Kurd, kitêb, çapxane (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Kurd, kitêb, çapxane - Weşangeriya kurdî di dewra osmaniyan de (1844-1923)
Nivîskar Mesûd Serfiraz
Welat Tirkiye
Cih Stenbol
Sernivîser Serdar Şengül
Ziman Kurdî (Kurmancî)
Dîrok Gulan 2015 (çapa yekem)
Weşanxane Weşanên Peywend
Rûpel 245
Pîvan Lêkolîn
ISBN ISBN 978-84345-0-9

Kurd, kitêb, çapxane, pirtûka nivîskarê kurd Mesûd Serfiraz e.


Ev pirtûk ji çar beşan pêk tê. Ji danasîna pirtûkê ya berga paş:

"Mebesta vê xebatê lêkolînkirina li ser weşangeriya kurdî ya dema Dewleta Osmanî ye. Danasîna pirtûkên kurdî yên ku di navbera salên 1844-1923yan de di nav sînorê Osmanî de çapbûne, naskirina weşangerên van pirtûkan û têkiliya van kesan bi komeleyên kurdî re mijarên sereke yên vê xebatê ne. Ji bo vê yekê di beşa 3 û 4an de danasîna 40 pirtûkên kurdî yên wê dewrê tê kirin. Herwiha di beşa duyem de hewl tê dayîn ku peywendiya di navbera çapkirina pirtûkên kurdî û pêşketina nasnameya kurdî ya di dewra Osmanî de bê nîşandan. Ji ber vê yekê di vê beşê de qala komeleyên kurdan ên wê demê û weşanên wan ên periyodîk, bi giştî çapemeniya kurdî ya dewra Osmanî, vegotina rewşenbîr/netewperwerên kurd ên wê demê û çend bûyerên girîng tê kirin. Dîsa bi vê mebestê behsa du kesan tê kirin ku bi fikriyata xwe bandoreke mezin li ser kurdayetiyê wê dewrê kirine: Ehmedê Xanî û Hacî Qadirê Koyî. Naxwe em dikarin bibêjin ku du aliyên vê xebatê hene: Aliyê pratîk hewl dide ku di nav çarçoveya xebatê de lîsteya kitêbên kurdî yên dewra Osmanî derbixe, aliyê teorîk jî hewl dide ku beşek ji fikra “kurdayetî”yê û têkiliyên wê yên bi metbûatê re ronî bike."