Hot dog

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hot dog bi ketçap û gormizê

Hot dog navê awayeke xwarinê ye ku ji xurdemeniyên amadekirî, sosîs, biharbêhn (biharat), sosê babolekirîne (sandvîç, pêçandî), bi germî an sarî tên xwarin re dibêjin. Sala 1871 li Coney Island a DYAyê balolefiroşek bingeha hot dogê avêtiye.

Kûçikê germ[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hot dog bi îngilîzî ye û di wateya "kûçikê germ" de ye. Ne ku wextekê sosîs ji goştê kûçikan çêdikirine û difirotine tê ev nav. Dibêjin bi êvaran karkerên Amerîkayê dema ji kar dihatine, li ser piyan di sermayê de li ber balolefiroşan xwarina xwe dixwarine. Ango wekî kûçikan (seg) dicirifîne ji sermayê lê dema xwarina xwe dixwarine, ji ber ku germ e, laşê wan jî hinekê germ dibûye. Ango wekî îronîk derketiye ev nav.

Derbareyê derketina vê navê de agahiyên mîsoger nînin. Di pêjgeha kurd de jî binavkirinên wiha hene. Bo mînak, keçika dê, bêdirav, karkuj, dontunî hwd.

Ji dikanên ku xwarina hot dog difiroşin re babolefiroş tê gotin. Niha li Kurdistanêfastfood û hot dog bipêş ketine.

Hot dog ji xwarina hazir û pirranî li ser lingan tê xwarin re dibêjin ku nêzîkê fastfoodê ye. Cudatiya wê ew e ku hot dog pirranî ji sosîsan e, xwarina sosîsan e.

Gelek cureyên sos, biharat, zebzeyan tên bikaranîn. Sosîsên wê pirranî ji goşt in. Sosîs tên pijandin an ji xwe pijandî ne, tên germkirin. Niha hot dog bo vejeteryanan jî hene.

Girêdanên derve (ne bi kurdî ne)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]