Dijeten

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Şeweyê dijeten dişibe pîta Y
Dijeten ji zincîrên giran û cotek zincîrên sivik ên polîpeptîdî pêk tê.

Dijeten[1][2][3][4], dijbeden[5]; bi romî antikor ("antîkor"), ji zimanê fransî anticorps [6]; bi îngilîzî: antibody[7]), molekulên glîkoproteînî ne.

Lîmfexaneyên B yên gihîştî, dijeten berhem dikin û der didin. Lîmfexaneya dijeten der dide, wekî xaneya plazma (plazmaxane) bi nav dibe[8]. Dijeten di nav xwînê an jî di nav şileya navbera şaneyan de li dij hokarên nexweşiyê(dijepeydekar) bergiriya taybet a derdanî dabîn dikin. Herwiha hin dijeten jî li ser rûyê xaneyên B de cih digirin û wekî wergirên xaneya B (bi îngilîzî: B-cell receptors (BCRs) [9]) tê bi navkirin. Dijeten molekulên glikoproteînî ye[10]. Dijeten ji cotek zincîrên giran û cotek zincîrên sivik ên polîpeptîdî pêk tê[10]. Herdu zincîr bi bendên dusulfîdî ve bi hevre girêdayî ne[10]. Şêweyê (şikilê) dijetenan dişibe pîta Y yê[11]. Zincîra giran cureya dijetenan diyar dike[10][11]. Zincîra sivik ji boy çêkirina beşa girêdana dijepeydakeran kar dike. Navê din a dijeten îmunoglobun e, îmunoglobun bi kurtasî wekî Ig tê nîşankirin[12].

Cureyê dijetanan[biguherîne]

Li gor cureya zincîra giran, pênc cureyên dijeten heye. Navê wan; IgA, IgG, IgD, IgE, IgM e.[12][8].

Cureya Dijeten Erk û pêkhateya dijeten
IgA Ev dijaten di nav derdanên wekî hêsirên çava, tûk, lince (mukus) û şîrê dayikê de heye[13]. Bi taybetî li dij hokarên nexweşiyê yên li ser çerm û lînceperdeyê bergiriyê dabîn dikin. Herwisa bi mijandina şîrê dayikê, bergiriya pitikê(dergûş) jî dabîn dike. 13% yê dijetenên laş, ji IgA yê pêk tê.
IgG IgG dijetena sereke ya bersîvdana yekemî û dijetena bingehîn a bersivdana bergiriya duyemî ye. %80 yê dijetenên nav xwînê û şileya navbera şaneyan IgG e[13]. Ev dijeten hokarên nexweşiyê netar dike. IgG wekî opsonînek tevdigere û opsonîzasyonê çalak dike. Ji xwîna dayikê dikarê derbasê laşê korpele (embriyo) bibe, bi vî awayê bergiriya korpele jî tê dabînkirin[13].
IgD % 1 ê dijetenên laş IgD ye. Ev dijeten jî wekî mîna IgM yê xwe bi parzûna xaneya B yê ve girê dide û dibe wergira xaneya B. Li dij hokara nexweşiyê, xaneya B çalak dike, dabeşbûn û guherina xaneyên B hander dike[11].
IgE Kêmtir ji %1 ê dijetenên laş IgE ye. Bi gelemperî li ser rûyên xaneyên mast û xaneyên bazofîl de xwe girê didin. Dema rastê hokara nexweşiyê tên bersîvdana hewdani yê çalak dikin. Herwisa xaneyên bazofîlê çalak dikin û hîstamîn didin derdan[13]. Rêjeya IgE yê dema hestiyariyê(alerjî) de zêde dibe.
IgM IgM ji pênc hev pêkhateyên çarzincîrî pêk tê loma dijetena herî gewre ye. Gewrebûna wî, girêdana wî ya li ser rûyê hokarên nexweşiyê hêsantir dike[10]. IgM xwe li ser rûye xaneyên B girê dide û wekî wergira xaneya B dixebite. Dema bersîvdana yekemî(seretayî) de plazmaxane bi rêjeyek zêde IgM berhem dike û der dide. Herwiha IgM xwe bi proteînên temamker ve girê dide û sîstema temamker a bergiriyê çalak dike.% 6 ê dijetenên laş IgM ye.

Karê dijetenan[biguherîne]

Dijeten xwe li ser rûyên dijepeydakeran girê dide.

Netarkirin[biguherîne]

Nêtarkirin (bi îngilîzî: neutralisation); dijeten xwe li ser rûyê bakterî an jî vîrîon (vîrusa li derveyî xaneyê) ve girê didin, ji ber ku di navbera hokara nexweşiyê û xaneya armanç de dijeten heye, hokarên nexweşiyê nikarin raste rast tûşê xaneyan bibin. Bi vî awayê êrîşên hokarên nexweşiyê bêbandor dikin[12][11].

Qusîn (aglutînasyon)[biguherîne]

Hokarên nexweşiyê bi navbeynkariya djetenan kom dibin.

Dijeten xwe bi rûyê dijepeydakeran(hokarên nexweşiyê) ve girê didin û kom dibin. Çawa kî dema proteînên nav şîrê tov dibin û şîr diquse, koma dijeten û dijepeydaker jî wisa di nav xwînê de an jî di nav şileya navbera şaneyan de diqusin. Xaneyên hellûşêner, bi hesanî ji ev qusînê agahdar dibin û koma dijepeydaker û dijetenan têkdişikestin. [11] . Ev kom ji aliyê sipil û gurçikan ve hê bi hesantir tê parzûnkirin. Herwiha koma dijeten û hokarên nexweşiyê xaneyên hellûşêner jî ber bi xwe ve dikişînin.

Opsonîzasyon[biguherîne]

IgG wekî mîna molekula opsonîn kar dike.

Hin molekul li ser rûyê dijepeydakeran de hin nîşanan çê dikin, ev nîşan xaneyên hellûşêner hander dikin ku dijepeydakerê qûtbide[11]. Ev molekulên nîşanker wekî opsonîn bi nev dibin[9]. ( Di zimanê yewnanî de wateya opsōneîn “ji boy xwarinê amede kirin” e.) Dijeten jî, bi taybetî dijetena IgG wekî molekula opsonîn kar dike. Bi molekulên opsonîn ve pêçandina rûyê dijepeydakeran jî wekî opsonîzasyon (opsonization) bi nav dibe[12].

Bi bandora dijeten, ji xaneyê derdana sîtotoksîn[biguherîne]

Heke hokara nexweşiyê gewre be, bi sîtotoksînan tê kuştin.

Heke hokara nexweşiyê ji xaneya hellûşênerê girtir be, vê gavê hellûşîn pêk nayê, ji boy têkşikestina hokara nexweşiyê rêbazek nû tê bikaranîn. Navê vî metodê sîtotoksîsitya bi navbeynkariya xane ya bi bandora dijeten (bi îngilîzî: antibody-dependent cell-mediated cytotoxicity (ADCC) [9]) e. Bi taybetî, kujerexaneya sirûştî bi vî awayê li dij hokarên nexweşiyê berevaniya laş dikin. Lê dibe ku hellûşênera gewre û nêtrofîl jî bi rêbaza ADCC yê hokarên nexweşiyê bikujin[12]. Dijeten xwe bi hokara nexweşiyê ya gewre ve girê dide, paşê kujerexaneya sirûştî jî xwe bi dijetenê ve girê dide û madeyên jehrî der dide van madeyên jehrî wekî sitotoksîn bi nav dibin. Sîtotoksîn hokara nexweşiyê dikuje.

Çalakkirina sîstema temamker[biguherîne]

Dijeten li ser rûyê hokara nexweşiyê de xwe girê didin. Bi vî awayê protaînên sîstema tememker hander dikin. Bi handera dijetenan sîstema temamker çalak dibe û parzûna xaneya hokara nexweşiyê kun dike û hokara nexweşiyê dikuje[11] . Bi taybetî, dijetenên ImG û IgM xwe li ser rûyê hokara nexweşiyê ve girê didin û sîstema temamker a riya klasikî didin destpêkirin[12].

Çavkanî[biguherîne]

  1. Dr.Seydo Homan.(2014) Ferheng Nûjdarî Û Îngilîziya Nûjdariyê.Çukurova Universitesi Basimevi ADANA. ISBN:978-605-85367-0-8
  2. Enstituya Kurdî ya Parisê, Ferhenga ingilîzî-kurdî ya Selehedîn.(2000) Weşanên Avesta Stenbol ISBN: 975-7112-85-2.
  3. https://glosbe.com/en/ckb/antibody
  4. دژەتەن [1]
  5. Doç. Dr. Hüseyin Bektaş (2004). Anatomiya bedena mirovan. Weşanên Deng, Stembol.
  6. Antikor, [2]
  7. Don., Rittner, (2004). Encyclopedia of biology. McCabe, Timothy Lee. New York: Facts On File. ISBN 0816048592. OCLC 53814509.
  8. a b Anne,, Waugh,. Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness. Grant, Allison (Allison Wynn), 1961- (12th edition ed.). Edinburgh. ISBN 9780702053252. OCLC 863202761.CS1 maint: Extra text (link)
  9. a b c Henderson's dictionary of biology. Lawrence, Eleanor, 1949- (13th ed ed.). Harlow, England: Pearson/Prentice Hall. 2005. ISBN 0131273841. OCLC 56671941.CS1 maint: others (link) CS1 maint: Extra text (link)
  10. a b c d e 1954-, Betts, J. Gordon,. Anatomy & physiology. Desaix, Peter,, Johnson, Eddie (Edward W.),, Johnson, Jody E., Korol, Oksana, Kruse, Dean, Poe, Brandon, 1969-. Houston, Texas. ISBN 9781947172043. OCLC 898069394.
  11. a b c d e f g 1946-2004., Campbell, Neil A., (2009). Biology. Reece, Jane B. (8th ed ed.). San Francisco: Pearson Benjamin Cummings. ISBN 9780805368444. OCLC 174138981.CS1 maint: Extra text (link)
  12. a b c d e f Nina,, Parker,. Microbiology. Schneegurt, Mark,, Tu, Anh­Hue Thi,, Forster, Brian M., Lister, Philip, Open Textbook Library,. Houston, Texas. ISBN 9781947172234. OCLC 962280734. soft hyphen character in |others= at position 27 (help)
  13. a b c d Connie., Rye,. Biology. Wise, Robert R., Jurukovski, Vladimir., Desaix, Jean-Frédéric., Choi, Jung Ho., Avissar, Yael. Houston, Texas. ISBN 9781947172029. OCLC 1010949969.