Hemoglobîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Molekula hemoglobînê
Xirokên sor di moxê sor de tên çêkirin.

Hemoglobîn an jî bi kurtenivîsê Hb, Hbg , molekulek gewre (makromolekul) ye. Ji proteîn û hesin pêk tê. Peyva hemoglobîn ji peyvên heme û globîn çê bûye. Çar heb proteînên gogî yên hemoglobînê heye, her yek ji van proteînan wekî globîn bi nav dibe.[1] Di nav molekulek hemoglobînê de 2 heb α(Alfa), 2 heb β(Beta) globîn heye. Taybetmendiya van polîpeptîdan ew e ku, her zincîrek polîpeptîdê komeleya hem li xwe digire. Ango hemoglobîn ji çar binebeşan(zincîrên polîpeptîd) pêk tê, di her binebeşê de komeleya hem heye, komeleya hem jî, îyona hesin(Fe+2 ) lixwe digire. Proteînên globîn komleyên hemê dorpêç dikin.

Hemoglobîn di xaneyên moxê sor a hestî de, ji aliyê mîtokondrî û rîbozoman ve di nav sîtoplazmayê de tê çêkirin. Karê sereke ya hemoglobînê, guhestina oksîjen û karbona dîoksîd e. Her îyonek hesin molekulek oksîjenê bi xwe ve girê dide. Ango hemoglobînêk dikare 4 molekul oksîjen bixwe ve girê bide. Hemoglobîn li ser xirokên sor e. Xaneyek xiroka sor bi qasî 280 mîlyon hemoglobîn li xwe digire.[2] Ango yek xiroka sor dikare ji mîlyarek pirtir oksîjen biguhezîne. Hemoglobîn di pişikê mirov de bi oksîjenê ve tê girêdan, ev rewşa hemoglobînê wekî oksîhemoglobîn bi nav dibe[3]. Rengê oksîhemoglobînê sor e. Hemoglobîna bêoksîjen bi rengê şîn e. Hinek ji karbona dîoksîd ji xaneyan bi navbeynkariya hemoglobînê, ber bi pişikan ve tê guhestin. Pêkhateya hemoglobîn û karbona dîoksîd wekî karbomînohemoglobîn tê binavkirin. Eger di pişikan de li gel oksîjenê, karbona monoksîd jî hebe, hemoglobîn ji dewsa oksîjenê, pêşî bi karbona monoksîdê ve girêdan çê dike. Girêdana hemoglobîne bi karbona monoksîdê, ji girêdana oksîjenê zexmtir e. Ev taybetmendiya karbona monoksîdê dibe sedema bijehrêketina karbona monoksîdê. Hin caran mirov ji ber dumana sobê bijehrêdikeve, sedem karbona monoksîd e.

Molekula hemoglobîn bi qasî 120 roj çalak dimînê, bi mirina xiroka sor, hemoglobîn jî neçalak dibe. Xirokên mirî, di kezeb, sipil an jî di moxê hestî de tê hilweşandin.[4] Beşa proteîn, hildiweşe û yeke ya proteîn, ango asîdên amînî çê dibin. Ev asîdên amînî ji boy çêkirina xirokên sor yên nû di xaneyên bineretî(binxane) de tên bikaranîn. Hesinên nav komeleya hemê di sipil an jî di kezebê de wekî ferritîn tê embarkirin. Di nav plazmaya xwînê de glîkoproteînek bi navê Transferrîn heye, transferrîn ferritînê diguhezîne moxê hestî ku hesinê ferritîn tevlê xirokên sor yên nû bibe. Komeleya hem a bêhesin, perçe dibe û ji komeleya hemê bilirubîn çê dibe. Bilirubîn bi navbeynkariya albumîn(proteîna plazmayê) diçe kezebê. Di kezebê de ji boy çêkirina zeravê tê bikaranîn. Kêmasiya hemoglobîn, bi taybetî kêmasiya hesinê hemoglobînê, rê li ber çêkirina xirokên sor digire, ev rewş dibe sedema nexweşiya kêmxwînî(anemî).

Çavkanî[biguherîne]

  1. Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4 p924
  2. Johnson, Leland G. Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown, 1987. ISBN 0-697-04972-8 p307
  3. Villee, Claude Alvin, et al. Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing, 1989. ISBN 0-03-023417-4 p 1025
  4. OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 , p 795 [1]