Hrant Dînk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Hrant Dink hat beralîkirin)
Hrant Dink
Image dans Infobox.
Midûrê karê weşanê (en)
Agos
-
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Balıklı Armenian Cemetery (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê rastî
Հրանտ ԴինքLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Cîwar
Perwerde
Pîşe
Stûnnivîs, futbolvan, rojnamevan, çalakdara/ê mafên mirovan, nivîskar, rojnamevanê alîgir, editing staff, weşangerLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Rakel Dink (en) (dp. )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Arat Dink (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Werziş
Yane
Taksim SK (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xelat
Lîsteya berfireh
Henri Nannen Award (d)
Johann Philipp Palm Award (d)
Bjørnson Prize (en) ()
Oxfam Novib/PEN Award ()
Xelata Hermann Kesten (en) ()
International Press Institute World Press Freedom Heroes (en) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Wêneyê goristanê
Bîranîna Hrant Dînk di 2007an de li Stembolê

Hrant Dînk, bi Ermenî Հրանդ Տինկ [1] (15ê îlonê 1954 li Meletî, Bakurê Kurdistanê - 19ê kanûna paşîn 2007 li Stembol, Tirkiye), rojnamevanê Ermenî, gerînendeyê giştî yê rojnameya Agos bû.

Ji ber nêrînên xwe gelek caran hate darizandin û bi "piçûkxistina Tirkbûnê" dihate tewanbarkirin. Artêşa Tirkiyê, medya Tirk, kom û partiyên neteweperest ew wekî "cahş - dijminê neteweyî" dan nîşandan û di dawiyê de hate kuştin. Dînk li paş xwe 3 sêwî hiştin.

Dê û bavê wî Ermeniyên ji parêzgeha Sêwasê bûn. Di sala 1961î de hevdû berdidin û Hrant sêwî dimîne. Jiyana wî li sêwîxaneyan derbasdibe. Dîsa xanima wî jî sêwî bû. Zarokên Ermeniyên yên ku bê dê û bav bûn, li sêwîxaneyan di bin rewşên awarte de dijiyan. Herwekî di hemî mercên dewleta Tirk de rastî bêbextî, piçûkxistin û dijûnan dihatin. Ji ber kû bîrdoziya fermî gelê Ermenî wekî dijmin dinirxîne, jiyana Ermeniyên li Tirkiyê gelek dijwar e.

Kuştina Dînk gelek kesan rakirin ser piyan. Xwepêşandanên bi navê "Em hemî Ermenî ne" hatin lidarxistin. Dewleta Tirk bi lez kesekê derêxist û wekî bersûc da nîşandan. Bersûcê bi navê Ogün Samast sûc hemî xist para xwe. Lê ronakbîr di wê baweriyê de ne ku, wekî her carê dewleta Tirk dîsa "belengazek" derdixe û tewanbariya xwe vedişêre. Parêzgerê wî daxûyanîkirin ku Dînk ji aliyê serkaniya Artêşa Tirk û orgeneral Veli Küçük ve dihatibûye geflêkirin.

Dînk xwedî gelek xelatên navneteweyî bû. Gelek caran Dewleta Ermenistanê, dîasporaya Ermeniyên jî rexne dikir.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]