Împeratoriya Seleukî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Împeratoriya Seleukî
  • Βασιλεία τῶν Σελευκιδῶν
  • Basileía tōn Seleukidōn
Sirûd: 
Împeratoriya seleukiyan (bi inglîzî: Seleucid Empire) di sala 281 b.z. de
Paytext

33°5'40"Bk, 44°31'20"Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Rêveberî keyîtî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 312 b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Dema hilweşînê 63 BCE 
 •  Rûerd 4.000.000 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 35.000.000 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Împeratoriya seleukî an împeratoriya seleukiyan (bi yewnaniya kevn: Βασιλεία τῶν Σελευκιδῶν, lat. Basileía tōn Seleukidōn)[1], carinan seleukî wek selewkî jî tê nivîsandin. Bi mirina Îskenderê Mezin, ji aliyê general Seleukos I ve di sala 312ên BZê de li Babîlê hat damezrandin. Împaretorî, di sala 64ên BZê de ji aliyê Împeratoriya Romayê ve hate hilweşandin. Di demên xweya herî rind de împeratorî di Trakya de heta hundirên Hindistan çemê Îndûs belav bi bû. Paytexta yekem Seleukeia, li ser Dîcle ya Mezopotamyayê bû (dijberî Ktesiphon). Piştî wê, paytext Antîoxeia (îro Entakya) bû. Seleukos I seleukî her du bajar ava kirin.[2]

Sînor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Împeratoriya seleukî ne di paytexteke de, lê ji çend deran de dihat kargerkirin. Ji wan navçeyan ya herî giring Sûrî bû. Li Sûriyê derve Mezopotamya, Babîl, rojavaya Îranê û Anatolya hin navçeyên din ên giring bûn.

Di demên aşitiye de bi gelemperî împerator li Sûriyê diman. Navenda împeratorîye wek Tetrapolis (ango, "Çar Bajar") dihat navend û ji van çar bajaran Antîoxeia li rojhilat (îro Entakya), Seleukia Pieria, Latakia (îroj, Laziqiye) û Apameia (îro Efemiya) pêk dihat.

Paytextên ji bo Satrapên jor, rojhilata împeratoriyê, Tisfûn bû. Ji Tisfûn satrapên Împeratoriya Hexamenişî yên berê wek Mezopotamya, Babîl, Şuş, Persis, Medya û Kermanî dihat kargerkirin. Li bakura wê derê Ermenistan, Azerbaycan, Eşkaniya û Balaxistan he bû.

Navendeke din a giring Sardîs (îroj nêzî Manisa) bû. Lê li wir seleukiyan pir serwerî neajotin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Seleukos I Nîkator (321/312-281)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Seleukos I Nikator
Seleukos I Nîkator (321/312-281)
Împeratoriya seleukiyan di sala 301 b.z. de

Li pê Îskender mir re Împeratoriya mezina li pê xwe hiştî hat par kirin û di 321 b.z. de Seleukos I satrapiya Babîlê saz kir.[3] Lê wî serweriya xwe li ser wan xakan bi tunî ancax di 312 b.z. de rûniştand û împeratoriya bi navê xwe sazand. Di 305 b.z. Wî împeratorî heta Hindistanê fireh kir.

Di 301 b.z. de Seleukos bi piştgiriya Lusimaxos yek ji dijberên xwe Antigonos I bin xist û Sûrî ji dest xwe xist.

Di 281 b.z. de di Cenga Kurupedion de hevalbendê xweyê berê Lusimaxos, kargerê Trakya û Anatolyayê bin xist û împeratoriya Îskenderê Mezin şunda di destekî (derve Misir) de yek kir. Ji bo Makedonya jî dagir bike kênge Tengava Çanakkaleyê derbas kir şûnda ji aliyê Ptolemaîos Keraunos, lawê împerator Ptolemaîos I Soter ve hat kuştin.

Ji pê mirina Seleukos I re împeratorîye xwe di cengên ji bo texta împeratoriye de dît. Li gelek navçeyan, çend kesan xwe wek împerator dan zanîn. Lê bi dawî du xanedanan serweriya xwe hat pejirandi; yek eşkaniyan li başûr rojhelata Deryaya Qezwînê dewlet saz kirî bûn, ya din jî Keyîtiya Graiko-Baktrianan di serdariya Diodotos I de heta Hindistanê hatîbû sazandin.

Împeratorî ji pê wan cengan re gelek lawaz bû bû.

Antîoxos III Megas (223-187)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Antîoxos III Megas

Di destpêka dema Antîoxos III (223 b.z.-187) de împeratorî ji Sûrî û Babîlê pêk dihat. Di 212 an de Antîoxos ji bo xakên împeratorî şûnda hundura dewletê bike derkete seferekê û di dawiya seferê Ermenistan, Azerbaycan û Eşkanî şûnda hundura împeratoriyê kir.

Di 196an de Antîoxos derkete sefereke ser Trakyayê. Lê li Yewnanistan ji aliyê împeratoriya Romaye ew hat bin xistin. Ji pê re li Trakya û Anatoliya jî ji aliyê Romayan ve hat binxistin û derve Kîlîkya xakên li Anatoliya û Trakya derbaza Romayê bûn.

Ji pê mirina Antîoxos III re Eşkanî, Baktriya û Ermenistan şûnda ji împeratorîye veqetî ye û împeratorî ji xakên Sûrî, Kîlîkya, Babîl, Medya û Îranê de pêk dihat.

John D. Grainger: A Seleukid Prosopography and Gazetteer. Brill, Leiden/Boston 1997, ISBN 90-04-10799-1 (Nachschlagewerk zu Personen, Orten und Institutionen des Seleukidenreiches). Paul Kosmin: The Land of the Elephant Kings. Space, Territory, and Ideology in the Seleucid Empire.[4] [5] [6]

Rûxîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kênge împerator Antîoxos VII mirî bû împeratorî ji Sûrî û Kîlîkya de tenê pêk dihat. Lê li hundura împeratorî de gelek têkoşîn ji bo textê hebûn û wan cengan împeratorî sal bi sal lawaz dikir.

Di 83 b.z. de keyê Ermenistan Tîgranê Mezin va lawaziya wek fersand dît û Sûrî dagir kir û çend salan şunda jî ji aliyê romayiyan ve dawiya împeratoriya seleukiyan hat dan.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Elias Bikerman: Institutions des Séleucides. Librairie Orientaliste Paul Geuthner, Paris 1938.
  2. ^ Edwyn Robert Bevan: The House of Seleucus. 2 Bände, Edward Arnold, London 1902 (Nachdruck, Routledge & Kegan Paul Ltd., London 1966).
  3. ^ Laurent Capdetrey: Le pouvoir séleucide. Territoire, administration, finances d’un royaume hellénistique (312–129 avant J.-C.). Presses Universitaires de Rennes, Rennes 2007.
  4. ^ Harvard University Press, Cambridge 2014, ISBN 978-0-674-72882-0.
  5. ^ Susan Sherwin-White, Amélie Kuhrt: From Samarkhand to Sardis. A new approach to the Seleucid Empire. Duckworth, London 1993, ISBN 0-7156-2413-X.
  6. ^ Józef Wolski: The Seleucids. The Decline and Fall of their Empire. Nakładem Polskiej Akademii Umiejętności, Kraków 1999, ISBN 83-8695655-0.