hatî Swêdê? --MikaelF (gotûbêj) 15:45, 19 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

Ez hê jî ji ber sedemên ku min li vir jî diyar kiriye, li hemberî çêkirina, mana vê gotarê me. Ji ber ku di derbarê wî de hemû çavkaniyên heyî ew bixwe ne û sedemên din ên diyarkirî. -- Bikarhêner (gotûbêj) 08:12, 20 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Bi min pêwîste ku ev gotara ,derheqê Hogir Silêvaneyî de, bê parastin. Gelek gotar di derheqê kesên ku ji Hogir hindiktir kar kirine û tên nasîn, di wîkî yên dinda hatine nivîsandin. Hogir ji bo Kurdî gelek xebatên xweş kirîye. Em dikarin rexne li ser Kurdî ya gotarê û bêalîbunê bikin. Pêwîste ku gotar di van perspektîfanda bên rêkûpek kirin. Rasti (gotûbêj) 18:12, 21 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

@احسان أحمد:, silav Hogir, ez di malpera Badinansat de karê te nabînim. Ji bo Badinansat.com gotareke nû çêke, behsa Badinansat.com bike û wek çavkanî malpera Badinansat.com bi kar bîne. Spas. --MikaelF (gotûbêj) 10:27, 27 hezîran 2020 (UTC) Badinansat[bersiv bide]