Xiroka spî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Cureyên Xirokên Spî

Xirokên spî an jî Lêkosît navê cureyekî xaneyên xwînê ye. Bi Îngilîzî wekî “white blood cells”(WBCs) binav dibe. Xirokên spî li dij hokarên nexweşiyê, bergiriya laş dirist (ava) dikin[1]. Xirokên spî jî wekî mîna xiroka sor, ji moxa hestî çê dibin[2]. Di nav xwînê de hejmara xirokên spî li gor xirokên sor gelek hindik e. Di nav 1 mm3 (mîkrolître) xwînê de bi qasî 5-10 hezar xirokên spî heye[3]. Xirokên spî ji xirokên sor girtir in. Xirokên spî xwediyê dendik û lebatok(organel) in[4]. Temenê piraniya xirokên spî ji xirokên sor kintir e. Bi gelemperî temenê lekosîtan ji hefteyek kêmtir e. Dibe ku dema nexweşiyê de temenê hin lêkosîtan ji rojek kintir be. Xirokên sor li nav xwînê de, li gor gera xwînê cih diguherin, lê xirokên spî hem li nav xwînê hem jî li derveyî xwînê, di navbera xaneyan de bi awayekî çalak li hemû beşên laş de tevdigerin. Li kîjan beşê laş de birîn,kulbûnî an jî hokarên nexweşiyê hebe, xirokên spî xwe digihînin wê derê û li hember hokarên nexweşiyê bergirî dikin. Ne yek, lê pênc cureyên xirokên spî heye. Navê vana ; Nêtrofîl, Êzonofîl, Bazofîl, Monosît û Lînfosît e. Lînfosît jî du cure ne, Lînfosîta B û Lînfosîta T[5].

Di bin mîkroskoba elektronî(SEM) de Xaneyên xwîna mirov

Li gor hebûn an jî tunebûna danikên(hebikên) nav sîtoplazmayê, du komên sereke yên xiroka spî heye. Koma yekem wekî xirokên spî yên danikî, a duyem jî wekî xirokên spî yên bêdanik tê bi navkirin. Hemû beşên xaneyê di bin mîkroskopê de xuya nabe. Ji bo dîtîna lebatok(organel) û madeyên nav sîtoplazmayê, divê xane di nav hin boyax( madeyen rengdan) de bê rengkirin. Eger madeye rengdan li ser xaneyên Nêtrofîl, Bazofîl û Êzonofîlê bê dilopkirin, di nav sîtoplazmayê van xaneyan de gelek hebikên danikî xuya dibe[6] loma ev xaneyan wekî xirokên spî yên danikî tê binavkirin. Di nav sîtoplazmayê xaneyên Monosît û Lînfosîtan de hejmara hebikan gelek kêm e, loma van xaneyan wekî xirokên spî yên bêdanik tên binavkirin.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. p 912 ISBN 978-0-8053-6844-4
  2. Villee, Claude Alvin, et al. Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing, 1989. ISBN 0-03-023417-4 p 951
  3. OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 , p 798 [1]
  4. Johnson, Leland G. Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown, 1987. ISBN 0-697-04972-8 p310
  5. OpenStax, Concepts of Biology. OpenStax CNX. Mar 22, 2018 p 460 http://cnx.org/contents/b3c1e1d2-839c-42b0-a314-e119a8aafbdd@9.39.
  6. Alberts, B. ; et al. Molecular biology of the cell. 6th ed. New York, : Garland Science, 2015 p 1239 ISBN 978-0-8153-4432-2