Kamîkaze

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Balafirvanê kamîkazeyê fermana xwe ya dawiyê digire.

Kamîkaze, peyvekê Japonî ye ku ji bo balafirvanên xwekujî yên Împaratoriya Japonê tê bikaranîn.[1] Navê xwe ji teyfûnekî(bagêrên ku di deryaya hindî de çêdibin) girtiye ku ev teyfûn di sedsala 13em de keştiyên mongoliyan wêran kiriye û Japonê ji dakirkeriyê xelas kiriye. Di salên dawî yên Şerê Cîhanî yê Dûyem de, balafirvanên kamîkazeyê armanc kiribûn ku bi balafirên xwe yên bi teqemenî, bombe û sotemeniyeke gelek zêde ve barkirî, êrîşê keştiyên hêzên hevpeymaniyê bikin û bi vî awayî jî ziyaneke mezin bigihînin wan.[2]

Gelek mirov bawer dikin peyva kamîkazeyê ji aliyê artêşa Japonî ve hatiye dayîn, lê ev ne rast e. Artêşa Japonî ji balafirvanên xwekujî re tokubetsu kōgeki tai (特別攻撃隊) digotin û wateya wê Yekîneya Palemarî ya Taybet bû. Bi giştî wek tokkōtai (特 攻 隊) dihatin kurtkirin. Ji bo êrîşên xwekujî yên ku ji aliyê balafirvanên stolê ve dihatin kirin, wek shinpū tokubetsu kōgeki tai (神風特別攻撃隊) dihatin binavkirin. Wergerên Amerîkî bi şaşî, peyva shinpū'yê (bayê rewanî-xwedayî) wek kamîkaze xwendin. Piştre ji ber ku ev nav di çanda Japoniyan de pir dihatin zanîn, Japoniyan jî dest pê bikaranîna peyva kamîkazeyê kirin.

Dîrok[biguherîne]

Kiyoshi Ogawa, balafirvanê kamîkazeyê, ew balafirhilgirê Amerîkayê ya bi navê USS Bunker Hill lê xist.
USS Bunker Hill, di 11ê gulana sala 1945an de ji aliyê Kiyoshi Ogawa û yekî din ve tê lêdan. Di vî êrîşê de 372 leşkerê deryayî jiyana xwe winda kir.

Di 7ê kanûna 1941ê de piştî êrîşê Pearl Harbor'ê (Êrîşê Bendera Mirwariyê), Hezên Deryayî û Asmanî yên Japonê di şerên Midway û deryaya Filîpînê de têk çûn. Ew gelek keştî û bi sedan balafirên şerî yên xwe winda kirin û piraniya balafirvanên herî baş ên Hêzên Asmanî jî jiyana xwe winda kirin. Digel vê yekê çavkaniyên pîşesaziya Japonê kêm bûn û li gorî endustriya Amerîkayê jî pir hêjar bû. Bi vî awayî Dewletên Yekbûyî keştî û balafirên xwe nû kirin. Di salên navbera 1943 û 1944an de Hêzên Hevpeymanî ber bi Japonê ve dikişiyan. Di şerê Deryaya Filîpînê de, di 19-20ê pûşpera 1944an de, hêzên Japonî ber bi Filîpînê ve vekişiyan.

Di 15ê tîrmehê de herêma Saipanê ji aliyê hêzen Hevpeymaniyê ve hate bidestxistin. Piştî ketina Saipanê, fermandarên Japonê xweş dizanibûn ku piştî Saipanê armanca hevpeymaniyan Filîpîn bû. Filîpîn, ji ber ku xwediyê kanên petrolê bûn, herêmeke pir girîng bûn. Eger Japonya kontrala xwe ya li ser Filîpînê winda bika, dê ji keştiyên wî re sotemenî pir kêm bimaya. Di 17ê kewçêrê de, Hevpeymaniyan di Şerê Kendava Leyteyê de dest pê erîşê li ser Filîpînê kirin.

Nîvamîral Takijiro Onishi, ji hêzên Asmanî yên Japonê berpirsiyar bû. Ew fam kiribû ku bi balafirvanên kêmhêvoyî û bi çend balafir ve şer nayê qezenckirin.[3] Ji ber vê yekê ew biryar da ku tîmeke xwekujî ya bi navê Yekeya Palemarî ya Taybet damezirîne. Ji bo vê erkê, 24 balafirvanê xwendekar minêkar bûn. Ev hêz di bin 4 koman de rêxistî bûn:Yekîneya Shikishima'yê, Yekîneya Yamato'yê, Yekîneya Asahi'yê û Yekîneya Yamazakura'yê. Ev navên yekîneyan ji helbesteke welatparêzî hatiye girtin ku ev berhem ji aliyê helbestvanê klasîk a Japonê Motoori Norinagayê ve hatiye nivîsandin.

USS Columbia , di 6ê çileya 1945an de ji aliyê kamîkazeyekî ve tê lêdan.
Di êrîşê USS Columbia de, 13 leşkerê deryayî mirin û 14 kesî wan jî birîndar bûn.

Japonya, di Şerê Kendava Leyteyê de têk çû, lê hêzên taybet serkeftineke mezin bi dest xistin. Êrîşê yekem ê kamîkazayê di 21ê kewçêra 1944an de, li dijî Hêzên Deryayî ya Awistralyayê ve pêk hat.[4] Di vî êrîşê de tevî Sitvan Emile Dechaineux ve 30 leşkerê deryayî mirin û ji vî pirtir kes jî birîndar bûn. Heta 26ê kewçêrê 47 keştiyê hevpeymaniyan dûçarî êrîşan hatin. Piraniya van keştiyan, wekî balafirhilgirê Amerîkayê "USS St. Lo" ziyaneke mezin dîtin ango ketin bin avê.[5]

Ev serkeftina zûka, fermandarên Japonî bo domandina êrîşên kamîkazeyê qaneh kirin û gelek balfirvan daxilî êrîşên kamîkazeyê bûn. Piştî çend meh, ji 2 hezarî pirtir balafir di van êrîşan de bûn. Bi vî awayî balafirên Japonê ber bi kêmbûnê çûn û wexta ku hejmara balafiran pir kêm bûn, ji bo van vatiniyên kamîkazeyê gelaleyên nû ava bûn. Wekî balafirê Nakjima Ki-115 Tsurugi'yê çendinê wan ji depîn(darîn) hatin çêkirin û di van balafiran de motorên kevin dihatin bikaranîn.[6] Taxima dananê ya balafirê bi giştî ji aliyê balafirvanên ku dest pê firînê kiribûn, ji diyar dihatin avêtin çunkî balafirê destpê firînê kirî, careke din xwe nedidaniyan û bi vî awayî jî ev taximê dananê di balafireke din de dîsa dihatin bikaranîn.

Yên herî girîng ên êrîşên kamîkazeyê di navbera tarîxên 6ê avrêlê û 25ê gûlana 1945an de, di Şerê Okinawayê de pêk hatin. Wê demê, ji 1500î pirtir balafir ve heft êrîşê girîng pêk hat. Hêzên hevpeymaniyê di vî şerî de bi ser ketin lê ew ji ber êrîşên kamîkazeyê gelek keştiyên xwe jî winda kirin. Di dawiya şerî de, herî kêm 21 keştiyê Amerîkayê ji aliyê kamîkazeyê ve hatibûn binavkirin û ji Stolên din yên Hevpeymaniyê jî çendin keştî hatibûn binavkirin ango ziyaneke mezin dîtibûn.[7]

Bi hezaran balafirên kamîkazeyê ji bo parastina Japonê ya ji dagirkeriyê amade bûn. Digel vê, di 15ê tebaxê de piştî radestbûna Japonê û avêtina bombeyên atomê ya li ser Nagasakî û Hîroşimayê, careke din nehatin bikaranîn.

Bandorên kamîkazeyê[biguherîne]

Tesîra herî mezin a êrîşan, di navbera Yekîneyên Hevpeymaniyê de pêkanîna tirsekî bû. Bi rastî jî wexta ku keştiyên Amerîkayê ber bi şerên dawî ve diçûn, leşkerên deryayî ji balafirvanên kamîkazeyê pir ditirsiyan. Bi dawiya Şerê Cîhanî yê duyem, Hêzên Deryayî yên Japonê 2.525 balafirvanê kamîkazeyê û 1.387 balafirvanê Artêşê bi garî kirin.[8] Hikumeta Japonê aşkere kir ku di van êrîşên kamîkazeyê de 81 keştî bin av bûn û 195ê wan jî ziyaneke mezin dîtin. Digel vê, ew daxuyandin ku ji sedî 80ê yê sedema mirinên hêzên hevpeymaniyê ji ber êrîşên kamîkazeyê ve çêbûye.

Li dijraberê van agahiyan, çavkaniyên Amerîkî jî angaşt dikin ku ji gotinên Japonan kêmtir keştî bin av bûne. Lê dîsin jî ew hemfikir in ku ziyaneke mezin dîtine. Li gorî çavkaniyên Hêzên Asmanî yên DYAyê, di êrîşên kamîkazeyê de 34 keştiyê sîtolê bin av bûn û 368yê wan ên din ziyan dîtin, 4.900 leşker mirin û 4.800yî pirtir leşker birîndar bûn.[9] Dîroknas Robin Rielly di pirtûkekê de nivîsand ku di êrîşên kamîkazeyê de 60ê keştiyên Amerîkayê bin av bûne û 400î zêdetir keştî jî ziyan dîtine.[10]

Gîrêdanên derve[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. http://www.dictionary.com/browse/kamikaze
  2. Zaloga, Steve. Kamikaze: Japanese Special Attack Weapons 1944-45. p. 12.
  3. http://ww2db.com/person_bio.php?person_id=170
  4. Nichols, Robert (2004). "The first kamikaze attack?"Wartime (Australian War Memorial) (28). Retrieved April 23, 2012.
  5. Toland, John (1970). The Rising Sun: The Decline and Fall of the Japanese Empire 1936-1945. Random House. ISBN 978-0-8129-6858-3. p. 567.
  6. https://web.archive.org/web/20091028070020/http://geocities.com/~scottvanaken/closeups/115cu.html
  7. "Casualties: U.S. Navy and Coast Guard Vessels, Sunk or Damaged Beyond Repair during World War II, 7 December 1941-1 October 1945". Naval Historical Center. Retrieved August 30, 2007.
  8. https://books.google.co.uk/books?id=GqYWmUae5h8C&pg=PA270&lpg=PA270&dq=kamikaze+1387&source=bl&ots=6N0d8PJK5M&sig=RQZGr9MA6bXQpdGCiSnSpGu8_8I&hl=en&sa=X&ved=0ahUKEwiC78GH8tXUAhULPFAKHQlUB18Q6AEINTAC#v=onepage&q=kamikaze%201387&f=false
  9. Hallion, Richard P. "Precision weapons, power projection and the revolution in military affairs". United States Air Force Historical Studies Office. Retrieved August 30, 2007.
  10.  Rielly, Robin L. (2010). Kamikaze Attacks of World War II: A Complete History of Japanese Suicide Strikes on American Ships, by Aircraft and Other Means. McFarland. pp. 317-324. ISBN 978-0-78644-654-4.