Kurd FM

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji KURD FM hat beralîkirin)
Kurd FM
Malper    kurdfm.com
Ziman Kurdî
Avabûn 11ê Sibata 2010
Dirûşm Dengê Hunera Kurdî
biguhêreBelge

Radyoya KurdFM, yekemîn Appa Kurdî ye û ji radyoyeka 24 saetî pêk tê.

Radyoya KurdFM ê di roja 11 Şibat 2010 an da dest bi weşana xwe kir.

Mebesta Radyoya KurdFM ê; çanda Kurdî veguhezîne guhdarên xwe, bernameyên çand û hunerê yên berkeftî pêşkeş bike, bernameyên lêkolîn û vekolînê, belgenameyên giranbuha, hevpeyvîn û danasînên hêja amade bike û pêşkeş bike ye.

Muzîk û çanda cîhanê jî bi muzîk û lêkolînên Radyoya KurdFM ê wê bê pêşkeşkirin.

Li her devera ku înternet heye, hemû guhdar dikarin Radyoya KurdFM ê guhdar bikin. Bi telefonên ku dikare têkeve înternetê jî Radyoya KurdFM dikare bê guhdarkirin.

Rêvebiriya Radyoya KurdFM ê Agirî Soran û Xêro Mîrza e.

KurdFM di meha tebaxê de li Almanyayê wekî markeyekî xwe tomar kir û hewil dide ku di navnetewîda jî xwe wekî markeyekî tomar bike. KurdFM bu APP a yekemîn ya Kurdî di nava App store da. Meha hezîrana 2010an da KurdFM APP a xwe da çêkirin û bi bernameya xwe ya radyo kete nav App Store. Bi vî rengî bu App a yekemîn ya Kurdî di nava Iphone, Ipod, Ipad ê da.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]