Laşfiroşî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Laşfiroşî
  • Çalakî
  • sûc Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Laşfiroşî, karê jin û mêrên laşfiroş ("qehpik, orospî, fahîşe, gander") ên ku bi dirav têkiliyên cinsî difiroşin. Cihê ku tê de karê xwe dikin jê re berdêlgeh, kerxane an jî kêfxane dibêjin[1][2].

Li her herêmeke Kurdistanê bi naveke din tê binavkirin lê di nava civakê de, ji ber fediyê "berdêlgeh" tê bikaranîn. Ev peyveke mecazî ye. Dîsa kerxane yan karxane jî pirr tên bikaranîn.

Dîroka laşfiroşiyê (têkiliya cinsî ya bi dirav) bi qasî ya mirovahiyê kevn e. Bingeha wê li ser danûstendinên aborî, xizanî û kêmbûna mafê jinan e. Civakên ku lê mafê jinan kêm e û di nava kom û ber û çînên wê de newekheviyeke berbiçav heye sedî sed lê çî dizî çi vekirî berdêlgeh henin. Helbet li welatên dewlemend jî kerxanê henin û bipêşketîne lê gorî welatên xizan rewşa jinokan li wir ne pirr xirab in.

Bermayiyên ji berî zayînê 3000î yên Babîlê hebûna berdêlgehan destnîşan dike. Di destpêka kapîtalîzmê de civak berî bi bajaran dicivin û firotina têkiliya cinsî jî dibe beşeke mezin ê aboriyê. Îro li rûyê cîhanê bi milyaran dolar dirav di vê sektorê de digere. Herwekî parek ji jiyana krîmînalîteyê jî li ser firotina laşê jinedîlan e. Bi sedan cureyên vê sektorê avabûne.

Li piraniya welatan berdêlgeh ne fermî ne, qedexe ne. Li gelekan jî serbest in. Li gelek welatan mafên jinedîlan kêm in an tên xwarin. Li welatên rojavayê Ewropayê gelek cureyên berdêlgehan hene. Li Kurdistanê jî bi taybetî li Bakurê Kurdistanê gelek berdêlgeh hene lê ji ber ku sazûmanî bi tevayî di destê tirkan de ye, statîstîk nînin û rewşa wan baş nayê zanîn.

Mixabin di vê sektorê de zarok jî tên bikaranîn û li ser laşê zarokan sazûmaniyeke navneteweyî ya krîmînalîteyê hatiye avabûn. Komên mafyozan bi darê zorê yan bi dirav ji welatên xizan bi hezaran zarokan berî bi welatên dewlemend tînin û jiyana wan dişewitînin. Di vê sektora kirêt de nexweşiyên wekî AIDSê û hwd jî belav dibin.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Prostitution – Definition and More from the Free Merriam-Webster Dictionary". Merriam-Webster. Roja gihiştinê 19 îlon 2013.
  2. ^ "Prostitution Law & Legal Definition". US Legal. Roja gihiştinê 19 adar 2013.