14ê nîsanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
<< Nîsan 2024 >>
Du Ça În Şe Ye
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30
Rojên salê

Bûyer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurdistan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1925Şêx Saîd û 47 hevalên wî ji aliyê rejîma tirk ve hatin girtin.
  • 1925 – Reveberên rêxistina Azadî Xalîd Begê Cîbranî û Yusuf Ziya Beg li Bedlîsê hatin bi darvekirin.
  • 1959 – Komeleya Azadî û Jiyanawe û Yekîtî Kurd KAJÎK li Başûrê Kurdistanê hatiye sazkirin.
  • 1987Tirkiye, ji bo endametiya Civata Aborî ya Ewropayê serî lê da.
  • 1988 – Rejîma Iraqê li herêma Başûrê Kurdistanê, Germiyan û Şehrezorê dest bi Enfalê, ku bi kuştina 182 hezar Kurdistanî bi encam bû, kir. 182 hezar kurd piştî ku hatin binçavkirin hatin windakirin, kal û pîr hatin gulebarandin, Keçên ciwan ji ereban re hatin firotin û kesên destek dabûn pêşmergeyan hatin dardekirin. Yên din jî li kampên komkirinê yên li Besra, Bexda û deverên din ên Iraqê hatin komkirin.
  • 1994 – Rojnameya Özgür Gündemê hatiye girtin. Di dema weşana xwe de 26 xebatkarên rojnameya Özgur Gündemê (di 18 mehan de) hatin kuştin.
  • 1996 – Gerîllayê Kurd Avdilcelîl Ozan (di 26 tîrmeha sala 1992an de tevlî nav refên gerîlla bibû) li herêma Colemêrgê jiyana xwe ji dest da.
  • 1998 – Gerîllayê Kurd Gûlcan Dûndar yê bi navê xwe yê kod Agirî li operasyona ku hêzên artêşa Tirk li herêma Botan Bestayê dan destpêkirin, di şerekî li qûntara çiyayê Herekolê de jiyana xwe ji dest da. (Agirî, di mijara sala 1976an de li Selhê ya ser bi Mîdyadê hatiye dinê, di kanuna sala 1991ê de tevlî nav refên gerîlla bû, fermandarê yekîneyê bû)
  • 1998PDK, Şemdin Sakıkê ku ji nava PKKê reviyabû, li Dihokê radestî hêzên artêşa tirk kir.
  • 2001 – Gerîllayên Kurd yê bi navên kod Bedran Diyar, (Bedran, ji Hezroyê û di sala 1999an de tevlî nav refên gerîlla bibû), Cesur Agirî (Cesur, ji Efrînê bû), Hogir (Ji Erganiyê bû, di sala 1984an de hatiye dinê, di 1999an tevlî nav refên Gerîlla bibû) Mahîr (Ji Qersê bû), Ferhat (ji Suleymaniyê bû, di sala 1997an de tevlî nav refên gerîlla bibû) li herêma Amed şehît Remziyê jiyana xwe ji dest dan.

Cîhan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1912 – Keştiya Titanic li derdora Newfoundlandê noqî avê bû. Di keştiyê de 1.517 kesên ku nehatin rizgarkirin jiyana xwe ji dest dan.
  • 1930 – Helbestvanê rûsî yê navdar Mayakovskî dawî li jiyana xwe anî.
  • 1931 – Li Spanyayê komar hatiye îlankirin.

Jidayikbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cejn û salveger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

(Cejnên ku di vê rojê de tên pîrozkirin)