Kevçî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kevçiyek
Kevçiyeke kevn

Kevçî, alava xwarinê ye. Bi taybetî bo xwarinên avî (ron) tê bikaranîn. Di kurdiya sorani de "kewçik", li lekî "kamche", li taleşî "keche" û li gilakî "keche", di pehlevî "kafčak" de tê axaftin[çavkanî hewce ye].

Wekî kepçe ketiye zimanê romî (tirkî) jî. Bêje ji koka "kev, kefa destan" hatiye holê û xwerû Kurdî ye. Tê zanîn ku kevçî yan kevçe dişibe kefa destê mirov. Ji dema Bîzansî û Romayiyan ve li Ewropa hatiye bikaranîn.

Gelek cureyên kevçiyan hene. Berê li Kurdistanê kevçî û çatel ji daran jî dihatin çêkirin ku evana him çêja (tama) xwarinê xerab nedikirin û him jî devê mirov kêm dişewitî. Lê îro êdî nîne.

Di dema nûjen de kevçî ji bo gelek tiştan tên bikaranîn. Bo mînak vexwarina dermanên ron (avî). Ji bo xwarinên bilêzî cureyên plastîk ên piçûk, ji bo lihevxistina vexwarinên wekî çay û qehwe jî kevçiyên taybet tên bikaranîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]