Here naverokê

Klorofîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lemon balm leaves
Rengê kesk ê riwek û kevzan ji ber hebûna pîgmenta klorofîlê ye.
A microscope image of plant cells, with chloroplasts visible as small green balls
Di bin mîkroskobê de, di nav xaneyên riwekê de kloroplast xuya dibin. Klorofîl di nav kloroplastan de ye.
A leaf absorbing blue and red light, but reflecting green light
Tîrojên ronahiya kesk ji ser rûyê pelê dipeke. Bi pekîna fotonan tîrojên kesk areste diguherîne ev rewş wekî şewqdan tê navkirin. Ji ber ko klorofîla nav pelê riwekê ji bilî tîrojên kesk hema hemû tîrojên ronahiyê dimijîne û tîrojên ronahiya kesk jî dipeke û tê çavê me, em pelê bi rengê kesk dibînin.

Klorofîl (bi înglîzî: chlorophyll) di xaneyên riwek, kevz û hin bakteriyan de pîgmentên bi rengê kesk in ko tîrojên ronahiyê dimijînin bo dabînkirina enerjî ji bo karlêkên fotosentezê.

Peyva klorofîl ji du peyvên grekî, “khlōros“ û ”phyllon” peyda bûye. Di grekî de ji bo keskê zerokî, peyva khlōros“, ji bo pelê riwekan jî ”phyllon” tê bikaranîn.[1]Riwek û kevz rengên xwe yên kesk ji klorofîlan werdigirin.

Taybetmendiya pîgmentan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gava ronahî rastê madeyek (cism) tê, dibe ko tîrojên ronahiyê di nav wê madeyde derbas bibin an jî fotonên tîrojê ji rûyê madeyê bipekin û şewq bidin. Hin caran jî hin tîroj ji aliyê madeyê ve tên mijandin. Pîgment molekulên taybet in ko ronahiya bînraw dimijînin û bi rengek taybet xuya dibin. Her corek pîgmentê ronahiyên bi dirêjiya pêlê diyarkirî dimijîne. Gava ronahiya spî (ji tîrojên ronahiyên bi rengê sor, poteqalî, zer, kesk, nîlî, şîn û binefşî pêk tê) were ser pîgmentek, pîgment hinek tîrojan dimijîne lê hinekî tîroj jî ji pîgmentê şewq didin. Tîrojên kîjan ronahiyê neyê mijandin, em pîgmentê bi wê rengê dibînin. Ji ber ko pîgmenta klorofîlê ya pelên daran tîrojên ronahiya kesk namijînin, tîrojên kesk di klorofîlê de derbas dibin an jî ji klorofîlê şewq didin û tên çavên me, em pelên darê bi rengê kesk dibînin.[2]

Pêkhateya klorofîlê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Klorofîl di riwek, kevz û siyanobakteriyan de pîgmenta bingehîn e ji bo mijîna tîrojên ronahiya bînraw. Klorofîl di parzûna tîlakoîdê ya kloroplastên riwek û kevzan de cih digire. Di bakteriyên fotosentezî de klorofîl li ser rûyê navî yê parzûna xaneyê de cih digirin. Klorofîl herî zêde ronahiya sor, binevşî û şîn dimijînin.[3]

Pîgmenta klorofîlê ji xeleka porfîrîn (bi înglîzî: porphyrin) û zincîrek fîtol (bi înglîzî: phytol) pêk tê.[4] Di navenda xelaka porfîrînê de atoma magnezyumê cih digire. Porfîrîn bi yekbûna xelekên piçûktir ên ji atomên karbon û nîtrojenê pêkhati peyda dibe. Mijîna ronahiyê di beşa porfîrînê de rû dide.

Di nav kloroplastê de klorofîl bi proteînên binyadî yên parzûna tîlakoîdê ve girêdayî ne.[5] Zîncîra fîtol a klorofîlê zincîrek hîdrokarbonî ya dijav e. Karê serekî yê zincîrê, bi proteînên dijav ên li ser rûyê parzûna tîlakoîd a kloroplastê ve girêdana pîgmentê ye.[4]

Xeleka porfîrîn a klorofîlê gellek dişibe beşa hemê ya pîgmenta sor a hemoglobîna xirokên sor. Lê navenda xeleka hemoglobînê de li dewsa atoma magnezyumê, ataoma hesin cih digire.[5]

Di xaneyên riwek û kevzan de klorofîla a û klorofîla b herî zêde ye.[3] Klorofîla a herî zêde ronahiyên bi dirêjiya pêlê ya 420 nanometre û yên 670 nanometre dimijîne. Di şebenga ronahiya bînraw de beşa navbera 420 heta 670 nanometre ji aliyê klorofîla a ve baş nayê mijandin.[6]

Klorofîla b, di warê pêkhateyê de dişibe klorofîla a-yê, lê ji ber cudahiyek piçûk, şebenga mijînê ya klorofîla b-yê jî ji ya klorofîla a-yê cuda ye. Klorofîla b herî zêde ronahiyên şîn û porteqalî dimijîne. klorofîla b rasterast tevlê karlêkên fotosentezê nabe, enerjiya ko ji mijîna fotonan hatiye bidestxistin, digihîne klorofîla a-yê.[2]

Molekulên klorofîlê di parzûna tîlakoîdê de wekî fotosîstem hatine ba hev. Her fotosîstemek guşiyek ji çend hezaran pîgment lixwe digire. Koma pîgmentan, wekî antenek wergira ronahiyê kar dike û piranîya wê ji klorofîlê pêk tê.[7]

Gava foton li ser molekula pîgmentê dixe, enerjiya ji fotonê ji molekulek ber bi molekula din ve tê şandin heta ko bigihîje navenda fotosîstemê, navenda fotosîstemê ji molekulên klorofîla a-yê pêk tê. Molekulên klorofîla a li cem molekulên wergira elektronê ya yekemîn (bi înglîzî:primary electron acceptor) cih digirin. Wergira elektronê ya yekemîn elektrona klorofîla a ya ko ji aliyê enerjiya ronahiyê ve hatiye hankrin diqefêlîne. Molekulên di nav parzûna tîlakoîdê, ev enerjiya ronahiyê ji bo çêkirina ATP û NAPH-yê bi kar tînin.[7]

Corên klorofîlên fotosenteza oksîjenî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Hemû riwek, kevz û hin bakteriyên fotosentezî di pêkhateya xwe de klorofîla a lixwe digirin û ji bo fotosentezê wekî pîgmenta serekî bi kar tînin.

Di sirûştê de du cor fotosentez rû dide; fotosenteza oksîjenî (bi înglîzî: oxygenic photosynthesis) û fotosenteza neoksîjenî (bi înglîzî: anoxygenic photosynthesis).

Di fotosenteza oksîjenî de av wekî bexşînerê elektronan kar dike, klorofîl ronahiyê dimijîne û di karlêka fotosentezê de li gel xurek, oksîjen jî tê berhemanîn. Li gel hin navikseretayiyan (prokaryot), hemû riwek û kevz fotosenteza oksîjenî pêk tînin, ango di xaneyên van zîndeweran de pîgmentên klorofîlê heye.[8] Di hinek corên bakteriyan de çavkaniya elektronan ne av lê molekulên wekî hîdrojen sulfîd (bi înglîzî: hydrogen sulfide) e. Di fotosenteza van bakteriyan de oksîjen peyda nabe, klorofîlên wan jî ji klorofîlên riwek, kevz û siyanonbakteriyan piçek cuda ye û wekî bakteriyoklorofîl (bi înglîzî: bacteriochlorophyll) tên navkirin.

Ne yek lê çend corên klorofîlan heye lê di rîwek û kevzan de klorofîla a û klorofîla b, klorofîlên bingehîn in.[5] Klorofîla c û klorofîla d bi gelemperî li gel klorofîla a-yê di pêkhateya hin kevzên avî de cih digirin.[9]

Klorofîla herî berbelav e. Hemû riwek, kevz û hin bakteriyên fotosentezî di pêkhateya xwe de klorofîla a lixwe digirin û ji bo fotosentezê wekî pîgmenta serekî bi kar tînin. Klorofîla a herî zêde, ronahiyên bi rengê binefşî, şîn porteqalî û sor dimijîne.

klorofîla b pîgmenta alîkar e û rasterast tevlê karlêkên fotosentezê nabe. Ji ber cudahiyek di koma fermanî (bi înglîzî: functional group) de taybetmendiyên wê ji klorofîla a cudatir in. Klorofîla a di xeleka porfîrînê de koma metîl (—CH3) lixwe digire, di klorofîla b de li dewsa metîl, koma karbonîl (—CHO) cih digire.[10]

Klorofîla b herî zêde ronahiyên porteqalî û sor dimijîne.

Di pêkhateya kevzên deryayî yên wekî kevzên qehweyî û dîatoman detevî klorofîla a, klorofîla c jî heye. Li gor pêkhateya kîmyayî û rêjeya mijîna ronahiyê, sê corên klorofîla c hene; klorofîla C1,C2 û C3.

Di pêkhateya kevzên sor û siyanobakteriyan de cih digire. Di kûrahiya deryayê de ji bo van zîndeweran ronahiya sor dimijîne ko di karlêkên fotosentezê de were bikaranîn.

Klorofîla e klorofîlek kêmpeyda (nadîr) ye û di pêkhateya hin kevzên avê yên bi rengê zêrîn (bi înglîzî: golden algae) de tên dîtin.

Ev pîgment dikare tîrojên jêrsor (bi înglîzî: infrared) bimijîne. Tîrojên jêrsor ên bi dirêjiya pêlê ya 800 nanometre ji aliyê klorofîla f-yê ve tên mijandin û ji bo fotosentezê tên bikaranîn.[11]

Klorofîll f cara pêşîn di siyanobekteriya bi navê Halomicronema hongdechloris de hat keşfkirin. Cih û erkên wê ya di fotosîstemê de hê ne diyar e.[12]

Di sala 1817yê de kîmyevanên frensî Pierre-Joseph Pelletier (1788–1842) û Joseph-Bienaimé Caventou (1795–1877) cara pêşîn klorofîlê ji xaneyê îzole kirin.

Di sala 1865ê de riweknasê alman Julius von Sachs (1832–1897) bi xebatên xwe destnîşan kir ko di xaneyên pelê riwekan de fotosentez bi berpirsariya klorofîlê rû dide.

Di despêka salên 1900î kîmyevanê ûris Mikhail Tsvett (1872–1920) teknîka ko wekî kromotografî (bi înglîzî: chromatography) tê navkirin keşf kir. Bi metoda kromatografî, klorofîlên cuda ji hev cihê kir.

Pêkhateya tevahî ya klorofîla a di sala 1929î de ji aliyê kîmyavanê almanî Hans Fischer (1881–1945) ve hat diyarkirin.

Molekula klorofîlê bi aweya destkarî, cara ewil di sala 1960î de ji aliyê kîmyavanê amerîkî Robert Burns Woodward (1917–1979) ve hat çêkirin.[13]

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Chlorophyll." Vocabulary.com Dictionary, Vocabulary.com, [1]. Accessed 06 Sep. 2024.
  2. ^ a b Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  3. ^ a b Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9
  4. ^ a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  5. ^ a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  6. ^ Tymoczko, J.L., Berg, J.M. and Lubert Stryer (2015) Biochemistry, a short course. New York: W.H. Freeman & Company, A Macmillan Education Imprint.
  7. ^ a b Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  8. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  9. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "chlorophyll". Encyclopedia Britannica, 20 May. 2024, [2]. Accessed 6 September 2024.
  10. ^ Sun D, Wu S, Li X, Ge B, Zhou C, Yan X, Ruan R, Cheng P. The Structure, Functions and Potential Medicinal Effects of Chlorophylls Derived from Microalgae. Mar Drugs. 2024 Jan 27;22(2):65. doi: 10.3390/md22020065. PMID: 38393036; PMCID: PMC10890356.
  11. ^ Martijn Tros, Vincenzo Mascoli, Gaozhong Shen, Ming-Yang Ho, Luca Bersanini, Christopher J. Gisriel, Donald A. Bryant, Roberta Croce, Breaking the Red Limit: Efficient Trapping of Long-Wavelength Excitations in Chlorophyll-f-Containing Photosystem I,Chem,Volume 7, Issue 1,2021,ISSN 2451-9294,[3]
  12. ^ Kato, K., Shinoda, T., Nagao, R. et al. Structural basis for the adaptation and function of chlorophyll f in photosystem I. Nat Commun 11, 238 (2020). [4]
  13. ^ "Chlorophyll ." Chemical Compounds. . Retrieved August 15, 2024 from Encyclopedia.com: [5]