Dontunî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dontunî

Dontunî, dontune xwarineke bigoşt ji pêjgeha kurd e. Li herêmên Tolhildan, peravên Deryaya Navîn ku di dema osmaniyan de gelek kurd lê hebûn (bi taybetî êla sînemiliyan) tê xwarin.

Dontuniyê jî para xwe ji qedexeyan girtiye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev xwarin derbasê romiyan (tirkan) jî bûye, jê re tontunî-tantunî dibêjin. Berê tirkan digotine dontunî lê saziya ziman a tirkî ev bêje guhertiye, kiriye tantunî. Ji ber ku zimanê kurdî qedexe bû li Tirkiyeyê û saziya ziman a tirkî peyvên biyanî ji tirkî vediqetand, dontuniya kurdan jî para xwe girtiye. Li Edene, Mersin û bakurê Kîprosê wextekê kê di aşxaneyan de bêjeya dontunî bikaraniye, hişyarî lê dihatibûye kirin ku çima bêjeyeke kurdî bikartînin.

Dontuneyê de don heye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirr berê donê dawa ajalan nedixistin vê xwarinê, yan jî di orjînala wê de bez nîne. Lê dîsa jî aşxaneyan de bez dikirin nava goşt. Îcar ji bo kiryaran, mişteriyan qanî bikin an wekî reklamê, digotine "don tune tê de". Di çerxa demê de wekî îroniyekê ev nav wisa maye. Ev agahî gelek caran di rojnameyên tirkan de jî cih girtiye.

Berkelî (bo heşt kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bo seleteya wê:

  • Baqek bexdenûs
  • Baqek pîvaza teze
  • Simaq û xwê
  • Kevçiyek rûnê gulberojê

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Goştê xwe berdin quşxaneyê, ava xwe jî bikinê. Heya ava xwe kişand bikelînin. 3 serî pîvaza hûrkirî û kevçiyek rûnê gulberojê tevlî bikin. Deqeyek-du biqelînin.

3 heb îsota xwe hûrik hûrik hûr bikin, berdin quşxaneyê. Quşxaneya xwe berdin nava rûnbirêşkekê. Çend deqe biqelînin û melzemeyên xwe disa rokin quşxaneyê. Hersê serî firingiyên xwe hûr bikin, berdin navê û derxûnê (devanga quşxaneyê) kîp bikin.

Ardê xwe berdin badiyekê, orteya wê wekî bîrekê qul bikin. Xwê, nanê kartû yê pişirandî û avê berdine, jê hevîrê çêkin. Hebên hûrik jê jêkin, bi darkilorê (darikê tîrê, tîrik) bi qasî rûnbirêşkê vekin. Wan di rûnbirêşkê de bipijînin.

Ji aliyekê ve seleteya xwe amade bikin. Pîvazan di dirûvê heyvê de ziravane hûr bikin. Wan bi xwê, bexdenûsa pelên wê hatine veqetandin, simaq û ava lîmonê tevdin.

Ew sosa we amadekiribû, têxin nava pelhevîrkên (şikeva) we pijandiye û seleteyê jî têxinê. Wekî loxê bipêçin û bi germî bînin ser destexaneyê (sifreyê).