Here naverokê

Klaus Schmidt

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Klaus Schmidt
Klaus Schmidt di sala 2014an de li Salzburgê
Jidayikbûn11ê kanûna pêşîn a 1953an(1953-12-11)
Mirin20ê tîrmeha 2014an (60 salî)
Ückeritz, Almanya
Sedema mirinêMirina masûlkeyên dil li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
EsilAlmanî
HevwelatîAlmanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PerwerdeZanîngeha Heidelbergê, Zanîngeha Erlangen
Pîşe
Xebat
Meqam
  • extraordinary professorship (2007–2014) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Travel Scholarship of the German Archaeological Institute Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Klaus Schmidt (jdb. 11ê kanûna pêşîn a 1953anm. 20ê tîrmeha 2014an) arkeolog û tarîxnasekî alman bû ku ji 1996an heta 2014an li Girê Mirazan xebatên kolandinê meşandiye.

Klaus Schmidt li unîversîteyên Erlangen û Heidelbergê pêş- û prototarîx, hem jî arkeolojiya klasîk û jeolojî xwendiye. Wî doktoraya xwe di 1983an de li Unîversîteya Heidelbergê di bin rêberiya Harald Hauptmann de qedandiye. Di sala 1995an de bû serokê kolandinên li Girê Mirazan li Rihayê. Di sala 2007an de li Unîversîteya Erlangenê bû profesorê alîkar.

Schmidt ji destpêka 2001ê ve bû referansê arkeolojiya pêştarîxê ya beşa Rojhilata navîn ya Enstîtuya Arkeolojiyê ya Alman.[1]

Schmidt di sala 1995an de malekê li Rihayê kiriye û xebatên xwe li vir bi rê ve biriye.[2] Tîmê xwe yê arkeologan bi giştî di du mehên biharê û du mehên payizê de cihê Girê Mirazan kolandine. Di roportajeke 2011an de, Schmidt texmîn kir ku teqrîben ji sedî pêncî cihê kolandinê hatibû vedan.[3]

Klaus Schmidt bi arkeologa tirk Çiğdem Köksal-Schmidt re zewiciye.[4] Di 20ê tîrmeha 2014an de wexta ku li Almanyayê ajne dikir ji ber krîza dil miriye.[5][3]

Ev gotar ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.
  1. ^ "Prof. Dr. Klaus Schmidt". Institut für Ur- und Frühgeschichte. Ji orîjînalê di 30 hezîran 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 tîrmeh 2015.
  2. ^ "Stone Pages Archaeo News: Professor Klaus Schmidt's views on Gobekli Tepe". Stonepages.com. Roja gihiştinê 22 tîrmeh 2014.
  3. ^ a b >"Ancient Göbeklitepe pioneer Schmidt passes away". Hürriyet Daily News. 21 tîrmeh 2014.
  4. ^ "Mitteilung des Generalkonsulats". General Consulate of the Turkish Republic. Ji orîjînalê di 8 sibat 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 tîrmeh 2015.
  5. ^ "Klaus Schmidt (1953-2014)". German Archaeological Institute. Ji orîjînalê di 22 tîrmeh 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 tîrmeh 2014.