Lêker

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Rêziman
Navdêr (substantîv)
Lêker (verb)
Rengdêr (adjektîv)
Daçek (prepozîsyon)
Cînav (pronav)
Hoker (adverb)
Veqetandek
Jimarnav
Baneşan
Gihanek
Pirtûkên rêzimanê
Zimannasî
Etîmolojî
Lîsteya zimannasan

Lêker anku kirde di rêzimanê de ji bêjeyên ku xebatê, kar û lebatê diyar dikin re tê gotin. Mînak, kirin, rabûn, çûn û hwd.

Lêkerên kurdî[biguherîne]

Lêker (kirin), di nava hevokê de an jî bi serê xwe lebatê nîşan dide. Lêker di nava xwe de du cure ne: xwerû yan nexwerû [çavkanî pêwîst e].

Lêkerên xwerû[biguherîne]

Ev cure lêker ji hêmanekê tenê pek hatine. Dema li gorî dem û kesan neyên kişandin, qertafên raderan digrin.

Mînak: alastin, angaştin, anîn, guvaştin, hatin, lîstin, spartin, qewaztin û hwd.

Dema qertafên raderan bên avetin, rayê lêkeran alast, angaşt, anî, guvaşt, hat, lîst, spart, qewazt bi tenê dimînin û ji wê zedetir nayê parçekirin.

Lêkerên nexwerû[biguherîne]

Lêkerên nexwerû, ji lêkerên xwerû, navdêr û hevalnavan bi alîkariya qertaf, daçek, û lêkerên din têne bidestxistin. Lêkerên nexwerû jî dibin du cure: hevedudanî û pêkhatî.

Lêkerên hevedudanî[biguherîne]

Lêkerên hevedudanî ji çend hêmanên serbixwe pêk hatine. Her hêmanek bi serê xwe xwediyê wateyekê ye. Bi alîkariya lêkera kirin lêkerên hevedudanî yên gerguhêz û bi lêkera bûn jî lêkerên hevedudanî yên negerguhêz têne bidestxistin.

Mînak: olandan, diyar kirin, danzanîn, baş bûn, delal bûn, hêvî şikestîn, sor kirin, top avêtin, bêhn vedan, biryar dan, cihêrengî kirin û hwd.

Lêkerên pêkhatî[biguherîne]

Lêkerên pêkhatî ji lêkereke xwerû û qertafekê pêk tên 1) bi pêşgiran: pêşgirên lêkersaz ev in: ve-: vexwarin, vedan, verisîn; hil-: hildan, hilanîn, hilbijartin; wer-: werkirin, wergirtin; ra-: rakirin, rabûn, radan, rabûrîn; da-: dadan, daketin, daxistin, danîn, ro-: rokirin, rû-, rûniştin, çê-; çêkirin…

Paşgirên lêkerçêker[biguherîne]

Di kurmancî de bi paşgirên /-în/, /-andin/ lêkerên pêkhatî çêdibin. Ji wan /-în/ lêkerên negerguhêz, /-andin/ jî yên gerguhêz çêdike.

Mînak : Belişandin, belişîn, bihurandin, bihurîn, kelîşandin, kelmişîn, kefandin, mijandi, nalîn, nalandin ...

Kok Negerguhêz Gerguhêz
rev revîn revandin
fir firîn firandin
bez bezîn bezandin
êş êşîn êşandin
kel kelîn kelandin

Ji bilî van çend heb paşgirên din jî hene, wekî /-ijîn/, /-ijandin/, /-isîn/, /-isandin/.

Nimûne :

                     germ                germijîn                germijandin
                     kel                    kelijîn                   kelijandin
                     rep                    repisîn                   repisandin

Hin lêkerên din jî guherîne û ketine dirûvê van lêkerên pêkhatî .

                      Heristin         herifîn        herifandin
                      lîstin              --------         lîstandin


Pêşgirên lêkerçêker[biguherîne]

Hinek qertaf têne ber lêkeran û wateyeke nû li wê lêkerê bar dikin û lêkereke nû pêk tînin.Ev qertafên lêker çêker yên pêşgir ev in : /wer-/, /da-/, /ra-/, /ve-/, /hil-/.

             /wer- /        
            Gerîn                      wergerîn
            girtin                       wergirtin
            dan                          werdan
              pêçan                     werpêçan
              guhartin                 werguhartin                  
              /da-/
                dan                        dadan          
                 ketin                     daketin         
                 xistin                    daxistin        
                 weşandin              daweşandi        n
                 beşandin               dabeşandin
       
             /ra-/
               kirin                     rakirin             
               bûn                       rabû            n
               xistin                    raxistin            
               kişandin               rakişandin            
               hejandin               rahejandin           
               hiştin                    rahiştin
          
               /ve-/ ev pêşgira tevgera dubarebûnê û ji hev vebûnê dide lêkerê.
         
              dan                        vedan
              bûn                        vebûn
              kirin                       vekirin
              girtin                      vegirtin
              şuştin                    veşuştin
              lîstin                       velîstin
                /hil-/ ev pêşgir bizaveke berbijor dide lêkerê.
                Kirin                    hilkirin
                anîn                      hilanîn
                girtin                    hilgirtin
                hatin                     hilhatin
                weşandin              hilweşandin
                 pekîn                    hilpekîn

ji bilî vana du pêşgirên din jî hene ku zêde nayên bikaranîn. Ew jî /ro-/ û /çê-/ ne.

               Kirin                        rokirin
               niştin                        rûniştin
               kirin                         çêkirin
               bûn                           çêbûn

tê-,pê-,lê-,jê- dema tên pêş lêkeran wateyeke nû didin wan lêkeran samî tan dibêje ku ne pêşgir in ,daçek in lê hê li ser vê yekê yekkirinek tuneye.

Berdan,beranîn,deranîn,têgihîştin,lênihertin,lêxistin, pêvedan, jêbirin. Hinek lêker jî tevî daçekan têne bikaranîn,bêyî daçekan wateya wan lêkera temam nabe.Lê nihertin,lê dan,pê zanîn, lê xistin

Lêkerên alîkar[biguherîne]

Di kurmancî de lêkerên alîkar ev in : bûn, kirin, dan , hatin, karîn/şiyan, vîyan/xwestin,zanîn, wêrîn.

Bûn[biguherîne]

Di pêkanîna hinek deman de kar digre ser xwe.

Mînak :

              Zarokên me zû mezin bûn.
              Ez bi dîtina te kêfxweş bûm.
              Divê em hinekî bêhnfireh bin.

Çîrokiya dema boriya têdeyî de

                Ez çûbûm.
                Min dîtibû.
                We nan firotibû.

Di çîrokiya dema boriya dûdar de :

                 Ez hatibûme.
                 Ew çûbûne.
                 Kulîlk nehatibûye.
Di raweyên daxwzî de jî xwedî erk e.
                  Heke ez çûbim.
                  Xwezî ew hatibûye.
                  Ezê çûbim.
                   KIRIN
             Dema bê ya nêzik de alîkare.
                  Ez dikim herî ba wî.
                   Hevalê erkan dike ku xwe bikuje ji bo kompîturê.
             Mi xwîn jê berz kir.
             Te ji wan pirs kir.
                      HATIN
             Lêkerên  lebatî bi alîkariya vê lêkerê dibin tebatî.
             Ji min re hate gotin.
             Ji wî tê pirsîn.
             Dê ji wan were xwestin.          
             Bi navekî din dihat nasîn.
              viyan/xwestin
              Divê ez werim.
              Vîyabû me xwestibû.
              Ez dixwazim tu herî.
              Min xwest tu werî.
            şiyan/karin
           Mirov dikare têrêkirina hêza xwe bi riya van lêkeran dîyar dike.
           Ez dişêm  wî hevalî bi xwe re bibim.
           Tu karî aliyê min bikî?
         ZANÎN 

           Lêkera zanîn di pêkanîna hevokên hevedudanî de dibe alîkar.

Ez dizanim vî karî bikim.

         WÊRIN
           Di hevokên ku ev lêker  hatiye bikaranîn de hem lêkera wêrîn hem jî lêkera bingehîn li gorî kes û cîh têne kişandin u kesandin.
           Ez diwêrim herim ber wan.


Di lêkeran de avanî[biguherîne]

Avanî ev tişt e ku avasaziya lêkeran nîşan dide.di tirkîde jê re çati tê gotin.di zaravayê kurmancî de ji aliyê avaniyê ve lêker dibin pênc bir : Gerguhêz-Negerguhêz, Lebatî-Tebatî û dançêker .


Gerguhêzî û negerguhêzî[biguherîne]

Gerguhêzî û negerguhêzî li gorî bireser dîyar dibe.Heke lêkerek bi bireser be ,ew lêker gerguhêz e, lê heke bê bireser be negerguhêz e.di kurmancî de bireser û kirde bi riya tewangê ji hev têne veqetandin.di hevokê de dema mirov ji lêkerê pirsa çi bike,heke bersiv ji kirde cudatir be, ew lêker gerguhêz e,heke bersiva pirsa çi dîsa li kirde vegere,ew lêker negerguhêz e. Mînak :

                       Me şîv xwar.
                       Kê çi xwar.
                       Me şîv xwar.
              Ji vê yekê diyar e lêkera xwarin gerguhêz e.
                        Bêrîvan ji dibistanê hat.
                        Kî ji dibistanê hat?
                        Bêrîvan hat.
                        Çi hat?
                         Bêrîvan.
               Lewre jî ev lêker negerguhêz e.
               Lêkerên hevedudanî ku bî alîkariya /kirin/ pêk hatine gerguhêz in, ên ku bi lêkera /bûn/ pêk hatine, negerguhêz in.
               Mînak :
                           Ez ji bo xebatê amade bûm .Kî ji bo xwendinê amade bû?Ez amade bûm.(negerguhêz)
                            Wê lawik amade kir. Kê amade kir? Wê lawik amade kir.(gerguhêz) 
                 Di lêkerên pêk hatî de paşgira /-în/ lêkerên negerguhêz , paşgira /-andin/ jî lêkerên gerguhêz pêk tîne.


LEBATÎ Û TEBATÎ

               Dema ku yek rasterast karekî bike, lêkera wî karî lêkereke lebatî ye. Mînak :  Min nan xwar. Lêkera xwarin lebatî ye. Tê de kirde dîyar e. Lê dema ku mirov bibêje : Nan hate xwarin. Di vir de kirde ne dîyar e. Di vê hevokê de karê ku tê kirin ango bireser  li pêş e.  Lêkerên  tebatî bi alîkariya lêkera hatin  tên bidestxistin.
           Mînak :
                             Lebatî :Min kevir avêt.
                             Tebatê : Kevir hate avêtin.
                  Avaniya lêkerên tebatî bi lêkerên gerguhêz tên çêkirin. Mînak : Çûk hate firîn.divê pêşî mirov lêker bike gerguhêz,piştre bike tebatî. Çûk hate firandin.



        AVANÎYA DANÇÊKER
                    Dema mirov karekî bi yekî din bide kirin , divê mirov avaniya dançêker bi kar bîne.Avaniya dançêker bi alîkariya lêkera /dan-/ tê pê.
                     Mînak : 
                                  Bozo xanî  da çêkirin.
                                  Zînê kinc dan şûştin.
                                  Yên desthilatdar in  mûxalîfan didin kuştin.
                       Di zimanê gelêrî de avaniya dan çêker bi awayekî din jî tên çêkirin.
                                   Wan ew bi kuştin da.

Li aliyê din lêkerên gerguhêz bi paşgira /-andin/ dibe dançêker; lîstandin, axivandin, nijandin...


RAYÊN LÊKERAN

       Di kurmancî de lêker wekî rader têne bilêvkirin û di hevokê de ev awayê raderî wekî navdêr têne bikaranîn.Di  kurdî de du cure rayên lêkeran hene;  raya dema borî û  raya dema niha.

RAYA DEMA BORÎ

               Raya dema borî ya lêkeran , dema ku ji lêkeran qertafên raderîn têne avêtin, tê bidestxistin. Raya dema borî ya  lêkeran dema boriya têdeyî nîşan dide.
            Mînak : 
                          Lêker                                 raya dema borî
                          alastin                                   alast
                          anîn                                       anî
                           guhartin                                guhart
                           hiştin                                     hişt
                           pêçan                                    pêça
                           stran                                      stra
                           mijiyan                                  mijî
                           kirîn                                       kirî
                           reviyan                                   revîya
                           kişandin                                 kişand
                           qelişandin                              qelişand 



Raya dema niha[biguherîne]

Ev li gorî her lêkerê diguhere.pişti ku lêkerek li gorî dema niha hate kişandin û qertafên dem û kesan hatin avêtin, tişte ku li holê dimîne raya dema niha ye.

                Mînak :
                              Lêker                                  raya dema niha
                              alastin                                  di-alês-e
                              anîn                                      di-hîn-e
                              avêtin                                    di-avêj-e
                              hejmartin                               di-hejmêr-e
                              gerîn                                      di-ger-e
                              mijîn                                      di-mij-e
                              şewitîn                                   di-şewit-e
                              gerandin                                 di-gerîn-e
                              rijandin                                   di-rijî-ne
                              firandin                                   di-firîn-e
                              

Rayên ku dibin paşgir[biguherîne]

Her wekî ji hin mînakên li jor jî tên dîtin,raya dema niha ya hin lêkeran wekî paşgir tên bikaranîn. Her wiha hin caran bi xwe paşgiran digire û peyveke nû tîne.

Çavkanî[biguherîne]