Kwame Nkrumah

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Kwame Nkrumah

Kwame Nkrumah an bi navê dirêj Francis Nwia Kofie Kwame Nkru-mah (jdb. 21ê çiriya pêşîn a 1909an li Nkroful; m. 27ê nîsana 1972an  li Bukarest) zanyarekî Ganayî, siyasetmedar, pan-efrîqaîst û yek ji pêşengên tevgera Efrîqayiyan a li dijî kolonyalîzmê ye.

Li Ganayê ji dayik bûye û li DYE perwerde dîtiye. Yekemîn serokwezîrê Gana ye. Xwedî nêrînên sosyalîst bû. Ji bo tevahiya Efrîqa têdikoşiya. Di serîlêdaneka xwe ya li Çîn, leşkerên rastgîr darbeyeke leşkerî pêktînin û Nkrumah êdî dibe penaber. Heya dawiya jiyana xwe ji bo parzemîna Efrîqa, dawîlêanîna kolonyalîzmê, pêkanîna sosyalîzm û azadiya mirovan têdikoşe. Nêrînên wî gelek alîkar û ewqas jî dijkar peyda dikin. Sosyalîzma wî difikirî ji aliyê gelek Efrîqayiyan jî dihate rexnekirin.

Îro herçendî fikrên wî ewçend nayê parastin jî, Nkrumah ji bo gelek ciwanên Efrîqayî wekî sîmbolek e.