Lîmfegirê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pêkhateya lîmfegirê

Lîmfegirê an jî girêya lîmfê (bi latînî: nodus lymphaticus; bi inglîzî: lymph node)[1] pêkhateya sîstema lîmfê ye û li tevahiya laş de belavî ye. Bi taybetî li stû, binçeng, berran û çokan da hejmara lîmfegireyan zêde ye. Teşeya girêya lîmfê dişibe gurçikan. Hemû lîmfegirê bi lûleyên lîmfê ve bi hev re girêdayî ne. Lîmfegirê gelek xaneyên xiroka spî lixwe digire. Lîmfosîta B, lîmfosîta T, xaneyên makrofaj û xaneyên plazma di nav lîmfegirê de li dij hokarên nexweşiyê kar dikin.[2] Ji %90ê lîmfosîtan ji lûleyên xwînê derbasî nav limfegirêyan dibın, ji %10ê lîmfosîtan jî ji şileya lîmfê tên.[3]

Lîmfegirê ji du beşên sereke pêk tê, xaşe û tûkil. Çîna derve wekî xaşe (kapsul) bi nav dibe û ji bestereşaneyê pêk tê.[4][2] Li bin xaşê de tûkil heye. Lîmfosîtên B û T yên neçalak û xaneyên makrofaj di nav tûkil de cih digirin. Tûkil jî ji du beşan pêk tê, tukila derveyî û tukila hundirî.[3] Navika lîmfegirê wekî kirok tê navkirin. Tûkil kirokê dorpêç dike. Xaneyên plasma yên çalak di nav kirokê de cih digirin.[2] Xaneyên plasma li dij hokarên nexweşiyê dijaten çêdikin û der didin. Dijaten proteînên taybet in, bakterî û vîrusan bê bandor dikin. Şileya şaneyan a di navbera xaneyan, bi navbeynkariya mûlûleyên lîmfê tê berhevkirin. Mûlûleyên lînfê şileya lîmfê diguhezîne bo limfegirêyan. Lîmfegirê şileya lîmfê parzûn dike, hokarên nexweşiyê yên wekî vîrus û bakterîyan ji şileya lîmfê dûr dixe.[4] Bi vî awayî, lîmfegirê ji bo bergiriya laş kar dike. Herwiha hin xaneyên bi nexweşiya şêrpence jî di lîmfegirêyan de tên kuştin. Gava mirov diçe nexweşxaneyê, bijîjşk bi çav û dest kontrola lîmfegirêyên stû an jî yên binçeng dike. Hin caran dibe ku ji ber enfeksîyon an jî ji ber şêrpenceyê girêyên lîmfê biwerime.[5]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9
  2. ^ a b c ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, [1][Girêdan daimî miriye]Lymph node
  3. ^ a b Histology Guide.Faculty of Biological Sciences, University of Leeds [2] Lymph node
  4. ^ a b OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [3]
  5. ^ Health dîrect.[4]Lymph node