Şileya lîmfê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Lîmf an jî şileya lîmfê. (bi inglîzî: lymph an jî "lymphatic fluid") Xane ji bo berdewamiya jiyana xwe, xurek û oksîjenê ji xwînê werdigire, herwisa, madeyen paşmayî jî bi navbeynkariya xwînê ji xaneyê tên dûrxistin. Dîwarê mûlûleya xwînê bi parzûna xaneyê ve zeliqî nîn ne. Di navbera dîwarê mûlûleya xwînê, mûlûleya lîmfê û parzûna xaneyê de valahiyek piçûk heye, ev valahî wekî ” valahiya navbera xaneyan” tê navkirin. Ango gava tiştek ji xwînê diçe nav xaneyan, pêşî ji dîwarê mûlûleya xwînê derbas dibe û dikeve nav valahiya navbera xaneyan,[1]paşê ji vir dikeve nav parzûna xaneyê û derbasî nav sîtoplazmaya xaneyê dibe. Valahiya navbera xaneyan bi eslê xwe ne vala ye, lê bi şileyek tijî ye. Ev şile wekî “şileya şaneyê” an jî “şileya navbera xaneyan” tê navkirin.

Çavkaniya şileya şaneyê, plazmaya xwînê ye. Ji ber pestoya hîdrostayî ya xwînê, hin made ji dîwarê mûlûleya xwînê derbas dibin û dikevin navbera valahiya xaneyan. Hinek ji van madeyan derbasî nav xaneyan dibe, ên di navbera valahiya xaneyan de dimînin jî wekî şileya şaneyê tê navkirin. Her roj ji dîwarê mûlûleyên xwînê yên laşê mirov de, bi qasî 20 lître ya şilemenî ji plazmaya xwînê tê parzûnkirin. Ev şilemenî ya parzûnkiri, ango şileyeya şaneyê dikeve nav valahiyên navbera xaneyan. 17 lîtreyê vî şilemeniyê ji aliyê xwînhênerokan ve cardin tê mijandin û tevlî xwînê dibe. Sê lître ya şilemenîyê di valahiya navbera xaneyan de dimîne.[2] Heke ev şilemenî ji bo demek dirêj di navbera mûlûleya xwînê û parzûna xaneyan de bimîne, laş diwerime, û xwîna nav lûleyên mirov jî kêm dibe. Sîstema lîmfê ev şilemeniyê ( şileya şaneyê) ji derdora xane û şaneyan tov dike û cardin tevlî xwînê dike.

Carek şileya şaneyê ket nav mûlûelya lîmfê, êdî wekî ” lîmf” an jî “şileya lîmfê” bi nav dibe.[2] Di zimanê latînî de ji bo lîmfê peyva “lympha” tê bikaranîn. Wateya “lympha” av e.[3] Şileya lîmfê mîna avê, bê reng e,loma lîmf wekî “xwîna spî” jî bi nav dibe. Dîwarê mûlûleyên lîmfê delînbar e û pestoya hîdrostayî ya nav mûlûleyên lîmfê ji ya mûlûleyên xwînê kêmtir e. Ji ber wê yekê, şileya şaneyê bi hêsanî derbasî nav mûlûleyên lîmfê dibe. Lîmf (şileya lîmfê) dişibe plazmaya xwînê, lê di nav lîmfê de xirokên sor, perikên xwînê û proteînên gir tune ye.[4] Lîmf ji av, mîneral, asîdên amînî, glukoz û lîpîd (çewrî) pêk tê. Li gel van madeyan, di nav lîmfê de xirokên spî (lîmfosît) jî heye[5].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Colbourne, H. (2007).Inquiry into biology. Toronto, ON: McGraw-Hill Ryerson. ISBN 978-0-07-096052-7 p 288
  2. ^ a b OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  3. ^ Merriam- Webster dictionary,lymph[2]
  4. ^ Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4 p 975
  5. ^ Rittner, D., & McCabe, T. L. (2004).Encyclopedia of biology. New York, NY: Facts On File.ISBN 0-8160-4859-2 p 210