Kutilka bacanreşkê
Xuyakirin
Kutilka bacanreşkê jî wekî cureyên din ên kutilkê (dolmeh), di pêjgeha kurd de cihekê girîng digire.
Bi taybetî li parêzgehên Amed, Mêrdîn û Rihayê pirr bitehm tê çêkirin. Li ser daxwazê dikare cureyên biharbêhnê (biharat) jî lê bê zêdekirin.
Berkeliya dolmeha bacanê reş (bo şeş kesan)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 2 serî pîvaz
- 2 serî fringî (tomatos)
- 300 gr goştê kişandî
- 6 heb bacanreşk
- 1 kevçî rûn
- 1 lîmon
- Xwê
- Bexdenûs
Çêkirina wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Bacanên xwe bişon û bi belekî qalikên wê bigirin.
- Bikin 2-3 qet.
- Nava wan bikolin, bu kutilkê.
- Bi goşt hundirê dolmehê amade bikin û tije bikin.
- Avê bixin ser, lîmonê biguvêşin navê û bikelînin.
- Bacanê we nermijî bûn, ji agir daynîn, bixin binikên servîsê.
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |