Mesûd Serfiraz
Mesûd Serfiraz | |
---|---|
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Mesûd Serfiraz (z. 1987, Nisêbîn, Mêrdîn, Bakurê Kurdistanê) nivîskar û lêkolînerekî kurd e.
Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di sala 1987an de li gundekî Nisêbînê hatiye dinê. Di sala 2009an de, li Zanîngeha Stembolê lîsansa ziman û edebiyata tirkî qedandiye. Di 2011an de li Zanîngeha Mêrdînê ya Artuklu dest bi lîsansa bilind a ziman û çanda kurdî kiriye û di 2014an de bi amadekirina teza bi navê "Di Dewra Osmaniyan de Weşangeriya Pirtûkên Kurdî (1844-1923)" jê mezûn bûye. Niha ew li zanîngehê lêkolînerê kurdî ye, li Zanîngeha Dicleyê doktoraya kurdî dike û di lijneya kovara Kürt Tarihi de cih digire[1]
Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Osmanlı Kürdistanı/Kurdistana Osmanî. (Wekî endamê Koma Xebatên Kurdolojiyê beşdar), Weşanên bgst, Stembol, 2011.
- Dersên Şerîetê - Hedîsên Cenabê Pêxember. (Amadekar), Weşanên Avesta, 2012.
- Âdil Sultan: Selahaddin-i Eyyûbî. (Amadekar, bi Semih Gezer re), Weşanên Avesta, Stembol, 2012.
- Rojî Kurd 1913, (Edîtor, bi Serhat Bozkurt re). Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2013.
- Kurd, Kitêb, Çapxane. Weşanên Peywend, Stembol, 2015.
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ Mesûd Serfiraz (2015). Kurd, Kitêb, Çapxane. Weşanên Peywend, Stembol.